Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 3 - Kurmanji Încîl


Berpirsiyariya kurên Harûnê Kahin

1 Qeyda ziriyeta Harûn û Mûsa ya ku di roja Xudan li Çiyayê Sînayê bi Mûsa re peyivî de, ev bû.

2 Navên kurên Harûn ev in: Nadavê kurê pêşî, Avîhû, Êlezar û Îtamar.

3 Navên kurên Harûn ên ku kahin bûn, ev in. Wî bi rûnkirinê ew kifş kirin ku karê kahintiyê bikin.

4 Gava li Beriya Sînayê agirê xerîb pêşkêşî Xudan kir, Nadav û Avîhû li hizûra Xudan miribûn û zarokên wan tunebûn. Êlezar û Îtamar li ba Harûnê bavê xwe kahintî dikir.


Karên Lêwiyiyan

5 Xudan ji Mûsa re got:

6 “Gazî eşîra Lêwî bike ku nêzîk bibin. Wan bîne pêşberî Harûnê Kahin ku jê re xizmetê bikin.

7 Wê ji bo Harûn û tevahiya civakê, li ber Konê Hevdîtinê xizmet û berpirsiyariya meskên bikin.

8 Wê ji hemû taximên Konê Hevdîtinê berpirsiyar bin û gava xizmeta meskên bikin, wê peywirên xwe ji bo gelê Îsraêl pêk bînin.

9 Tê Lêwiyiyan bidî Harûn û kurên wî. Di nav gelê Îsraêl de ew bi tevahî jê re hatine veqetandin.

10 Tê Harûn û kurên wî ji bo karê kahintiyê kifş bikî. Ji bilî wan kesê ku nêzîkî Pîrozgehê bibe, wê bê kuştin.”

11 Xudan ji Mûsa re got:

12 “Va ye min di şûna kurên pêşî yên ji zikên Îsraêliyan de ji nav gelê Îsraêl Lêwiyî hilbijartin. Wê Lêwiyî yên min bin.

13 Çimkî her yê pêşî yê min e. Roja min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ji gelê Îsraêl çi mirov, çi heywan ji bo xwe her yê pêşî veqetandin. Ez Xudan im.”


Hejmartina Lêwiyiyan

14 Xudan li Beriya Sînayê bi Mûsa re peyivî û got:

15 “Lêwiyiyan li gorî malbat û binemalên wan bijmêre. Tê her kurê yekmehî û mezintir bijmêrî.”

16 Li gorî fermana devê Xudan, Mûsa ew hejmartin. Çawa ku lê hatiye emirkirin, wî kir.

17 Navên kurên Lêwî ev bûn: Gêrşon, Qohat û Mêrarî.

18 Li gorî binemalên xwe, navên kurên Gêrşon ev bûn: Lîvnî û Şîmî.

19 Li gorî binemalên xwe kurên Qohat ev bûn: Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl.

20 Li gorî binemalên xwe kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Li gorî malbatên xwe binemalên Lêwiyiyan ev bûn.

21 Binemalên Lîvnî û Şîmî ji ziriyeta Gêrşon bûn. Binemalên Gêrşoniyan ev bûn.

22 Yekmehî û mezintir hejmara hemû kesên kurîn 7.500 kes bû.

23 Wê binemalên Gêrşoniyan li pişt meskên, li aliyê rojava kon vedana

24 û wê serekê malbatên Gêrşoniyan jî bibûya Êlyasafê kurê Laêl.

25 Wê berpirsiyariya Gêrşoniyan a li Konê Hevdîtinê ji meskên, ji kon û xêliya wî, ji perdeya li ber deriyê kon,

26 ji perdeyên dora hewşê, ji perdeya deriyê hewşa meskên û gorîgehê, qeytanan û her xizmeta van taximan bibûya.

27 Binemalên Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl ji ziriyeta Qohat bûn. Binemalên Qohatiyan ev bûn.

28 Yekmehî û mezintir hejmara hemû kesên kurîn 8.600 kes bû. Berpirsiyariya Pîrozgehê dikirin.

29 Wê binemalên Qohatiyan li aliyê başûrê meskên kon vedana

30 û serekê malbatên binemalên Qohatiyan jî bibûya Êlîsafanê kurê Ûzziyêl.

31 Wê berpirsiyariya Qohatiyan ji Sindoqa Peymanê, ji sifrê, ji şamdank, ji gorîgehan, ji taximên li Pîrozgehê tên xebitandin, ji perde û her xizmeta van taximan bibûya.

32 Wê serekê pêşengên Lêwiyiyan, Êlezarê kurê Harûnê Kahin bibûya û ji kesên ku peywirên Pîrozgehê dikin berpirsiyar bibûya.

33 Binemalên Mahlî û Mûşiyan ji ziriyeta Mêrarî ne. Binemalên Mêrariyiyan ev in.

34 Yekmehî û mezintir hejmara kesên kurîn 6.200 kes bû.

35 Serekê malbatên binemalên Mêrariyiyan, Sûriyêlê kurê Avîhayîl bû. Wê binemalên Mêrariyiyan li aliyê bakurê meskên kon vedana.

36 Wê berpirsiyariya Mêrariyiyan ji derdora meskên, girş, stûn, binik û ji hemû taximên wan,

37 ji hemû stûnên derdora hewşê, ji binik, ji sing û ji qeytanên wan bibûya.

38 Wê Mûsa, Harûn û kurên wan, bi aliyê rojhilat ve li pêş meskên, li aliyê ku roj hiltê, li pêş Konê Hevdîtinê kon vedana. Li ser navê gelê Îsraêl wê nobedariya Pîrozgehê bikirana. Kesê din ê ku nêzîkî Pîrozgehê bibûya, wê bihata kuştin.

39 Li ser fermana devê Xudan, hemû binemalên Lêwiyiyan ên ku Mûsa û Harûn hejmartin, yekmehî û mezintir hejmara hemû kesên kurîn 22.000 kes bû.

40 Xudan ji Mûsa re got: “Yekmehî û mezintir, hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl bijmêre û navên wan binivîse.

41 Di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyiyan û di şûna hemû heywanên nixurî yên gelê Îsraêl de heywanên Lêwiyiyan ji bo min veqetîne. Xudan ez im.”

42 Bi vî awayî, çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl hejmartin.

43 Li gorî navên xwe, kurên pêşî yên yekmehî û mezintir hejmara kesên kurîn 22.273 kes bû.

44 Xudan ji Mûsa re got:

45 “Di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyiyan û di şûna heywanên wan de heywanên Lêwiyiyan hilîne. Wê Lêwiyî yên min bin. Ez Xudan im.

46 Ji bo berdêla 273 kurên pêşî yên gelê Îsraêl ên ku ji hejmara Lêwiyiyan zêdetir in,

47 tê ji her mirovekî pênc şekel bistînî. Tê li gorî şekelê Pîrozgehê bistînî. Şekel bîst gera ye.

48 Tê pereyê berdêla Îsraêliyên ku zêde hatin bidî Harûn û kurên wî.”

49 Bi vî awayî Mûsa pereyê berdêla Îsraêliyên ku hejmara wan ji Lêwiyiyan zêdetir bû stand.

50 Wî ji bo kurên pêşî yên gelê Îsraêl 1.365 şekel li gorî şekelê Pîrozgehê stand.

51 Li ser fermana devê Xudan, çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa pereyê berdêlê da Harûn û kurên wî.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan