Hejmartin 28 - Kurmanji ÎncîlPêşkêşiyên Rojane ( Derketin 29:38-46 ) 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Li gelê Îsraêl emir bike û bêje: ‘Haya we jê hebe ku hûnê di demên kifşkirî de xwarina pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî min bikin ku bêhna wan bi min xweş tê.’ 3 Tê ji wan re bibêjî: ‘Pêşkêşiya şewitandinê ya ku hûnê pêşkêşî Xudan bikin ev e: Ji bo qurbana şewitandinê ya rojane, hûnê her roj du berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr pêşkêş bikin. 4 Hûnê berxekî serê sibê, yê din jî ber êvarê pêşkêş bikin. 5 Hûnê pê re jî wekî pêşkêşiya dexlê, dehyeka efaya arvanê hûr ê ku bi çarîka hîneke zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikin. 6 Ev qurbana şewitandinê ya rojane ye ku li Çiyayê Sînayê hatiye danîn ku wê bêhna wê bi Xudan xweş bê. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya Xudan e. 7 Herwiha bi berx re wekî pêşkêşiya rijandinê, wê çaryeka hîneke şerabê jî bê pêşkêşkirin. Hûnê pêşkêşiya rijandinê ji Xudan re li Pîrozgehê pêşkêş bikin. 8 Çawa ku we serê sibê kiriye, hûnê berxê din ber êvarê jî bi pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikin. Hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê pêşkêş bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş be.’” Pêşkêşiyên Roja Septê 9 Roja Septê hûnê du berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr û wekî pêşkêşiya dexlê, ji dehan duduyê efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikin. 10 Ji xeynî qurbana şewitandinê û pêşkêşiya rijandinê ya rojane, qurbana şewitandinê ya Roja Septê ev e. Pêşkêşiyên Mehane 11 Di serê her heyva nû de hûnê wekî qurbana şewitandinê ya Xudan du conega, beranek û heft berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr pêşkêş bikin. 12 Herwiha hûnê bi her conegayekî re wekî pêşkêşiya dexlê ji dehan sisêyê efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û bi berên re ji dehan duduyê efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin 13 û bi her berxî re wekî pêşkêşiya dexlê dehyeka efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikin. Ev qurbana şewitandinê ye ku bêhna wê xweş e. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya Xudan e. 14 Hûnê wekî pêşkêşiya rijandinê bi her conegayekî re nîv hîn, bi berên re sêyeka hînekê û bi her berxî re çarîka hîneke şerabê pêşkêş bikin. Ji bo tevahiya salekê qurbana şewitandinê ya her mehê ev e. 15 Ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane û pêşkêşiya wê ya rijandinê, hûnê wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî pêşkêşî Xudan bikin. Pêşkêşiyên Cejna Derbasbûnê ( Derketin 12:15-20 ; Lêwiyî 23:4-8 ; Dubarekirina Şerîetê 16:1-8 ) 16 Roja çardehê meha pêşî, Cejna Derbasbûnê ya Xudan e. 17 Roja panzdehan a vê mehê wê cejn be û heft rojan nanê şikeva bê xwarin. 18 Di roja pêşî de hûnê civîneke pîroz çêkin û karên xwe yên rojane nekin. 19 Hûnê ji Xudan re wekî qurbana şewitandinê du conega, beranek û heft berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin. Divê ew bêqisûr bin. 20 Pêşkêşiya wan a dexlê ji arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin wê wiha be: Bi conegayekî re ji dehan sisêyê efayê, bi berên re ji dehan duyê efayê, 21 ji bo heft berxan, bi her berxî re dehyeka efayê 22 û wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî ku di ber gunehên we de bibe kefaret bê dayîn. 23 Ji xeynî qurbana şewitandinê ya serê sibê ku pêşkêşiya rojane ye, hûnê van jî pêşkêş bikin. 24 Bi vî awayî hûnê her roj, xwarina pêşkêşiya şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê, heft rojan pêşkêş bikin. Ji xeynî wan jî hûnê qurbana şewitandinê ya rojane û pêşkêşiya wê ya rijandinê pêşkêş bikin. 25 Hûnê roja heftan jî civîna pîroz bikin û karên xwe yên rojane nekin. Pêşkêşiyên Cejna Hefteyan ( Lêwiyî 23:15-22 ; Dubarekirina Şerîetê 16:9-12 ) 26 Di roja berê pêşî de, gava we pêşkêşiya dexlê nû di Cejna Hefteyan de pêşkêşî Xudan kir, hûnê civîna pîroz bikin û karên xwe yên rojane nekin. 27 Lê hûnê wekî qurbana şewitandinê du conega, beranek, heft berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş bê. 28 Pêşkêşiya wan a dexlê, ji arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin wê wiha be: Bi conegayekî re ji dehan sisêyê efayê, bi berên re ji dehan duduyê efayê, 29 ji bo heft berxan, bi her berxî re dehyeka efayê 30 û wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî ku di ber gunehên we de bibe kefaret. 31 Ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane û pêşkêşiya wê ya dexlê, hûnê van û pêşkêşiya wan a rijandinê jî pêşkêş bikin. Divê ew bêqisûr bin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey