Hejmartin 34 - Kurmanji ÎncîlSînorên Kenanê 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Li gelê Îsraêl emir bike û ji wan re bêje: ‘Gava hûn ketin welatê Kenanê yê ku wê bi milkî para we bikeve, wê sînorên we wiha bin: 3 “‘Sînorê we yê başûr wê ji Beriya Zînê hilkişe sînorê Edomê. Li rojhilat, wê sînorê we yê başûr ji keviyên Gola Xwê destpê bike, 4 di başûrê Hevrazê Dûpişkan re bigihîje Zînê û heta başûrê Qadêş-Barnêayê here. Wê ji wê derê here Hasar-Addar û Esmonê, 5 ji Esmonê jî dirêjî Geliyê Misrê bibe û li Derya Spî biqede. 6 “‘Sînorê we yê rojava wê bibe Derya Spî û keviyên wê. Wê sînorê we yê rojava wiha be. 7 “‘Sînorê we yê bakur wê ji Derya Spî bigihîje Çiyayê Horê. 8 Wê ji Çiyayê Horê xwe berde Levo-Hamatê, ji wir bigihîje Sedadê, 9 ber bi Zîfronê ve dirêj bibe û li Hasar-Eynanê biqede. Wê sînorê we yê bakur wiha be. 10 “‘Sînorê we yê rojhilat wê ji Hasar-Eynanê heta Şefamê hilkişe 11 û ji Şefamê xwe berde Rîvlaya li rojhilatê Eyînê. Wê ji wir berjêr bibe û bigihîje palên rojhilatê Gola Kînneretê. 12 Wê sînor dakeve Çemê Şerîayê û bigihîje keviyên Gola Xwê. “‘Wê sînorên welatê we ji her alî ve wiha be.’” 13 Mûsa li gelê Îsraêl emir kir û got: “Welatê ku hûnê bi pişkê mîras bistînin ev e. Çawa ku Xudan emir kiriye, wê di nav neh eşîr û nîveşîrê de bê parvekirin. 14 Çimkî eşîra Rûbên bi tevahiya malbatên xwe ve û eşîra Gad bi tevahiya malbatên xwe ve û nîveşîra Minaşşe mîrasa xwe standin. 15 Her du eşîr û nîveşîr, mîrasa xwe li rojhilatê Çemê Şerîayê, li pêşberî Erîhayê standin.” 16 Xudan ji Mûsa re got: 17 “Navên zilamên ku wê welat li we parve bikin ev in: Êlezarê Kahin û Yêşûyê kurê Nûn. 18 Ji bo bi mîrasî parvekirina welêt ji her eşîrekê serekekî hildin. 19 “Navê kesên ku hûnê peywirdar bikin ev in: Ji eşîra Cihûda, Kalêvê kurê Yefûnne, 20 ji eşîra Şimûn, Şemûêlê kurê Emmîhûd, 21 ji eşîra Binyamîn, Elîdadê kurê Kîslon, 22 ji eşîra Dan serekek, Bûqiyê kurê Yoglî, 23 ji kurên Ûsiv; ji eşîra Minaşşe serekek, Hanniyêlê kurê Êfod 24 û ji eşîra Efrayîm serekek, Qemûêlê kurê Şîftan, 25 ji eşîra Zevûlon serekek, Êlîsafanê kurê Parnak, 26 ji eşîra Îssexar serekek, Paltiyêlê kurê Ezzan, 27 ji eşîra Aşêr serekek, Ahîhûdê kurê Şelomî 28 û ji eşîra Neftelî serekek, Pedahêlê kurê Emmîhûd.” 29 Kesên ku Xudan li wan emir kiribû ku li welatê Kenanê mîrasa gelê Îsraêl parve bikin, ev bûn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey