Hejmartin 8 - Kurmanji ÎncîlHeft qendîl 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Bi Harûn re bipeyive û jê re bêje: ‘Gava te qendîl danîn cihê wan, bila heft qendîl ronahî bidin pêş şamdankê.’” 3 Harûn wiha kir. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, wî qendîl bi awayê ku pêş şamdankê ronahî bikin bi cih kirin. 4 Îcar şamdank wiha hatibû çêkirin: Ji lingan heta nexşên kulîlkan zêr bûn ku bi çakûçê hatibûn kutandin. Şamdank li gorî mînaka ku Xudan ji Mûsa re şandibû hate çêkirin. Tayînkirina Lêwiyiyan 5 Xudan ji Mûsa re got: 6 “Lêwiyiyan ji nav gelê Îsraêl veqetîne û wan paqij bike. 7 Ji bo paqijkirina wan tê wiha bikî: Ava paqijiyê bireşîne ser wan û bila di ser tevahiya bedena xwe de gûzanê derbas bikin, cilên xwe bişon û xwe paqij bikin. 8 Bila conegayekî û wekî pêşkêşiya wî ya dexlê, hevîrê ji arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin hilînin û wekî pêşkêşiya paqijiyê, tê jî conegayekî din hilînî. 9 Tê Lêwiyiyan bînî ber Konê Hevdîtinê û tevahiya civaka Îsraêl bicivînî. 10 Tê Lêwiyiyan bînî hizûra Xudan, wê Îsraêlî destê xwe deynin ser Lêwiyiyan. 11 Wê Harûn ji nav gelê Îsraêl, Lêwiyiyan wekî pêşkêşiya raberkirinê bîne hizûra Xudan ku xizmeta Xudan bikin. 12 “Wê Lêwiyî destê xwe deynin ser serê conegayan û ji bo ku di ber Lêwiyiyan de bibe kefaret, wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê, yê din wekî qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. 13 Tê Lêwiyiyan li pêş Harûn û kurên wî bidî sekinandin û wan wekî pêşkêşiya raberkirinê bînî hizûra Xudan. 14 Tê bi vî awayî Lêwiyiyan ji nav gelê Îsraêl veqetînî. Lêwiyî wê bibin ên min. 15 “Piştî ku te ew paqij kirin û wekî pêşkêşiya raberkirinê dan, wê Lêwiyî bikevin hundir ku xizmeta Konê Hevdîtinê bikin. 16 Çimkî di nav gelê Îsraêl de ew bi tevahî ji min re hatine veqetandin. Min di şûna kurên pêşî yên Îsraêliyan de ew ji xwe re veqetandin. 17 Ji ber ku di nav gelê Îsraêl de, çi mirov, çi heywan, hemû berên pêşî, yên min in. Roja ku min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ew ji xwe re veqetandin. 18 Îcar min di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyî hilbijartin. 19 Ji bo gava gelê Îsraêl nêzîkî Pîrozgehê dibe, belayek neyê serê wan û Lêwiyî ji bo gelê Îsraêl xizmeta Konê Hevdîtinê bikin û ji bo wan kefaretê bidin, min ji nav gelê Îsraêl ew wekî diyarî dan Harûn û kurên wî.” 20 Mûsa, Harûn û tevahiya civaka Îsraêl tişta ji bo Lêwiyiyan hat gotin, kir. Gelê Îsraêl her tiştên ku Xudan ji bo Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû kirin. 21 Îcar Lêwiyiyan xwe ji gunehan paqij kirin û cilên xwe şûştin. Piştre Harûn ew li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê pêşkêş kirin û ji bo paqijkirina wan kefaret da. 22 Ji wê rojê û pêve Lêwiyî diketin Konê Hevdîtinê ku li ber Harûn û kurên wî xizmetê bikin. Çawa ku Xudan li ser Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû, wan wiha kir. 23 Xudan ji Mûsa re got: 24 “Ya ku wê Lêwiyî bikin ev e: Kesên wan ên ku bîst û pênc salî û mezintir in, wê xizmeta Konê Hevdîtinê bikin. 25 Lê piştî pêncî salî wê dev ji karê xizmetê berdin û careke din xizmetê nekin. 26 Wê alîkariya birayên xwe di Konê Hevdîtinê de bikin lê wê xizmetê nekin. Tê berpirsiyariya Lêwiyiyan bi vî awayî saz bikî.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey