Hoşêya 14 - Kurmanji ÎncîlLavakirina Hoşêyayê Pêxember ya ji gelê Îsraêl re 1 Ya Îsraêl, vegere Xwedayê xwe Xudan, Çimkî tu li sûcê xwe terpilî. 2 Bi duayên xwe li Xudan vegerin. Jê re bêjin: “Hemû sûcên me bibexişîne. Tiştên baş qebûl bike, Em jî pêşkêşiyên lêvên xwe bidin. 3 Aşûr nikare me rizgar bike. Emê li hespan siwar nebin, Êdî emê ji keda destê xwe re nebêjin: ‘Xwedayê me!’ Çimkî sêwî bi te re rehmê dibîne. Xwedê hêvî dide gelê Îsraêl 4 “Ezê çivanokiya wan rast bikim, Ezê wan ji dil hez bikim, Çimkî hêrsa min ji ser wan rabû. 5 Ezê ji gelê Îsraêl re bibim wekî xunav. Wê wekî sosinan kulîlk veke, Mîna sedra Lubnanê kok vede. 6 Wê şax bide, Wê xweşiya wî wê bişibe darzeytûnan Û bêhna wî bibe wekî sedra Lubnanê. 7 Wê careke din mirov bên û li bin siya wî rûnin. Wê gelê Îsraêl wekî dexil şîn bibe, Mîna mêwê kulîlk vede. Wê bi qasî şeraba Lubnanê navdar bibe. 8 Ya Efrayîm, çi karê min bi pûtan re heye? Ezê bersivê bidim û ezê hay ji te hebim. Ez mîna dara çama şîn im, Fêkiyê te ji min e.” 9 Şehreza van tiştan fêm dike, Fêmdar wan dizane. Riyên Xudan rast in Û kesê rast di wan de dimeşe. Lê serhildêr bi wan diterpile. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey