Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hoşêya 1 - Kurmanji Încîl

1 Gotina Xudan a ku di rojên Ûzziya, Yotam, Ahaz û Hîzqiya, padîşahên Cihûdayê û rojên Yarovamê kurê Yehoaş, Padîşahê Îsraêlê de ji Hoşêyayê kurê Beêrî re hatiye, ev e.


Jin û zarokên Hoşêyayê Pêxember

2 Gotina Xudan a pêşî ku bi riya Hoşêya hat ev e: Xudan ji Hoşêya re got: “Here ji zinakaran jinekê ji xwe re bîne ku jê zarokên zinayê çêbin. Ji ber ku gelê welêt dev ji min berda, zinayê dike.”

3 Bi vî awayî Hoşêya çû û bi Gomera keça Dîvlayîm re zewicî. Jin bi zaro ma û kurek jê re anî.

4 Xudan jê re got: “Navê kurik deyne Yîzreyêl. Çimkî di demeke nêzîk de ezê tola xwîna ku li Yîzreyêlê hatiye rijandin, ji Mala Yêhû bistînim û dawiya padîşahiya Mala Îsraêl bînim.

5 Wê rojê ezê li Deşta Yîzreyêlê kevanê Îsraêl bişikênim.”

6 Jin careke din bi zaro ma û keçek anî. Xudan ji Hoşêya re got: “Navê wê bike Lo-Ruhama. Ji ber ku ezê êdî li ber Mala Îsraêl nekevim, ezê nebexişînim.

7 Lê ezê li ber Mala Cihûda bikevim. Ezê wan bi Xwedayê wan Xudan rizgar bikim, ne ku bi kevan, şûr, şer, hesp û siwaran.”

8 Gava jinik Lo-Ruhamayê ji şîr vekir, dîsa bi zaro ma û kurek anî.

9 Xudan ji Hoşêya re got: “Navê wî deyne Lo-Ammî. Ji ber ku hûn ne gelê min in, ez jî ne Xwedayê we me.

10 “Lê dîsa jî hejmara Îsraêliyan wê wekî sêlaka deryayê be. Wê neyê hejmartin û pîvan. Li cihê ji wan re dihate gotin: ‘Hûn ne gelê min in’ wê ji wan re bê gotin: ‘Hûn zarokên Xwedayê Jîndar in.’

11 Gelên Cihûda û Îsraêl wê ji nû ve bibe yek. Wê ji xwe re serekekî tekane kifş bikin û wê ji welatê xwe derkevin. Ji ber ku wê roja Yîzreyêlê bibe rojeke mezin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan