Hejmartin 33 - Kurmanji ÎncîlRêwîtiya ji Misrê ber bi Moavê 1 Rêwîtiyên ku gelê Îsraêl li gorî artêşgehên xwe bi rêberiya Mûsa û Harûn ji welatê Misrê derket, ev in. 2 Li ser fermana devê Xudan, Mûsa beş bi beş ev rêwîtî nivîsî. Rêwîtiyên gelê Îsraêl ev bûn: 3 Di panzdehê meha pêşî de, dotira roja Cejna Derbasbûnê, gelê Îsraêl li ber çavê hemû Misriyan bi wêrekî ji Ramsêsê bi rê ket. 4 Wê gavê Misriyan kurên xwe yên pêşî vedişartin ku Xudan ew kuştibûn. Xudan îlahên wan jî dadbar kiribûn. 5 Gelê Îsraêl ji Ramsêsê koç kir û li Sûkkotê kon veda. 6 Ji Sûkkotê bi rê ket û li Êtama li kêleka beriyê kon veda. 7 Ji Êtamê bi rê ket, zivirî Pî-Hahîrota rojhilatê Baal-Sefonê û paşê li pêşberî Mîgdolê kon veda. 8 Ji Pî-Hahîrotê bi rê ket, di nav deryayê re derbas bû û hat beriyê. Li Beriya Êtamê qonaxa sê rojan koç kir û li Marayê kon veda. 9 Ji Marayê bi rê ket û hat Elîmê. Li Elîmê duwanzdeh kanî û heftê darên xurmê hebûn. Loma li wê derê kon veda. 10 Gel ji Elîmê koç kir û li kêleka Derya Sor kon veda. 11 Ji Derya Sor koç kir û li Beriya Sînê kon veda. 12 Ji Beriya Sînê koç kir û li Dofqayê kon veda. 13 Ji Dofqayê koç kir û li Alûşê kon veda. 14 Ji Alûşê koç kir û li Refîdîmê kon veda ku ji bo gel ava vexwarinê tunebû. 15 Ji Refîdîmê koç kir û li Beriya Sînayê kon veda. 16 Ji Beriya Sînayê koç kir li Qîvrot-Hattaawayê kon veda. 17 Ji Qîvrot-Hattaawayê koç kir û li Hasêrotê kon veda. 18 Ji Hasêrotê koç kir û li Rîtmayê kon veda. 19 Ji Rîtmayê koç kir û li Rîmmon-Peresê kon veda. 20 Ji Rîmmon-Peresê koç kir û li Lîvnayê kon veda. 21 Ji Lîvnayê koç kir û li Rîssayê kon veda. 22 Ji Rîssayê koç kir û li Qehêlatayê kon veda. 23 Ji Qehêlatayê koç kir û li Çiyayê Şeferê kon veda. 24 Ji Çiyayê Şeferê koç kir û li Haradayê kon veda. 25 Ji Haradayê koç kir û li Maqhêlotê kon veda. 26 Ji Maqhêlotê koç kir û li Tahatê kon veda. 27 Ji Tahatê koç kir û li Têrahê kon veda. 28 Ji Têrahê koç kir û li Mîtqayê kon veda. 29 Ji Mîtqayê koç kir û li Haşmonayê kon veda. 30 Ji Haşmonayê koç kir û li Mosêrotê kon veda. 31 Ji Mosêrotê koç kir û li Benê-Yaeqanê kon veda. 32 Ji Benê-Yaeqanê koç kir û li Hor-Gîdgadê kon veda. 33 Ji Hor-Gîdgadê koç kir û li Yotbatayê kon veda. 34 Ji Yotbatayê koç kir û li Evronayê kon veda. 35 Ji Evronayê koç kir û li Esyon-Geverê kon veda. 36 Ji Esyon-Geverê koç kir û li Beriya Zînê –ku Qadêş e– kon veda. 37 Ji Qadêşê koç kir û li kêleka welatê Edomê, li Çiyayê Horê kon veda. 38 Li ser fermana devê Xudan, Harûnê Kahin derket Çiyayê Horê û di sala çilemîn a ku gelê Îsraêl ji welatê Misrê derket de, di yekê meha pêncan de mir. 39 Gava Harûn li Çiyayê Horê mir 123 salî bû. 40 Padîşahê Eradê yê Kenanî yê ku li herêma Negeva li welatê Kenanê rûdinişt, hatina gelê Îsraêl bihîst. 41 Wî çaxî gel ji Çiyayê Horê koç kir û li Salmonayê kon veda. 42 Ji Salmonayê koç kir û li Pûnonê kon veda. 43 Ji Pûnonê koç kir û li Ovotê kon veda. 44 Ji Ovotê koç kir, li sînorê Moavê, li Îyê-Evarîmê kon veda. 45 Ji Îyîmê koç kir û li Dîvon-Gadê kon veda. 46 Ji Dîvon-Gadê koç kir û li Elmon-Dîvlatayîmê kon veda. 47 Ji Elmon-Dîvlatayîmê koç kir li pêşberî Neboyê, li herêma çiyayî ya Evarîmê kon veda. 48 Ji herêma çiyayî ya Evarîmê koç kir û li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê kon veda. 49 Wan li kêleka Çemê Şerîayê, ji Bêtyeşîmotê heta Avêl-Şittîma li deştên Moavê kon veda. 50 Xudan li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê bi Mûsa re peyivî û got: 51 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn ji Çemê Şerîayê derbasî welatê Kenanê bûn, 52 hûnê ji ber xwe hemû şêniyên welêt biqewitînin. Hûnê hemû pûtên wan ên rijandî û qewartî tune bikin û hemû bilindciyên ku li wir diperizin pûtan hilweşînin. 53 Hûnê welêt ji xwe re bikin milk û lê rûnin. Çimkî min ew der bi milkî da we. 54 Hûnê welêt bi pişk di nav binemalên xwe de parve bikin. Hûnê mîrasa kesên zêde ne, zêde bidin, ên kêm in, kêm bidin. Bi riya pişkê, ji kê re ku der bikeve, ew der ya wî ye. Hûnê li gorî eşîrên bav û kalên xwe mîras bistînin. 55 Lê heke hûn şêniyên welêt neqewitînin, wê gelê li wir maye di çavê we de bibe kelem û di newqa we de bibe stirî. Li welatê hûn lê rûdinin wê tengasiyê bidin we. 56 Wî çaxî tişta ez difikirîm bînim serê wan, ezê bînim serê we.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey