Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hoşêya 3 - Kurmanji Încîl


Hoşêyayê Pêxember û jina nedilsoz

1 Xudan dîsa ji min re got: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinakariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraêliyên ku berê xwe dan îlahên din û dil dan bastîqê tirî hez dike.”

2 Bi vî awayî min ew bi panzdeh şekelî zîv, homerek û letekek ceh ji xwe re anî

3 û jê re got: “Tê demeke dirêj bi min re bijî. Tê zinayê nekî, li pey tu mêran nekevî. Ezê jî nêzîkî te nebim.”

4 Çimkî gelê Îsraêl wê demeke dirêj bê padîşah û serek, bê qurban û kevirbel, bê êfod û pûtê malê bimînin.

5 Paşê wê Îsraêlî vegerin û li Xwedayê xwe Xudan û padîşahê xwe Dawid bigerin. Di rojên pêş de, wê xwe bispêrin tirs û kerema Xudan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan