Hoşêya 2 - Kurmanji Încîl1 “Ji birayên xwe re bêjin ‘Ammî,’ ji xwişkên xwe re bêjin ‘Ruhama.’ Nedilsoziya gelê Îsraêl 2 “Erzê diya xwe bişikênin, erzê wê! Çimkî êdî ew ne jina min e, Ez jî ne mêrê wê me. Bila zinakariyê ji ser rûyê xwe, Fahîşetiyê jî, ji sing û berê xwe bavêje. 3 An na ezê wê şilfîtazî bikim, Ezê bikim wek roja ku ji diya xwe bûye. Ezê wê bikim çol û berî, Ezê bikim erdê ziwa Û ji bêaviyê bikujim. 4 Ezê li ber zarokên wê nekevim, Ji ber ku ew zarokên zinayê ne. 5 Diya wan zina kir, Li wan bi zaro ma, riswatî kir. Got: ‘Ezê li pey yarên xwe herim. Ew av û nan, hirî û kitan, Meyê û rûnê zeytê didin min.’ 6 Ji ber vê yekê ezê riya wê bi sincê bigirim, Ezê dîwêr li ber wî rakim Ku riya xwe nebîne. 7 Wê li pey yarên xwe bikeve Lê wê negihêje wan. Wê li wan bigere, Lê wê wan nebîne. Wê gavê wê bêje: ‘Ez vegerim mêrê xwe yê berê, Rewşa min a wê demê ji ya niha baştir bû!’ 8 Lê wê nizanibû ku min ev tişt dabûn wê; Dexil, şerab û rûnê zeytê. Min bi têra xwe zîv dabû wê, Wê jî ew zêr pêşkêşî Baal kir. 9 Ji ber vê yekê ezê di dema wê de dexlê xwe, Di demsala wê de şeraba xwe jê bistînim. Ezê yekser kitan û hiriya xwe bistînim Ku bedena wê radipêçe. 10 Ezê niha li ber çavên yarên wê Eybên wê derxim holê. Wê tu kes wê ji destê min dernexe. 11 Ezê dawî li tevahiya şabûnê wê, Cejnên wê yên Heyva Nû û Rojên Septê, Tevahiya cejnên wê yên kifşkirî, bînim. 12 Ezê mêw û darhejîrên wê wêran bikim ku li ser wan digot: ‘Ev destmiza min e, yarên min ev dan min.’ Ezê wan bikim daristan, Wê ji heywanên çolê re bibin çêre. 13 Ezê cezayê rojên ku wê ji Baalan re bixûr pêxistibû bidim; Wê xwe bi guhar û gustîlan xemilandibû, Dabû pey yarên xwe Û wê ez ji bîr kiribûm.” Ev e gotina Xudan. 14 “Ji bo vê yekê ezê niha wê qane bikim û bibim beriyê, Ezê li gorî dilê wê pê re biaxivim. 15 Gava em ji wir vegerin, ezê rezên wê bidimê. Deşta Exorê jê re bikim deriyê hêviyê. Li wir wekî di rojên ciwaniyê de, Wekî dema ji welatê Misrê derketiye Wê bi şahî bersiva min bide.” 16 Gotina Xudan ev e: “Wê rojê, tê ji min re bêjî ‘Mêrê min,’ Êdî tê ji min re nebêjî ‘Baalê min.’ 17 Ezê ji devê wê navê Baalan bavêjim, Wê careke din navê wan neyê ser ziman. 18 Wê rojê ezê bi heywanên çolê re, Bi teyrên ezmanan re, Bi afirîdên ku bi erdê ve dişêlin re, Ji bo gelê xwe peymanekê çêkim; Ezê ji welêt şûr, kevan û şer rakim, Ezê wan di nav ewledariyê de razînim. 19 Tê heta hetayê bibî zewceya min. Ezê jî bi rastî û edalet, bi kerem û dilovaniyê, Bi te re bizewicim. 20 Ezê bi dilsozî bi te re bizewicim Û tê Xudan nas bikî.” 21 Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê bersivê bidim Ezê bersiva ezmanan bidim, Ewê jî bersiva erdê bidin. 22 Erd wê bersiva dexil, Şeraba nû û rûnê zeytê bide. Ewê jî bersiva Yîzreyêl bidin. 23 Ezê wê li welêt ji bo xwe daçikînim. Ezê li ber Lo-Ruhama, bikevim. Ezê ji Lo-Ammî re bibêjim ‘Tu gelê min î.’ Ewê jî, ji min re bêje: ‘Tu Xwedayê min î.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey