Hejmartin 36 - Kurmanji ÎncîlMîrasa keçên Selofhadê Minaşşeyî 1 Serekên malbatên binemalên ziriyeta Gîladê kurê Maxîrê kurê Minaşşeyê kurê Ûsiv hatin ku li ber Mûsa û serekên malbatên gelê Îsraêl bipeyivin. 2 Wan got: “Xudan li Mûsayê xweyê me emir kir ku welêt bi awayê pişkavêtinê bi milkî bide gelê Îsraêl. Wî li xweyê me jî emir kir ku mîrasa merivê me Selofhad bide keçên wî. 3 Lê heke keçên Selofhad bi mêrên eşîreke din a gelê Îsraêl re bizewicin, wê mîrasa wan ji mîrasa malbatên me bê standin û bi ser mîrasa eşîra mêrên wan ve bê berdan. Bi vî awayî wê para ku bi pişk ji me re ket kêm bibe. 4 Herwiha çaxê Sala Azadiyê ya gelê Îsraêl bê pîrozkirin, wê mîrasa wan bi ser mîrasa eşîra mêrên wan û ji mîrasa ku ji eşîra bav û kalên me re ketiye, kêm bibe.” 5 Li ser fermana devê Xudan, Mûsa li gelê Îsraêl emir kir û got: “Ziriyeta eşîra Ûsiv rast dibêje. 6 Ya ku Xudan li ser keçên Selofhad emir kiriye û gotiye ev e: ‘Ew dikarin bi wan kesan re bizewicin ku dilê wan pê xweş bin, lê divê mêr ji eşîra bavê wan bin.’ 7 Bi vî awayî wê mîrasa gelê Îsraêl ji eşîrekê derbasî eşîreke din nebe. Wê her kesê ji gelê Îsraêl, girêdayî mîrasa eşîra xwe bimîne. 8 Di nav hemû eşîrên gelê Îsraêl de, divê her keça xweyî mîras, bi mêrekî ji binemalên eşîra bavê xwe re bizewice ku her kesê ji gelê Îsraêl ji mîrasa bav û kalên xwe re bibe xweyî. 9 Wê mîras ji eşîrekê derbasî eşîra din nebe. Çimkî wê her eşîra Îsraêl girêdayî mîrasa xwe bimîne.” 10 Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, keçên Selofhad wisa kir. 11 Keçên Selofhad; Mahla, Tîrsa, Hogla, Mîlka û Noa bi pismamên xwe re zewicîn. 12 Ew bi mêrên ji binemala Minaşşeyê kurê Ûsiv re zewicîn û mîrasa wan ji eşîra binemala bavên wan re ma. 13 Ferman û rêbazên Xudan ev bûn ku bi riya Mûsa li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê dan gelê Îsraêl. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey