Hejmartin 27 - Kurmanji ÎncîlKeçên Selofhad ( Hejmartin 36:1-12 ) 1 Keçên Selofhad derketin pêş. Selofhad kurê Hêferê kurê Gîladê kurê Maxîrê kurê Minaşşeyê kurê Ûsiv bû. Ew ji binemala Minaşşe bû. Navên keçên wî Mahla, Noa, Hogla, Mîlka û Tîrsa bûn. 2 Ev jin li pêş Mûsa, Êlezarê Kahin, serekan û tevahiya civakê sekinîn. Wan li ber deriyê Konê Hevdîtinê got: 3 “Bavê me li beriyê mir. Ew ne di nav koma Qorax de bû ku serî li dijî Xudan rakir. Ew tenê ji ber gunehê xwe mir. Kurên wî çênebûn. 4 Ji ber ku kurê wî tuneye, çima navê bavê me ji nav binemala wî bê rakirin? Di nav birayên bavê me de milkekî bidin me jî.” 5 Mûsa doza wan bir ber Xudan. 6 Xudan ji Mûsa re got: 7 “Keçên Selofhad rast dibêjin. Tê di nav apên wan de milk bi mîrasî bidî wan. Bila mîrasa bavê wan a wan be. 8 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Heke zilamek bimire û kurê wî tunebe, hûnê mîrasa wî bidin keça wî. 9 Heke keça wî tunebe, hûnê mîrasa wî bidin birayên wî. 10 Heke birayên wî tunebin, hûnê mîrasa wî bidin birayên bavê wî. 11 Heke birayên bavê wî tunebin, hûnê mîrasa wî ji binemala wî bidin merivê wî yê herî nêzîk ku bibe milkê wî. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, wê ev yek ji bo gelê Îsraêl bibe qanûn û rêbaz.’” Yêşûyê Pêxember dikeve cihê Mûsayê Pêxember ( Dubarekirina Şerîetê 31:1-8 ) 12 Xudan ji Mûsa re got: “Here ser vî çiyayê herêma Evarîmê û welatê ku min da gelê Îsraêl bibîne. 13 Piştî ku te welat dît, tê jî wekî Harûnê birayê xwe bimirî û bigihîjî pêşiyên xwe. 14 Çimkî li Beriya Zînê, gava civakê di nav avê de serî li dijî min rakir, hûn li Beriya Zînê li dijî fermana devê min rabûn. We li ber avê, rûmeta pîroziya min negirt.” –Ev li Beriya Zînê, li Qadêşê ava Merîvayê ye.– 15 Mûsa ji Xudan re got: 16 “Bila Xwedayê ruhên hemû beşerê Xudan, li ser civakê kesekî kifş bike 17 ku rêberiya wan bike. Bila ew wan bibe û bîne ku civaka Xudan nebe wekî pezê bêşivan.” 18 Xudan ji Mûsa re got: “Yêşûyê kurê Nûn ê ku Ruhê Xudan pê re ye hilde ba xwe û destê xwe deyne ser wî. 19 Tê wî li pêş Êlezarê Kahin û tevahiya civakê bidî sekinandin û li ber çavê wan wî bikî peywirdar. 20 Ji bo ku tevahiya civaka Îsraêl guhdariya wî bike, tê ji desthilatiya xwe bidî wî. 21 Wê li pêş Êlezarê Kahin bisekine û wê kahin li hizûra Xudan biryara Ûrîmê bipirse. Bi vî awayî wê Êlezar rêberiya Yêşû û tevahiya civaka Îsraêl bike.” 22 Çawa ku Xudan lê emir kir, Mûsa wiha kir. Wî Yêşû hilda, li pêş Êlezarê Kahin û tevahiya civakê da sekinandin. 23 Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotiye, wî destê xwe danî ser wî û ew kir peywirdar. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey