Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hoşêya 11 - Kurmanji Încîl


Hezkirina Xwedê ya gelê Îsraêl

1 “Hê gava Îsraêl zarok bû min jê hez kir, Min ji Misrê gazî kurê xwe kir.

2 Her gava pêxemberan gazî Îsraêl dikir, Îsraêl xwe ji wan dûr dixist. Qurban ji Baalan re serjê kirin, Ji pûtan re bixûr pêxistin.

3 Lê min Efrayîm hînî meşê kir. Min ew dan ber singê xwe, Lê fêm nekirin ku min şifa da wan.

4 Min ew bi benên qenciya mirovahiyê, Bi girêdanên hezkirinê hilkişandin. Min nîrê wan rakirin, Min xwe tewand û xwarin da wan.

5 “Wê venegerin welatê Misrê. Aşûr wê li ser wan bibe padîşah. Çimkî wan nexwest li min vegerin.

6 Wê li ser bajarên wan şûr hilfirin. Wê zirzeyên dergehên wan biqedîne, Ji ber fen û fûtên wan wê wan tune bike.

7 Gelê min bi biryar e ku ji min dûr bikeve, Heke ew gazî min, gazî Yê Berz bikin jî, Ezê bi tu awayî wan bilind nekim.

8 “Ya Efrayîm, ezê çawa te bidim destan? Ya Îsraêl, ezê te çawa teslîm bikim? Ezê çawa te bikim wekî Admayê? Ezê çawa wekî Sevoyîmê bi te re tevbigerim? Dilê min peritî, Dilovaniya min dikele.

9 Ezê hêrsa xwe ya dijwar bi ser we de neşînim, Ezê ji nû ve Efrayîm helak nekim. Çimkî ez Xwedê me, ne mirov im. Ez di nav we de Yê Pîroz im. Êdî ezê bi xezebê neyêm.

10 Wê li pey Xudan bimeşin, Xudanê ku wekî şêr dike himîn. Gava ew bike gurmînî jî, Wê zarokên wî ji rojava bi lerz vegerin.

11 Wê ji Misrê wek çivîkan, Ji diyarê Aşûrê wek kevokan bilerizin û werin. Ezê wan li malên wan bidim rûniştandin.” Ev e gotina Xudan.


Gunehê gelê Îsraêl

12 Efrayîm dora min bi derewan, Mala Îsraêl bi hîleyê pêçaye. Cihûda hê jî serhildêr e, Li dijî Yê Pîroz e.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan