Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 31 - Kurmanji Încîl


Heyf ji Mîdyanê tê standin

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Heyfa gelê Îsraêl ji Mîdyaniyan bistîne. Piştre tê bimirî û bigihîjî pêşiyên xwe.”

3 Mûsa ji gel re got: “Ji bo ku li dijî Mîdyaniyan şer bikin û heyfa Xudan ji wan bistînin, ji nav xwe zilaman çekdar bikin.

4 Ji her eşîreke Îsraêl, hezar mêran bişînin şer.”

5 Li ser vê yekê ji eşîrên Îsraêl, ji her eşîrekê hezar mêr hatin hilbijartin. Wan duwanzdeh hezar zilam çekdar kirin.

6 Mûsa ji her eşîrê hezar zilamên çekdar û Pînehasê kurê Êlezarê Kahin şandin şer. Pînehas hinek taximên Pîrozgehê û boriyên dengbilind hildan ba xwe.

7 Çawa ku Xudan li Mûsa emir kir, wan li dijî Mîdyaniyan şer kir û hemû şervanên wan kuştin.

8 Wan pênc padîşahên Mîdyanê kuştin: Ewî, Reqem, Sûr, Hûr û Reva. Wan Balamê kurê Beor jî da ber şûran.

9 Gelê Îsraêl jin û zarokên Mîdyaniyan dîl girtin. Wan hemû heywan, kerî û malê wan talan kirin.

10 Hemû war û bajarên Mîdyanî lê diman şewitandin

11 û hemû tişt, çi mirov, çi heywan talan kirin.

12 Wan êsîr û talan anîn ba Mûsa, Êlezarê Kahin û civata gelê Îsraêl. Wan ew anîn artêşgeha ku li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê bû.

13 Mûsa, Êlezarê Kahin û hemû serekên civakê derketin derveyî artêşgehê ku bên pêşiya wan.

14 Mûsa li fermandarên artêşê, serhezar û sersedan hêrs bû ku ji şer dihatin.

15 Mûsa ji wan re got: “Ma we hemû jin sax hiştine?!

16 Ew jin ew in ku guhdariya şîreta Balam kir! Ew di meseleya Peor de bûn sedema nedilsoziya gelê Îsraêl a bi Xudan re. Loma kul ket nav civaka Xudan.

17 Niha hemû zarokên kurîn û jinên ku bi mêran re razane bikujin.

18 Lê keçên ciwan ên ku bi mêran re ranezane ji bo xwe sax bihêlin.

19 Bila her kesê ji we ku mirovekî kuştiye yan dest daye miriyekî, heft rojan li derveyî artêşgehê bimîne. Herwiha bila di roja sisêyan û di roja heftan de xwe û êsîrên xwe ji gunehan pak bike.

20 Hûnê her cilî, her tiştê çermîn, her tiştê ji mûyê bizinê hatiye çêkirin û her tiştê darîn pak bikin.”

21 Êlezarê Kahin ji leşkerên ji şer vegeriyane re got: “Rêbaza şerîeta ku Xudan li Mûsa emir kiriye ev e:

22 ‘Zêr, zîv, tûnc, hesin, qelay û risas,

23 wê her tiştê li ber êgir li ber xwe dide, di êgir re derbas bibe û pak bibe. Herwiha hûnê bi ava paqijkirinê pak bikin û her tiştê li ber êgir li ber xwe nade jî di avê re derbas bikin.

24 Hûnê roja heftan cilên xwe bişon û pak bibin. Piştre hûn dikarin bikevin artêşgehê.’”


Parvekirina malên talankirî

25 Xudan ji Mûsa re got:

26 “Tu, Êlezarê Kahin û serekên binemalên civakê, çi mirov, çi heywan tevahiya talên bijmêrin.

27 Paşê talên di navbera kesên çûne şer û tevahiya civakê de parve bikin.

28 Ji para leşkerên çûne şer, ji mirov, ker û pez û dewêr, tê ji bo Xudan ji pêncsedan yekî bac bistînî.

29 Tê vê bacê ji nîvê para ji leşkeran re ketiye bistînî û ji bo Xudan wekî pêşkêşî bidî Êlezarê Kahin.

30 Ji nîvê para din a gelê Îsraêl ji mirov û hemû heywanan –pez, ker an dewar– ji pênciyan yekî bistînî û bidî Lêwiyiyên ku nobedariya Meskenê Xudan dikin.”

31 Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, Mûsa û Êlezarê Kahin wiha kir.

32 Talanê mayî yê ku leşkeran di şer de anîbû, ev bû: 675.000 pez,

33 72.000 dewar,

34 61.000 ker,

35 32.000 keçên ku bi mêran re ranezane.

36 Nîvê para ji leşkerên ku çûbûn şer re ket jî ev bû: 337.500 pez,

37 baca Xudan a ji van 675 pez,

38 36.000 dewar, baca Xudan a ji van 72 dewar,

39 30.500 ker, baca Xudan a ji van 61 ker

40 û 16.000 kes, baca Xudan a ji van 32 kes.

41 Çawa ku Xudan lê emir kiribû, Mûsa baca ji Xudan re hatiye veqetandin da Êlezarê Kahin.

42 Nîvê para ku Mûsa ji leşkerên ku çûne şer stand û da gelê Îsraêl

43 ango nîvê ku bû para civakê, ev bû: 337.500 pez,

44 36.000 dewar,

45 30.500 ker

46 û 16.000 kes.

47 Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa ji nîvê para ji gelê Îsraêl re ketiye, ji her pêncî kesî yekî û ji her pêncî heywanî yekî hilda û da Lêwiyiyên ku nobedariya Meskenê Xudan dikin.

48 Fermandarên serhezar û sersed nêzîkî Mûsa bûn

49 û jê re got: “Em xulamên te, me tevahiya zilamên ku me biribû şer hejmartin û ji me tu kes kêm tuneye.

50 Herwiha me pêşkêşiyên Xudan anîn. Hemû ji me çi tiştê dîtibe; tiştên zêrîn, bazbend, bazin, gustîl, guhar û gerdenî me anîn ku ji bo bexişandina canê xwe wekî kefaret bidin Xudan.”

51 Mûsa û Êlezarê Kahin zêr û her cure tiştên zêrîn ji wan standin.

52 Giraniya tevahiya zêrê ku serhezar û sersedan pêşkêşî Xudan kir 16.750 şekel bû.

53 Hemû leşker talanê xwe hildabû.

54 Mûsa û Êlezarê Kahin ji serhezar û sersedan zêr stand û wekî pêşkêşiyeke bîranînê ya ji bo gelê Îsraêl li hizûra Xudan anî Konê Hevdîtinê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan