Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Helbesta Helbestan 4 - Kurmanji Încîl


Lawik

1 Ax tu çi delal î, yara min, Ax tu çi delal î! Çavên te di pişt xêliyê de Wek kevokan xuya dikin. Keziyên te wekî keriyê bizinan e Ku ji pala Çiyayê Gîladê tên xwarê.

2 Diranên te, wekî keriyê miyan in Ku nû hatine şûştin û hevringkirin. Hemû jî cêwî ne, Yek ji wan jî neketiye.

3 Wekî şerîdên sor in lêvên te, Çi xweşik e devê te. Di pişt xêliyê de dêmên te, Wek şeqê hinarê xuya ne.

4 Stûyê te dişibe birca Dawid Ku ref bi ref hatiye çêkirin. Li serî hezar mertal daleqandî, Mertalên mêrxasan hemû jî.

5 Herdu memikên te, wekî cotek karxezal, Mîna cêwîkên xezalekê ne Ku di nav sosinan de diçêrin.

6 Gava dinya hênik bû Û sî dirêj bû, Ezê herim çiyayê mûrê, Herim girê guniyê.

7 Her dera te delal e, yara min, Tu qisûra te tuneye.

8 Bi min re ji Lubnanê were, bûka delal, Bi min re ji Lubnanê were. Ji serê Çiyayê Amanayê, Ji serê Senîr û Hermonê, Ji şikeftên şêran, Ji çiyayên pilingan berjêr be.

9 Te dilê min dizî, dotmama min, bûka delal. Te bi nêrîneke çavên xwe, Bi zincîreke gerdena xwe dilê min dizî.

10 Hezkirina te çi xweş e, dotmama min, bûka delal. Hezkirina te ji şerabê, Bêhna miska te, Ji her cure biharatan xweştir e.

11 Hingiv diherike ji lêvên te, bûka delal. Şîr û hingiv di bin zimanê te de ye. Bêhna Lubnanê tê ji kincên te.

12 Bexçeyekî girtî ye dotmama min, bûka delal, Kaniyeke girtî û morkirî.

13 Şitlên te wekî bexçeyê hinaran, Bi fêkiyên xweş, Bi hine û simbilê,

14 Bi simbil û bi zefranan, Bi qamîşê bêhnxweş û darçînê, Bi her cure dara guniyê, Bi mûr û ûdê, Bi her cure biharatên xweş.

15 Tu kaniyeke bexçeyê yî, Bîreke ava jiyanê Û robarek î ku ji Lubnanê diherike.


Keçik

16 Hişyar be, bayê bakur! Tu jî were, bayê başûr! Bi ser bexçeyê min de were Ku bêhna wî ya xweş bifûre. Bila evîndarê min were bexçe Û ji fêkiyên wî yên xweş bixwe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan