Hejmartin 26 - Kurmanji ÎncîlHejmartina diduyan 1 Piştî nexweşiya kulê, Xudan ji Mûsa û Êlezarê kurê Harûnê Kahin re got: 2 “Tevahiya civaka Îsraêl, li gorî binemalên wan, her kesê bîst salî û mezintir ê ku dikare şer bike bijmêrin.” 3 Mûsa û Êlezarê Kahin li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê ji gel re got: 4 “Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, hemû mêrên bîst salî û mezintir bijmêrin.” Îsraêliyên ji Misrê derketibûn ev bûn: 5 Rûbênê kurê pêşî yê Îsraêl. Kurên Rûbên: Ji Henox binemala Henoxiyan, ji Pallû binemala Pallûyiyan, 6 ji Hesron binemala Hesroniyan û ji Karmî binemala Karmiyiyan. 7 Binemalên Rûbêniyan ev bûn. Hejmara wan 43.730 kes bû. 8 Kurên Pallû: Êliyav. 9 Kurên Êliyav: Nemûêl, Datan û Avîram. Datan û Avîram ew kes bûn ku ji civakê hatibûn hilbijartin û bi Qorax re li dijî Xudan û li dijî Mûsa û Harûn serî hildabûn. 10 Gava agir bi du sed û pêncî kesî ket û ew şewitandin, erd devê xwe vekir û ew bi Qorax re daqurtandin. Ev yek bû îbret. 11 Lê kurên Qorax nemirin. 12 Li gorî binemalên xwe kurên Şimûn: Ji Nemûêl binemala Nemûêliyan, ji Yamîn binemala Yamîniyan, ji Yaxîn binemala Yaxîniyan, 13 ji Zerah binemala Zerahiyan û ji Şawûl binemala Şawûliyan. 14 Binemalên Şimûniyan ev bûn. Hejmara wan 22.200 kes bû. 15 Li gorî binemalên xwe kurên Gad: Ji Sefon binemala Sefoniyan, ji Haggî binemala Haggiyiyan, ji Şûnî binemala Şûniyiyan, 16 ji Oznî binemala Ozniyiyan, ji Êrî binemala Êriyiyan, 17 ji Arod binemala Arodiyan û ji Arêlî binemala Arêliyiyan. 18 Binemalên Gadiyan ev bûn. Hejmara wan 40.500 kes bû. 19 Herdu kurên Cihûda Êr û Onan, li welatê Kenanê miribûn. 20 Li gorî binemalên xwe kurên Cihûda: Ji Şêla binemala Şêlayiyan, ji Peres binemala Peresiyan û ji Zerah binemala Zerahiyan. 21 Ziriyeta Peres: Ji Hesron binemala Hesroniyan û ji Hamûl binemala Hamûliyan. 22 Binemalên Cihûdayiyan ev bûn. Hejmara wan 76.500 kes bû. 23 Li gorî binemalên xwe kurên Îssexar: Ji Tola binemala Tolayiyian, ji Pûwa binemala Pûniyan, 24 ji Yaşûv binemala Yaşûviyan û ji Şîmron binemala Şîmroniyan. 25 Binemalên Îssexariyan ev bûn. Hejmara wan 64.300 kes bû. 26 Li gorî binemalên xwe kurên Zevûlon: Ji Serêd binemala Serêdiyan, ji Elon binemala Eloniyan û ji Yahleyêl binemala Yahleyêliyan. 27 Binemalên Zevûloniyan ev bûn. Hejmara wan 60.500 kes bû. 28 Li gorî binemalên xwe kurên Ûsiv: Minaşşe û Efrayîm. 29 Kurên Minaşşe: Ji Maxîr binemala Maxîriyan –Maxîr bavê Gîlad bû– ji Gîlad binemala Gîladiyan. 30 Kurên Gîlad ev bûn: Ji Îyezer binemala Îyezeriyan, ji Hêleq binemala Hêleqiyan, 31 ji Asriyêl binemala Asriyêliyan, ji Şexem binemala Şexemiyan, 32 ji Şemîda binemala Şemîdayiyan û ji Hêfer binemala Hêferiyan. 33 Kurên Selofhadê kurê Hêfer tunebûn, lê keçên wî hebûn. Navên keçên Selofhad ev bûn: Mahla, Noa, Hogla, Mîlka û Tîrsa. 34 Binemalên Minaşşeyiyan ev bûn. Hejmara wan 52.700 kes bû. 35 Li gorî binemalên xwe kurên Efrayîm ev bûn: Ji Şûtelah binemala Şûtelahiyan, ji Bexer binemala Bexeriyan û ji Tahan binemala Tahaniyan. 36 Kurên Şûtelah ev bûn: Ji Êran binemala Êraniyan. 37 Binemalên Efrayîmiyan ev bûn. Hejmara wan 32.500 kes bû. Li gorî binemalên xwe kurên Ûsiv ev bûn. 38 Li gorî binemalên xwe kurên Binyamîn: Ji Bela binemala Belayiyan, ji Aşbêl binemala Aşbêliyan, ji Ahîram binemala Ahîramiyan, 39 ji Şûfam binemala Şûfamiyan û ji Hûfam binemala Hûfamiyan. 40 Kurên Bela, Ard û Naeman bûn. Ji Ard binemala Ardiyan û ji Naeman binemala Naemaniyan. 41 Binemalên Binyamîniyan ev bûn. Hejmara wan 45.600 kes bû. 42 Li gorî binemalên xwe kurên Daniyan ev bûn: Ji Şûham binemala Şûhamiyan û ji Dan binemala Daniyan. 43 Hemû binemalên Şûhamiyan ev bûn. Hejmara wan 64.400 kes bû. 44 Li gorî binemalên xwe kurên Aşêriyan: Ji Yîmna binemala Yîmnayiyan, ji Yîşwî binemala Yîşwiyiyan û ji Beriya binemala Beriyayiyan. 45 Kurên Beriya: Ji Hever binemala Heveriyan û ji Malkiyêl binemala Malkiyêliyan. 46 Navê keça Aşêr Serah bû. 47 Binemalên Aşêriyan ev bûn. Hejmara wan 53.400 kes bû. 48 Li gorî binemalên xwe kurên Neftelî: Ji Yahseyêl binemala Yahseyêliyan, ji Gûnî binemala Gûniyiyan, 49 ji Yêser binemala Yêseriyan û ji Şîllêm binemala Şîllêmiyan. 50 Binemalên Nefteliyiyan ev bûn. Hejmara wan 45.400 kes bû. 51 Îsraêliyên ku hatin hejmartin ev bûn. Li ser hev 601.730 kes bûn. 52 Xudan ji Mûsa re got: 53 “Li gorî hejmara navên wan, wê welat bi mîrasî li wan bê parvekirin. 54 Tê ji binemalên zêde re mîrasa zêde, ji binemalên kêm re jî mîrasa kêm bidî. Wê li gorî hejmara xwe her binemal mîrasa xwe bistîne. 55 Lê wê welat bi riya pişkê bê parvekirin. Wê herkes mîrasa xwe li gorî eşîra bavê xwe bistîne. 56 Çi mezin çi biçûk wê para her eşîrê bi riya pişkê bê parvekirin.” 57 Li gorî binemalên xwe, hejmartina Lêwiyiyan ev bû: Ji Gêrşon binemala Gêrşoniyan, ji Qohat binemala Qohatiyan û ji Mêrarî binemala Mêrariyiyan. 58 Binemalên Lêwiyiyan ev bûn: Binemala Lîvnî, binemala Hevron, binemala Mahlî, binemala Mûşî û binemala Qorax. Qohat bavê Emram bû. 59 Jina Emram, Yoxeveda ji ziriyeta Lêwî bû ku li Misrê hatibû dinyayê. Yoxevedê ji Emram re Harûn, Mûsa û Miryema xwişka wan anî. 60 Ji Harûn re Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar çêbûn. 61 Lê gava wan li hizûra Xudan agirê xerîb pêşkêş kir, Nadav û Avîhû mirin. 62 Kesên ji Lêwiyiyan hatin hesibandin, kurikên yekmehî û mezintir, hemû kesên kurîn 23.000 kes bûn. Ew bi gelê Îsraêl re nehatin hejmartin, çimkî di nav gelê Îsraêl de mîras nedabûn wan. 63 Kesên ji aliyê Mûsa û Êlezarê Kahin ve hatin hejmartin ev bûn. Wan gelê Îsraêl li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê hejmart. 64 Lê di nav van kesên hejmartî de, tu Îsraêliyek tunebû ku Mûsa û Harûnê Kahin li Beriya Sînayê hejmartibûn. 65 Çimkî Xudan li ser wan gotibû: “Wê esse li beriyê bimirin.” Ji xeynî Kalêvê kurê Yefûnne û Yêşûyê kurê Nûn, tu kes ji wan sax nemabû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey