Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hoşêya 12 - Kurmanji Încîl

1 Efrayîm şivantiya bayê dike, Tevahiya rojê ketiye pey bayê rojhilat. Derew û zordariyê zêdetir dike. Bi Aşûrê re peyman girê dide, Rûnê zeytê dişîne Misrê.

2 Doza Xudan bi Cihûda re heye. Wê li gorî riya wî, ziriyeta Aqûb ceza bike, Wê cezayê kirinên wî bide.

3 Di zikê diya xwe de, Aqûb bi pehniya birayê xwe girt. Di mêrantiya xwe de, Bi Xwedê re rikeberî kir.

4 Bi milyaket re rikeberî kir û bi ser ket, Giriya û jê lava kir ku wî pîroz bike. Wî Xwedê li Bêt-Êlê dît, Ew li wir bi me re axivî.

5 Xwedayê Karîndar Xudan, Navê wî Xudan e!

6 Tu jî, vegere Xwedayê xwe. Dilovanî û edaletê ji xwe re bigire, Her dem li benda Xwedayê xwe be.

7 Wekî mêzîna destê bazirganekî, Efrayîm jî, ji xapandinê hez dike.

8 Ew bi xwe dibêje: “Ez gelek dewlemend bûm. Ez bûm xweyî mal, Wê di tevahiya kedên min de Neheqî û gunehê min nebînin.”

9 “Lê min, Xwedayê te Xudan Tu ji welatê Misrê deranî. Her wekî rojên cejnê, Ezê dîsa te di konan de bidim rûniştandin.

10 Min ji pêxemberan re jî digot. Min dîtinî zêde kirin, Min bi riya pêxemberan meselok gotin.”

11 Li Gîladê xerabî heye. Bi rastî ew qelp in, Li Gîlgalê gayan qurban dikin. Loma jî gorîgehên wan Wekî şikêrên kevirên zeviyên ajotî ne.

12 Aqûb reviya çû diyarê Aramê, Îsraêl ji bo jinekê bû xulam, Ji bo jinekê şivantî kir.

13 Xudan bi riya pêxemberekî, Gelê Îsraêl ji Misrê deranî, Bi riya pêxemberekî jî ew parast.

14 Efrayîm Xwedê zêde hêrs kir. Wê Reb heyfa xwîna ku rijandine bistîne, Tinazên wan li wan vegerîne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan