Hejmartin 5 - Kurmanji ÎncîlPaqijiya gel 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Li gelê Îsraêl emir bike, bila hemû kesên kotîbûyî, kesên ku herikîna wan heye û kesên ku bi destdayîna miriyan qirêj bûbin, divê ji artêşgehê bên avêtin. 3 Hûnê wan jin û mêran ji artêşgehê bavêjin. Divê ew artêşgehê qirêj nekin ku ez tê de me.” 4 Gelê Îsraêl wiha kir. Wan ew ji artêşgehê avêtin. Çawa ku Xudan ji Mûsa re got, gelê Îsraêl wiha kir. 5 Xudan ji Mûsa re got: 6 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Gava jin an mêrek li dijî kesekî din guneh bike, bi Xudan re nedilsozî kiriye û sûcdar e. 7 Wî çaxî wê li xwe mikur were ku guneh kiriye. Wê bergîdana tevahiya gunehê xwe bide, ji pêncan yekê jî deyne ser û bide wî kesê ku li dijî wî sûc kiriye. 8 Ji bo dayîna bergîdana sûc, heke merivekî wî kesî tunebe, wî çaxî bergîdana sûc ji Xudan re ye. Ji bo bexişandinê, wê bergîdanê bi beranekî re bîne ba kahin. 9 Di nav hemû pêşkêşiyên pîroz ên gelê Îsraêl de, hemû pêşkêşiya ku ew ji kahin re tînin, wê bibe ya kahin. 10 Her pêşkêşiya pîroz a ku mirov ji bo xwe tîne para kahin e. Ya ku daye kahin para kahin e.’” 11 Xudan ji Mûsa re got: 12 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke jina mêrekî ji rê derkeve, bêbextî lê bike, 13 bi zilamekî din re razê, qirêj bibe û vê yekê ji mêrê xwe veşêre, ji ber ku şahid tuneye, ya ku jinikê kiriye eşkere nebe, 14 herwiha fikreke hesûdiyê bikeve dilê mêrik, mêrik ji jina xwe biheside û di dilê xwe de jê bikeve şikê, ji bo ku jinik sûcdar be yan jî nebe, 15 wê jinikê bibe ba kahin. Wê ji bo wê wekî pêşkêşiya hesûdiyê, dehyeka efaya arvanê ceh bistîne. Wê zeytê nerijîne û guniyê li ser neke. Çimkî ev pêşkêşiya xîretkêşiyê ya dexlê ye. Ev nanê bibîranînê ye ku neheqiyê bi bîr bîne. 16 “‘Wê kahin jinikê nêzîk bike û li hizûra Xudan bide sekinandin. 17 Paşê wê ava pîroz a di dîzikê de hilde û ji axa ku mesken lê ava ye hinek tozê hilde û têxe nav avê. 18 Piştî ku kahin ew li hizûra Xudan da sekinandin, wê porê wê veke û pêşkêşiya dexlê ya bîranînê bixe destê wê. Ev pêşkêşiya hesûdiyê ya dexlê ye. Wê ava tehl a naletanînê di destê kahin de be. 19 Wê kahin bi jinikê sond bide xwarin û jê re bibêje: Heke mêrik bi te re ranezabe, heke tu di bin mehra mêrê xwe de ji rê derneketibî, bila ev ava tehl a ku naletê tîne zirarê nede te. 20 Lê heke tu di bin mehra mêrê xwe de ji rê derketibî, qirêj bûbî û ji bilî mêrê te yekî din bi te re razabe, 21 –wê kahin sonda naletê bi jinikê bide xwarin û jê re bibêje– Xudan zikê te biwerimîne û malzaroka te pûç bike. Xudan di nav gel de naletê bi ser te de bibarîne û te bike îbret. 22 Bila ev ava ku naletê tîne zikê te biwerimîne û malzaroka te pûç bike. “‘Wê gavê wê jinik bêje: Amîn, amîn. 23 “‘Wê kahin van naletan di nivîsê de binivîse û wan di nav ava tehl de bişo. 24 Wê vê ava tehl a ku naletê tîne bi jinikê bide vexwarin. Wê ev ava bi nalet bikeve zikê wê û biêşîne. 25 Wê kahin pêşkêşiya hesûdiyê ya dexlê ji destê wê bistîne, li hizûra Xudan bihejîne û bîne gorîgehê. 26 Ji pêşkêşiya dexlê divê hinek bibe para diyarkirî. Wê kahin kulmekî hilîne û li ser gorîgehê bişewitîne. Piştre wê avê bi jinikê bide vexwarin. 27 Piştî ku wî av pê da vexwarin, heke jinikê bi mêrê xwe re bêbextî kiribe û qirêj bûbe, gava ava ku naletê tîne vexwe, wê pê biêşe, zikê wê biwerime û malzaroka wê pûç bibe. Wî çaxî wê jinik di nav gel de naletbûyî be. 28 Lê heke jinik xwe qirêj nekiribe û paqij be, wê pê neêşe û zarokên wê çêbin. 29 “‘Rê û rêbaza hesûdiyê ev e. Gava jinek ji rê derkeve û di bin mehra mêrê xwe de qirêj bibe, 30 yan jî gava fikreke hesûdiyê bikeve dilê wî û ji jina xwe biheside, wê kahin jinikê li hizûra Xudan bide sekinandin û vê rêbazê ji bo wê pêk bîne. 31 Heke jinikê ev sûc nekiribe, wê mêrik ji vê xerabiyê bêsûc be. Lê gava jinikê ev sûc kiribe, wê cezayê xerabiya xwe bikişîne.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey