Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 22 - Kurmanji Încîl


Balaqê Padîşahê Moavê gazî Balamê kurê Beor dike

1 Gelê Îsraêl koç kir û li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê kon veda.

2 Balaqê kurê Sîppor hemû tiştên ku gelê Îsraêl bi Amoriyan kirin dîtin.

3 Ji ber ku gelê Îsraêl zêde bû, Moavî ji wan tirsiyan. Moavî li ber Îsraêliyan bizdiyan.

4 Wan ji rîspiyên Mîdyanê re got: “Çawa ku dewar giyayê çolê dixwe, wê ev civaka hov jî tevahiya derdora me bixwe.” Wê demê Balaqê kurê Sîppor, Padîşahê Moavê bû.

5 Balaq ji bo gazî Balamê kurê Beor bike qasid şandin. Balam li keviya Feratê, li Petora welatê Emawê rûdinişt. Balaq got: “Ji Misrê miletek derket ku rûyê erdê dadigire û va ye li kêleka min bi cih bûye.

6 Lava dikim were û ji bo min naletê li vî gelî bîne. Çimkî ew ji min hêzdartir e. Dibe ku em bi ser bikevin û wan ji welêt derxin. Ji ber ku ez dizanim, kesê tu pîroz bikî pîroz e û kesê tu naletê lê bînî binalet e.”

7 Rîspiyên Moav û Mîdyanê heqê falbaziyê stand û çûn. Ew hatin ba Balam û gotinên Balaq jê re gotin.

8 Balam ji wan re got: “Îşev li vir bimînin. Bi awayê ku wê Xudan ji min re bibêje, ezê bersiva we bidim.” Serekên Moavê wê şevê li ba Balam man.

9 Xwedê hat ba Balam û jê re got: “Ev mirovên li mala te kî ne?”

10 Balam ji Xwedê re got: “Balaqê kurê Sîppor ê Padîşahê Moavê xeber ji min re şand û got:

11 ‘Va ye gelê ku ji Misrê derket, ser rûyê erdê nixamt. De were, ji bo min naletê li wan bîne. Belkî di şerê li dijî wan de ez serfiraz bim û wan biqewitînim.’”

12 Lê Xwedê ji Balam re got: “Bi wan re neçe! Naletê li wî gelî neyîne. Çimkî ew gel pîroz e.”

13 Serê sibê Balam rabû û ji serekên Balaq re got: “Herin welatê xwe. Çimkî Xudan destûrê nade min ku ez bi we re bêm.”

14 Li ser vê yekê serekên Moavê rabûn û çûn ji Balaq re got: “Balam nexwest bi me re were.”

15 Balaq kesên ji koma berê biqedirtir û birûmetir şandin.

16 Ew hatin ba Balam û jê re got: “Balaqê kurê Sîppor dibêje: ‘Ez lava dikim ku tu bêyî ba min. Bila tiştek ji te re nebe asteng.

17 Çimkî ezê bi zêdebarî te xelat bikim û tu ji min re çi bêjî, ezê bikim. Loma lava dikim were û ji bo min naletê li vî gelî bîne.’”

18 Balam bersiv da şandiyên Balaq û got: “Balaq qesra xwe bi zêr û zîv tije bike û bide min jî, çi biçûk çi mezin, ji fermana devê Xwedayê xwe Xudan pêve tiştekî din nakim.

19 Ez lava dikim, îşev li vir bimînin. Ka Xudan ji min re çi dibêje.”

20 Xwedê bi şev li Balam xuya bû û jê re got: “Heke ev zilam ji bo gazîkirina te hatibin, rabe bi wan re here. Lê tê tenê wan tiştan bikî ku ez ji te re dibêjim.”


Kera Balamê kurê Beor

21 Balam serê sibê rabû, kera xwe palan kir û bi serekên Moavê re çû.

22 Xwedê ji ber çûyîna wî hêrs bû. Milyaketê Xudan ji bo ku rê li ber wî bigire, li ser riya wî sekinî. Ew li kera xwe siwar bûbû û du xulamên wî pê re bûn.

23 Gava kerê, milyaketê Xudan dît ku şûrê tazî di destê wî de ye û li ser rê sekiniye, ji rê derket û berê xwe da nav zeviyê. Balamê kurê Beor li kerê xist ku bîne ser rê.

24 Milyaketê Xudan di nav rezan de, di riyeke teng de sekinî. Li herdu aliyan jî dîwar hebû.

25 Gava kerê, milyaketê Xudan dît, li ber dîwêr asê ma. Lingê Balam li ber dîwêr tengijî û wî careke din li kerê xist.

26 Milyaketê Xudan bi pêş ve çû û li dereke teng ku bi milê çep û rastê ve rê tuneye sekinî.

27 Çaxê kerê, milyaketê Xudan dît, di bin Balam de merixî. Li ser vê yekê Balam hêrs bû. Wî bi darê xwe li kerê xist.

28 Xudan ziman xist devê kerê û kerê ji Balam re got: “Min çi ji te kiribû ku te sê caran li min xist?”

29 Balam ji kerê re got: “Tu henekên xwe bi min dikî. Di destê min de şûr hebûya minê hema wê gavê tu bikuştayî.”

30 Kerê ji Balam re got: “Di hemû jiyana te de, kera ku heta îro tu lê siwar bûyî, ne ez im?! Min berê qet li te wiha kiribû?” Balam got: “Na.”

31 Piştî vê yekê Xudan çavên Balam vekirin. Wî milyaketê Xudan dît ku bi şûrê tazî li ser rê sekinî ye. Wî xwe xwar kir û deverû çû erdê.

32 Milyaketê Xudan jê re got: “Te çima wisa sê caran li kera xwe xist? Ez ji bo ku ji te re bibim asteng hatim. Çimkî riya tu diçî, te dibe helakê.

33 Kerê ez dîtim û sê caran ji ber min averê bû. Heke ew ji rê derneketa, minê tu bikuşta û ew sax bihişta.”

34 Balam ji milyaketê Xudan re got: “Min guneh kir. Min nizanibû tu ji bo rê li ber min bigirî, li ser rê sekinî. Heke ev yek li ber çavê te xerab e, ez vegerim mala xwe.”

35 Milyaketê Xudan ji Balam re got: “Bi van zilaman re here, lê tenê ya ku ezê ji te re bêjim, ji wan re bêje.” Balam bi serekên Balaq re çû.

36 Gava Balaq bihîst Balam tê, ji bo pêşwaziya wî bike çû bajarê Moavê. Ev bajar, li keviya Arnonê, li dera herî dûr a sînor bû.

37 Balaq ji Balam re got: “Qey min neşand pey te? Tu çima nehatî ba min? Qey ez nikarim te xelat bikim?!”

38 Balam jê re got: “Va ye hatim, lê ji aliyê xwe ve dikarim çi bêjim? Ezê tenê gotinekê bibêjim ku Xwedê dixe devê min.”

39 Balam bi Balaq re çû. Ew hatin Qîryat-Hûsotê.

40 Balaq pez û dewar serjê kirin, ji Balam û serekan re şandin ku pê re ne.

41 Serê sibê wî Balam hilda û ew bir bilindciyên Bamot-Baalê. Balaq ji wir beşekî ji gelê Îsraêl dît.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan