Hoşêya 4 - Kurmanji ÎncîlDoza Xudan ya li dijî gelê Îsraêl 1 Ya gelê Îsraêl, guh bidin gotina Xudan, Ji ber ku doza Xudan bi şêniyên welêt re heye: “Li welêt dilsozî, dilovanî û zanîna Xwedê tuneye. 2 Nalet, derew, mêrkujî, dizî û zina her derî dagirtiye. Zordariyê dikin û xwîna hev dirijînin. 3 Ji ber vê yekê welat şînê dike, Her kesê lê rûdine ziwa dibe. Heywanên çolê, teyrên ezmanan, Masiyên deryayê jî tune dibin. 4 “Bila kesek dozê li hev neke, Bila kes kesî sûcdar neke. Jixwe gelê te dozê li kahinan dikin. 5 Tê bi roj biterpilî. Pêxember jî wê bi şev bi te re biterpile. Ezê te bê dê bihêlim. 6 “Gelê min ji nebûna zanînê tune bû. Ji ber ku te zanîn red kir, Ezê te ji kahintiya xwe red bikim. Te Şerîeta Xwedayê xwe ji bîr kir. Ezê jî zarokên te ji bîr bikim. 7 Her çiqas kahin zêde bûn, Li dijî min ewqas guneh kirin. Ezê rûmeta wan veguhezînim şermê. 8 Bi gunehên gelê min xwe têr dikin, Ji sûckirina wan pir kêfxweş in. 9 Tiştên hatine serê gel Wê bên serê kahinan jî. Ji bo riyên wan ezê wan ceza bikim, Kirinên wan jî ezê bînim serê wan. 10 Wê bixwin lê têr nebin. Wê zinayê bikin lê zêde nebin. Çimkî wan dev ji spartina Xudan berda. 11 “Zina, şeraba kevin û şeraba nû Hiş û aqil di serê mirovan de nahêlin. 12 Gelê min bi pûtekî darîn dişêwire, Darê wî bersiva wî dide! Ruhê zinayê ew ji rê derxist, Ji Xwedayê xwe dûr ket û zina kir. 13 Li serên çiyayan qurban serjê dikin, Li ser giran, Li binê darmazî, spîndar û darberûyan bixûr pêdixin, Çimkî siya wan daran xweş e. Herwiha keçên we li wê derê fahîşetiyê dikin, Bûkên we jî zinayê. 14 Ji ber fahîşetiya wan, ezê keçên we, Ji ber zinaya wan, ezê bûkên we ceza nekim. Çimkî mêrên we bi fahîşeyan re hevşa dibin, Bi laşfiroşên pûtperestiyê re qurbanan serjê dikin. Gelê bêferaset wê xera bibe. 15 “Ya Îsraêl, tu zinayê jî bikî, Qet nebe bila Cihûda sûc neke. “Neçin Gîlgalê û hilnekişin Bêtawenê ‘Bi navê Xudanê Jîndar’ sond nexwin. 16 Ji ber ku Îsraêl wek çêlekeke serhişk, serhişkî kir, Ma êdî wê Xudan wan wekî berxikan Li mêrgên berfirehiyê biçêrîne? 17 Efrayîm pişta xwe bi pûtan girê da, Bihêle, bila bike! 18 Gava şerab xilas dibe, ew zinayê dikin. Serekên wan ji şermezariyê zehf hez dikin. 19 Bahozê ew li baskên xwe rapêçandin, Wê ji ber qurbanên xwe şermezar bibin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey