Hoşêya 13 - Kurmanji ÎncîlXwedê li gelê Îsraêl hêrs dibe 1 Gava Efrayîm dipeyivî, herkes dilerizî. Ew li Îsraêlê mezin dihat hesibandin, Lê gava ew perizî Baal, sûc kir û mir. 2 Niha her ku diçe gunehê xwe zêde dike. Ji zîv ji xwe re pûtên rijandî, Li gorî feraseta xwe ji xwe re pût çêkirin, Hemû karên hosteyan in. Dibêjin: “Kesên qurban serjê dikin, Golikan jî maç dikin!” 3 Loma wê bibin mîna mija serê sibê, Mîna xunava zû radibe û diçe. Wê bibe wekî hûrika kaya li bênderê ku bi bagerê re radibe Û dûyê ji kulekê hildifûre. 4 “Lê Yê ku tu ji welatê Misrê deranî, Xwedayê te Xudan ez im. Tê ji bilî min îlahan nas nekî, Ji min pê ve rizgarkar tuneye. 5 Li çolê û li diyarê xelayê, Li te xweyî derketim. 6 Gava bûn xweyî mêrg, têr bûn. Lê gava têr bûn, dilê wan qure bû. Loma jî wan ez ji bîr kirim. 7 Ezê ji bo wan wekî şêr bim, Ezê wek piling li ber keviya rê bisekinim. 8 Wekî hirça ku ji ferxikên xwe hatiye veqetandin, Ezê kezeba wan perçe bikim. Ezê wekî şêremê wan li wir bixwim û tune bikim, Ezê wekî heywanên çolê wan bidirînim. 9 “Ya Îsraêl, tu hatî hilweşandin, Çimkî te serî li dijî min, Li dijî alîkarê xwe rakir. 10 Li ku ye padîşahê te Ku te li hemû bajarên te rizgar bike? Li ku ne serwerên te Yên ku te gotibû: ‘Padîşahek û serekan bide min.’ 11 Min di hêrsa xwe de padîşah da te, Di xezeba xwe de min ew stand. 12 Sûcên Efrayîm hatin berhevkirin, Gunehên wî hatin tomarkirin. 13 Wê êşa jinên zarokan tînin, bi ser wan de bê. Ew kurekî bêaqil e. Çimkî gava wext tê, Ew ji zîkê dernakeve. 14 “Ezê bi fîdye wan ji diyarê miriyan, Ji mirinê rizgar bikim. Mirin! Ka felaketa te? Diyarê miriyan! Ka hilweşîna te? Ezê qet poşman nebim. 15 “Di nav birayên xwe de mezin jî bibe, Bayê rojhilat, hilma Xudan a ku ji beriyê radibe, Wê kaniya wî hişk bike, Wê çavkaniya wî ziwa bibe. Tiştên hêja yên xezîneya wî wê talan bibin. 16 Samerya wê cezayê sûcê xwe bikişîne, Çimkî li dijî Xwedayê xwe serî hilda. Wê bi şûran bikevin. Wê zarokên wan li erdê bên xistin û perçekirin, Wê zikên jinên bizaro bên qelaştin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey