Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 6 - Kurmanji Încîl


Sozdana Nezîriyê

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke mêrek an jinek, bi sozdana taybet ango sozdana nezîriyê ji Xudan re veqetîne,

3 wê xwe ji mey û şerabê dûr bixe. Divê sihika şerabê û sihika meyê venexwe û ava tirî venexwe. Divê tirî an mêwîjan jî nexwe.

4 Di hemû dema xwe veqetandiye de, ji sîsik heta qalikê wê, wê tu tiştekî ku ji mêwê çêdibe nexwe.

5 “‘Di hemû rojên ku xwe ji Xudan re veqetandiye de, wê gûzan bi serê wî nekeve. Heta dawiya rojên ku xwe ji Xudan re veqetandiye, wê pîroz be û porê xwe dirêj bike.

6 “‘Di hemû rojên ku ji Xudan re xwe veqetandiyê de, wê nêzîkî miriyan nebe.

7 Gava bavê wî, diya wî, birayê wî, xwişka wî jî bimire, wê ji bo wan xwe qirêj neke. Çimkî soza xwe ya ji Xwedê re veqetandinê li ser wî ye.

8 Di hemû rojên xwe yên veqetandinê de ji Xudan re pîroz e.

9 “‘Heke jinişkave kesek li ba kesê bi sozdana nezîriyê veqetandî bimire û serê wî qirêj bike, wê di roja ku xwe paqij dike de ango di roja heftan de porê xwe kur bike.

10 Wê di roja heştan de, du qumrî yan du têjikên kevokan ji kahin re bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê.

11 Wê kahin yekê wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike û ji bo wî kefaret bike. Çimkî kesê veqetandî bi mirî sûcdar bûye. Wê hema wê rojê ji nû ve serê xwe pak bike

12 û ji bo rojên sozdanê dîsa ji Xudan re xwe veqetîne. Wê wekî pêşkêşiya berdêlê berxekî nêr û yeksalî bîne. Wê rojên wî yên berê beredayî herin, çimkî veqetandina wî qirêj bûye.

13 “‘Rê û rêbaza sozdana nezîriyê ev e: Çaxê rojên wî yên veqetandinê temam bûn, wê wî bînin ber deriyê Konê Hevdîtinê.

14 Wê kesê sozdana nezîriyê daye wekî qurbana şewitandinê berxekî nêr ê yeksalî yê bêqisûr û wekî pêşkêşiya paqijiyê berxeke mê ya yeksalî ya bêqisûr, wekî pêşkêşiya aştiyê beranekî bêqisûr,

15 selikeke nanê şikeva, ji arvanê hûr kilorên bi zeytê hatine hevîrkirin, nanê sêlê yê şikeva yê ku zeyt li ser hatiye kirin, bi pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê re bîne û pêşkêşî Xudan bike.

16 “‘Wê kahin van wekî pêşkêşiya paqijiyê û qurbana şewitandinê li hizûra Xudan pêşkêş bike.

17 Wê berên bi selika nanê şikeva re, wekî qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan bike. Wê kahin pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê jî pêşkêş bike.

18 “‘Piştre kesê sozdana nezîriyê daye, wê li ber deriyê Konê Hevdîtinê porê xwe kur bike, ji porê xwe hilde û deyne ser agirê bin qurbana aştiyê.

19 Piştî wî porê xwe kur kir, wê kahin hêta beranê kelandî, bi nanekî şikeva yê selikê û nanê şikeva yê sêlê re têxe destê kesê veqetandî.

20 Wê kahin wan wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan raber bike. Ev singê raberkirî û hêta ku hat pêşkêşkirin para pîroz a kahin in. Piştre kesê xwe veqetandiye dikare şerabê vexwe.

21 “‘Rê û rêbaza sozdana nezîriyê ev e. Divê pêşkêşiya wî ya Xudan li gorî sozdana nezîriyê be û heke jê were, dikare zêdetir jî bide. Divê li gorî rê û rêbaza nezîriyê, wê sozê pêk bîne.’”


Pîrozkirina ku kahin dikin

22 Xudan ji Mûsa re got:

23 “Ji Harûn û kurên wî re bêje: ‘Hûnê gelê Îsraêl wiha pîroz bikin. Hûnê ji wan re bêjî:

24 “‘Bila Xudan te bereket bike û biparêze.

25 Bila Xudan rûyê xwe ji te re ronî bike Û ji te re keremdar be.

26 Bila Xudan berê xwe bide te Û aştiyê bide te.’

27 “Bi vî awayî wê navê min deynin ser gelê Îsraêl û ezê wan pîroz bikim.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan