Hoşêya 10 - Kurmanji Încîl1 Îsraêl mêweke berdar e Ku fêkiyê xwe dide. Li gorî zêdebûna fêkî, Gorîgehên xwe jî zêde dikirin. Li gorî zêdebûna xweşiya welatê xwe, Kevirbel jî xweşik dikirin. 2 Dilê wan hîlekar e, Divê ew niha cezayê sûcên xwe bikişînin. Wê Xudan gorîgehên wan bişikêne Û kevirbelên wan xera bike. 3 Wê gavê wê bêjin: “Padîşahê me tuneye, Çimkî em ji Xudan netirsiyan! Heke padîşahê me hebûya jî, Gelo wê çi ji me re bikira?” 4 Gotinên vala dikin, Peymanan girê didin, Sondên derewîn dixwin. Loma jî dozên wan Wê mîna giyayê bi jehrî li zeviyên ajotî şîn bibin. 5 Ji ber pûtê golikî yê li Bêtawenê. Xelkê Sameryayê wê bitirse. Wê gelê wî li pey wî şînê bike, Wê kahinên pûtperest ên wî şîn bikin. Çimkî rûmeta wî çûye. 6 Herwiha wê ew pût, Ji padîşahê mezin re wekî diyarî, Ji Aşûrê re bê şandin. Wê bibe şerma Efrayîm, Îsraêl ji ber şîreta xwe, wê şerm bike. 7 Samerya, tevî padîşahê xwe Wê wek qirşika li ser avê here û winda bibe. 8 Wê bilindciyên perizînê yên Awenê xera bibin, Ew bû gunehê gelê Îsraêl. Wê li ser gorîgehên wan stirî û dirî şîn bibin. Wê ji çiyayan re bêjin: “Me veşêrin!” Wê ji giran re bêjin: “Bi ser me de bikevin!” 9 “Ya Îsraêl ji rojên Gîvayê ve te guneh dikirin; Hûn hê jî wisa dikin. Şerê li Gîvayê ya li dijî xeraban, Ma nakeve ser wan? 10 Gava ez bixwazim, ezê wan bînim rê. Ji ber ku wan xwe bi cotê gunehan ve girê da, Wê netewe li dijî wan li hev bicivin. 11 Efrayîm wek çêleka perwerdekirî ye, Ew ji gêrekirinê hez dike. Ezê nîr bixim stûyê wê yê bedew, Ezê bi Efrayîm bidim cotkirin, Bila Cihûda jî cot bike. Wê ziriyeta Aqûb ji bo xwe tevrik bike. 12 Hûn ji bo xwe rastiyê biçînin, Ji bo xwe berê dilovaniyê hilînin. Erdê xwe yê beyar cot bikin. Çimkî dema lêgerîna Xudan e, Wê bê û rastiyê li ser we bibarîne. 13 We xerabî cot kir, We neheqî dirût, We berê derewan xwar. We bawerî bi riya xwe Û zêdebûna mêrxasên xwe anî. 14 Loma wê di nav gelê we de, xirecira şer derkeve, Wê tevahiya bircên te bên hilweşandin. Çawa ku Şalman di roja şer de Bêtarbêlê xera kir, Dayik û zarok li erdê xistin û perçe kirin. 15 Ya Bêt-Êl, ji ber xerabiya te ya mezin, Wê ev tişt bên serê te jî. Wê serê sibê Padîşahê Îsraêlê esse helak bibe. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey