Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 7 - Kurmanji Încîl


Pêşkêşiyên serek didin Xwedê

1 Di roja ku Mûsa karê avakirina meskên temam kir û mesken, hemû taximên wî, gorîgeh û hemû taximên wê bi rûnkirinê pîroz kirin de

2 serekên gelê Îsraêl û serekên eşîr û malbatên wan ên ku gel hejmartiye, hatin û diyariyên xwe pêşkêş kirin.

3 Wan ev pêşkêşî anîn hizûra Xudan; Şeş erebeyên sergirtî û duwanzdeh ga. Ji bo du serekan erebeyek û ji bo her serekekî gayek hebû. Wan ev pêşkêşî anîn ber meskên.

4 Xudan ji Mûsa re got:

5 “Van ji wan bistîne, bila di xizmeta Konê Hevdîtinê de bên xebitandin. Tê wan li gorî xizmeta ku bikin bidî Lêwiyiyan.”

6 Mûsa ga û erebe hildan û da Lêwiyiyan.

7 Ji bo xizmeta Gêrşoniyan, wî du erebe û çar ga dan wan.

8 Ji bo xizmeta Mêrariyiyan a ku di bin serweriya Îtamarê kurê Harûnê Kahin de ne, wî çar erebe û heşt ga dan wan.

9 Lê wî tiştek neda Qohatiyan. Çimkî xizmeta wan, li ser milan hilgirtina taximên pîroz bû.

10 Di roja gorîgeh hat rûnkirin de, serekan ji bo pîrozkirina wê diyariyên xwe pêşkêş kirin. Wan li ber gorîgehê pêşkêşiyên xwe dan.

11 Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo pîrozkirina gorîgehê her roj wê serekek pêşkêşiya xwe bîne.”

12 Kesê ku di roja pêşî de pêşkêşiya xwe da, ji eşîra Cihûda Nahşonê kurê Emmînadav bû.

13 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

14 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

15 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

16 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

17 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Nahşonê kurê Emmînadav ev bû.

18 Di roja diduyan de serekê eşîra Îssexar Natanêlê kurê Sûar pêşkêşiya xwe da.

19 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

20 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

21 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

22 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

23 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Natanêlê kurê Sûar ev bû.

24 Di roja sisêyan de serekê eşîra Zevûlon Êliyavê kurê Hêlon pêşkêşiya xwe da.

25 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

26 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

27 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

28 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

29 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Êliyavê kurê Hêlon ev bû.

30 Di roja çaran de serekê eşîra Rûbên Êlîsûrê kurê Şedêûr pêşkêşiya xwe da.

31 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

32 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

33 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

34 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

35 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Êlîsûrê kurê Şedêûr ev bû.

36 Di roja pêncan de serekê eşîra Şimûn Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday pêşkêşiya xwe da.

37 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

38 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

39 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

40 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

41 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday ev bû.

42 Di roja şeşan de serekê eşîra Gad Êlyasafê kurê Deûêl pêşkêşiya xwe da.

43 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

44 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

45 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

46 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

47 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Êlyasafê kurê Deûêl ev bû.

48 Di roja heftan de serekê eşîra Efrayîm Êlîşamayê kurê Emmîhûd pêşkêşiyên xwe da.

49 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

50 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

51 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

52 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

53 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Êlîşamayê kurê Emmîhûd ev bû.

54 Di roja heştan de serekê eşîra Minaşşe Gamliyêlê kurê Pedahsûr pêşkêşiya xwe da.

55 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

56 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

57 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

58 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

59 wekî qurbana aştiyê du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Gamliyêlê kurê Pedahsûr ev bû.

60 Di roja nehan de serekê eşîra Binyamîn Avîdanê kurê Gîdonî pêşkêşiya xwe da.

61 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

62 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

63 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

64 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

65 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Avîdanê kurê Gîdonî ev bû.

66 Di roja dehan de serekê eşîra Dan Ahiyezerê kurê Emmîşadday pêşkêşiya xwe da.

67 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

68 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

69 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

70 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

71 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Ahiyezerê kurê Emmîşadday ev bû.

72 Di roja yanzdehan de serekê eşîra Aşêr Pagiyêlê kurê Oxran pêşkêşiya xwe da.

73 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

74 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

75 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

76 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

77 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Pagiyêlê kurê Oxran ev bû.

78 Di roja duwanzdehan de serekê eşîra Neftelî Ahîrayê kurê Eynan pêşkêşiya xwe da.

79 Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.

80 Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,

81 wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,

82 wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,

83 wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Ahîrayê kurê Eynan ev bû.

84 Di roja gorîgeh hat rûnkirin de, diyariyên ku serekên gelê Îsraêl ji bo pîrozkirina wê anîn ev bûn: Duwanzdeh tasikên zîvîn, duwanzdeh legenên zîvîn û duwanzdeh firaxên zêrîn,

85 giraniya her tasa zîvîn 130 şekel, giraniya her tasika 70 şekel bû. Li gorî şekelê Pîrozgehê, hemû zîvê taximan 2.400 şekel bû.

86 Duwanzdeh firaxên zêrîn ku tije bixûr bûn û li gorî şekelê Pîrozgehê giraniya her firaxê deh şekel bû. Hemû zêrê firaxan 120 şekel bû.

87 Bi pêşkêşiya dexlê re dewarên qurbana şewitandinê ev bûn: Duwanzdeh conega, duwanzdeh beran û duwanzdeh berxên nêr ên yeksalî bûn. Ji bo pêşkêşiya paqijiyê, duwanzdeh nêrî hatin pêşkêşkirin.

88 Dewarên qurbana aştiyê jî ev bûn: Bîst û çar conega, şêst beran, şêst nêrî û şêst berxên nêr ên yeksalî. Piştî gorîgeh hat rûnkirin, pîrozkirina wê wiha bû.

89 Gava Mûsa ji bo ku bi Xudan re bipeyive ket Konê Hevdîtinê, ji ser derxûnê li ser Sindoqa Şahidiyê, dengekî bihîst ku ji navbera du xerûban hat. Xudan bi vî awayî pê re peyivî.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan