Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 32 - Kurmanji Încîl


Eşîrên li rojhilatê Çemê Şerîayê bicih bûne
( Dubarekirina Şerîetê 3:1-12 )

1 Gelek zêde pez û dewarên Gadî û Rûbêniyan hebûn. Gava wan dît ku axa Yazêrê û axa Gîladê ji bo xweyîkirina heywanan baş in,

2 Gadî û Rûbênî hatin ba Mûsa, Êlezarê Kahin û serekên civakê. Wan got:

3 “Etarot, Dîvon, Yazêr, Nîmra, Heşbon, Êlele, Sevam, Nebo û Beon

4 ango ev deverên ku Xudan li ber civaka Îsraêl têk bir, ji bo pez û dewaran baş e û heywanên xulamên we jî hene.

5 Heke dilê te bi me xweş be, vê axê wekî milk bide xulamên xwe ku em jî derbasî wî alî Çemê Şerîayê nebin.”

6 Mûsa ji Gadî û Rûbêniyan re got: “Wê birayên we herin şer û hûnê li vir bimînin?!

7 Hûn çima dilê gelê Îsraêl sar dikin ku diçin welatê Xudan daye wan?

8 Bavên we yên ku min ji Qadêş-Barnêayê şandin ku welêt bibînin jî wisa kir.

9 Gava ew heta Newala Eşkolê çûn û wan welat dît, wan dilê gelê Îsraêl sar kir ku neçin welatê Xudan daye wan.

10 Wê rojê hêrsa Xudan rabû. Wî sond xwar û got:

11 ‘Ji kesên bîst salî û mezintir ku ji Misrê derketin, wê welêt nebînin ku min sond xwariye bidim Îbrahîm, Îshaq û Aqûb. Çimkî wan bi tevahî neda pey min.

12 Wê ji bilî Kalêvê kurê Yefûnneyê Qenîzzî û Yêşûyê kurê Nûn, tu kesekî din wê derê nebîne. Çimkî tenê wan bi tevahî da pey min.’

13 Îcar hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û heta tevahiya wî nifşê ku tiştên di çavê Xudan de xerab in kiribûn qedand, wî ew çil salan li beriyê da gerandin.

14 “Nexwe hûn, ya ziriyeta gunehkaran! Hûn ketin şûna bavê xwe û hûn hêrsa Xudan a dijwar li dijî gelê Îsraêl zêdetir dikin.

15 Heke hûn dev ji rêveçûna pey wî berdin, wê Xudan dîsa wan li beriyê bihêle û hûnê bibin sedema tunebûna tevahiya vî gelî.”

16 Ew nêzîkî Mûsa bûn û wan jê re got: “Emê li vir ji bo pezê xwe hevşiyan çêkin û ji bo zarokên xwe bajaran ava bikin.

17 Lê emê çekan hildin û pêşengiya gelê Îsraêl bikin heta ew bigihîjin welatê ku wê bibe yê wan. Lê ji ber şêniyên welêt, wê zarokên me li bajarên bisûr rûnin.

18 Heta ku hemû gelê Îsraêl mîrasa xwe bistîne, emê nezivirin malên xwe.

19 Emê li aliyê din ê Çemê Şerîayê û wêdetir bi wan re mîras nestînin. Çimkî rojhilatê Çemê Şerîayê wekî mîras para me ket.”

20 Mûsa ji wan re got: “Heke hûn vê yekê bikin, çekên xwe hildin, li pêşberî Xudan herin şer

21 û hemû kesên ji we çekên xwe hildin, heta dijminên Xudan li ber wî bên qewitandin, li pêşiya Xudan Çemê Şerîayê derbas bikin

22 û welat jî li ber wî bikeve dest, wî çaxî hûnê bikaribin vegerin û beramberî Xudan û gelê Îsraêl nekevin bin barekî. Wê gavê wê ev der li ber Xudan bibe milkê we.

23 “Lê heke hûn wiha nekin, wê gavê hûnê li dijî Xudan guneh bikin û bawer bin wê sûcê we pêsîra we bernede.

24 Ji bo zarokên xwe bajaran û ji bo keriyên xwe hevşiyan çêkin. Lê gotina ji devê we derketiye bikin.”

25 Gadî û Rûbêniyan ji Mûsa re got: “Wê xulamên te çawa ku xweyê me emir kiriye, bikin.

26 Wê jinên me, zarokên me, keriyên me û hemû heywanên me yên din li vir, li bajarên Gîladê bimînin.

27 Lê çawa ku te emir kiriye, wê hemû xulamên te çekên xwe hildin, derbasî aliyê din bibin û li ber Xudan şer bikin.”

28 Mûsa li ser Gadî û Rûbêniyan, li Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekên binemalên eşîrên gelê Îsraêl emir kir.

29 Mûsa ji wan re got: “Heke Gadî û Rûbêniyên çekdar li ber Xudan bi we re Çemê Şerîayê derbas bikin û welat li ber we bikeve dest, hûnê herêma Gîladê bi milkî bidin wan.

30 Lê heke çekdar bi we re derbas nebin, wê li welatê Kenanê di nav we de milk bistînin.”

31 Gadî û Rûbêniyan bersiv da û got: “Çawa ku Xudan ji xulamên te re gotiye, emê wisa bikin.

32 Emê bi awayekî çekdar li ber Xudan derbasî welatê Kenanê bibin, lê milkê ku emê mîras bistînin, wê li rojhilatê Çemê Şerîayê be.”

33 Mûsa padîşahiya Sîhonê Padîşahê Amoriyan û padîşahiya Ogê Padîşahê Başanê da eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşeyê kurê Ûsiv. Wî welat, bajar û axa bajarên derdora wan dan wan.

34 Gadiyan ev bajar ji nû ve ava kirin: Dîvon, Etarot, Eroêr,

35 Etrot-Şofan, Yazêr, Yogboha,

36 Bêtnîmra û Bêtharan. Wan ji bo xwe bajarên bi sûr û hevşiyên pêz çêkirin.

37 Rûbêniyan ev ji nû ve ava kirin: Heşbon, Êlele, Qîryatayîm,

38 Nebo, Baal-Meon –hinek nav hatin guhertin– û Sîvma. Wan navên nû li bajarên ku çêkirin danîn.

39 Kesên ji ziriyeta Maxîrê kurê Minaşşe çûn Gîladê û wan ew desteser kir. Wan Amoriyên wir qewitandin.

40 Bi vî awayî Mûsa axa Gîlad da Maxîrê kurê Minaşşe û ew jî li wê derê rûniştin.

41 Yayîrê ji nîveşîra Minaşşe çû, gundên Amoriyan standin û navê Hawot-Yayîr li wan deran kir.

42 Novah jî çû û Qenat û gundên wê standin. Wî navê xwe li wê derê kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan