Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 4 - Kurmanji Încîl


Berpirsiyariya Qohatiyan

1 Xudan bi Mûsa û Harûn re peyivî û got:

2 “Di nav eşîra Lêwî de, li gorî malbat û binemalên wan tenê Qohatiyan cuda bijmêrin.

3 Hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ne ku dikarin xizmeta Konê Hevdîtinê bikin, bijmêrin.

4 Xizmeta ku Qohatî li Konê Hevdîtinê dikin, li ser hilgirtina taximên herî pîroz e.

5 “Gava artêşgeh bi rê dikeve, wê Harûn û kurên xwe bikevin hundir, perdeya jihevqetandinê bînin xwarê û Sindoqa Şahidiyê pê binixêmin.

6 Piştre wê bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî ser wê binixêmin. Wê kincekî bi tevahî şînê tarî deynin ser û destiyên wê lêxin.

7 “Wê kincê şînê tarî li ser sifra nanê hizûrê raxin û wê tasik û firaxên bixûrê tevî tas û şerbikên pêşkêşiya rijandinê deynin ser. Wê nanê rojane li ser maseyê hebe.

8 Wê kincekî sor raxin ser wan û bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û destiyên wê lêxin.

9 “Wê kincekî şînê tarî hildin, şamdank, qendîlên wê, maşikên fitîlan, tepsikên wê û taximên wê yên ku ji bo zeytê tên xebitandin binixêmin.

10 Wê şamdank û hemû taximên wê bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û deynin ser darbestê.

11 “Wê kincekî şînê tarî bavêjin ser gorîgeha zêrîn û bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û destiyên wê lêxin.

12 Wê hemû taximên xizmeta Pîrozgehê hildin û wan bixin hundirê kincekî şînê tarî, bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û deynin ser darbestê.

13 Wê kincekî ji gorîgehê rakin û wê bi xêliyeke binevşî binixêmin.

14 Wê hemû taximên ji bo xizmeta gorîgehê tên xebitandin; tepsik, sêgoyên goşt, bêr û tasik hildin, gorîgehê bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û destiyên wê lêxin.

15 “Gava artêşgeh bi rê dikeve, piştî Harûn û kurên xwe karê nixamtina Pîrozgehê û hemû taximên wê qedandin, wê Qohatî ji bo hilgirtina wê werin. Lê wê dest nedin tiştên pîroz ku nemirin. Barên Konê Hevdîtinê yên ku Qohatî hilgirin, ev in.

16 “Wê Êlezarê kurê Harûnê Kahin ji Pîrozgehê û taximên wê berpirsiyar be; rûnê ronahiyê, bixûra bêhnxweş, pêşkêşiya dexlê ya rojane, rûnê kifşkirinê, tevahiya meskên û her tiştê tê de.”

17 Xudan bi Mûsa û Harûn re peyivî û got:

18 “Binemalên Qohatiyan ji nav eşîra Lêwî kêm nebin.

19 Gava nêzîkî tiştên pîroz dibin, wiha bikin ku bijîn, nemirin: Wê Harûn û kurên xwe bikevin hundir û her yekî ji wan ji bo kar û barên wan tayîn bikin.

20 Lê wê Qohatî çirkeyek jî, ji bo dîtina tiştên pîroz nekevin hundir ku nemirin.”


Berpirsiyariya Gêrşoniyan

21 Xudan ji Mûsa re got:

22 “Li gorî malbat û binemalên wan Gêrşoniyan bijmêre.

23 Hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ne ku dikarin xizmeta Konê Hevdîtinê bikin, bijmêre.

24 “Di xizmeta hilgirtinê de peywira binemalên Gêrşoniyan, ev e:

25 Wê Gêrşonî perdeyên meskên, Konê Hevdîtinê û xêliya wî, xêliya li ser a çermê beran ê şînê tarî, perdeya deriyê Konê Hevdîtinê,

26 perdeyên hewşê, perdeya dergehê hewşa ku meskên û gorîgehê dor dipêçe, qeytanên wan û hemû taximên xizmeta wan hilgirin. Hemû xizmeta li ser van tiştan peywira wan e.

27 Hemû xizmeta Gêrşonî bikin; hilgirtin tevî xizmetên din, wê bi gotina Harûn û kurên wî be. Hûnê wan ji bo kar û barên xwe tayîn bikin.

28 Xizmeta binemalên Gêrşoniyan a li Konê Hevdîtinê ev e. Wê xizmeta wan di bin berpirsiyariya Îtamarê kurê Harûnê Kahin be.


Berpirsiyariya Mêrariyiyan

29 “Mêrariyiyan jî li gorî malbat û binemalên wan bijmêre.

30 Hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ne ku dikarin xizmeta hilgirtina Konê Hevdîtinê bikin, bijmêre.

31 Kar û barê wan ê li Konê Hevdîtinê ev e: Wê derdora meskên, stûn, girş, binik,

32 seredor stûnên hewşê, binik, sing, qeytan û hemû taximên ku bi van re tên xebitandin hilgirin. Tê her yekî ji wan deynî ser karekî.

33 Karên binemalên Mêrarî yên li Konê Hevdîtinê ev in. Wê xizmeta wan di bin berpirsiyariya Îtamarê kurê Harûnê Kahin be.”


Hejmartina Lêwiyiyan

34 Îcar Mûsa, Harûn û serekên civakê, Qohatî li gorî malbat û binemalên wan hejmartin.

35 Wan hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ku dikarin xizmeta hilgirtina Konê Hevdîtinê bikin, hejmartin.

36 Li gorî binemalên wan hejmara wan 2.750 kes bû.

37 Qohatiyên li Konê Hevdîtinê xizmet dikirin û li gorî binemalên xwe hatin hejmartin ev bûn. Li ser fermana devê Xudan ku bi riya Mûsa hat dayîn, Mûsa û Harûn ew hejmartin.

38 Gêrşonî li gorî malbat û binemalên xwe hatin hejmartin.

39 Hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ku dikarin xizmeta hilgirtina Konê Hevdîtinê bikin, hatin hejmartin.

40 Li gorî malbat û binemalên xwe yên hejmartî 2.630 kes bûn.

41 Gêrşoniyên li Konê Hevdîtinê xizmet dikirin û li gorî binemalên xwe hatin hejmartin, ev bûn. Li ser fermana devê Xudan, Mûsa û Harûn ew hejmartin.

42 Mêrarî li gorî malbat û binemalên xwe hatin hejmartin.

43 Her mêrên ji sî heta pêncî salî ku dikarin xizmeta hilgirtina Konê Hevdîtinê bikin, hatin hejmartin.

44 Li gorî binemalên wan, kesên hejmartî 3.200 kes bûn.

45 Hejmartina binemalên Mêrariyiyan ev bû ku Mûsa û Harûn li ser fermana devê Xudan û bi riya Mûsa kiribûn.

46 Bi vî awayî Mûsa, Harûn û serekên gelê Îsraêl, Lêwiyiyan li gorî malbat û binemalên wan,

47 hemû mêrên ku emrê wan di navbera sî heta pêncî salî de ne hejmartin ku dikarin karê hilgirtinê û xizmetên din ên Konê Hevdîtinê bikin.

48 Hejmara wan 8.580 kes bû.

49 Li ser fermana devê Xudan, ew li gorî xizmet û karê xwe yê hilgirtinê bi destê Mûsa hatin hejmartin. Bi vî awayî çawa ku Xudan emir kiribû, ew bi riya Mûsa hatin hejmartin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan