Hejmartin 21 - Kurmanji ÎncîlHilweşandina Eradê 1 Gava Padîşahê Eradê yê ku Kenanî bû û li Negevê dima bihîst ku gelê Îsraêl ji riya Atarîmê ve tê, ew rabû û li dijî wan şer kir. Hinek ji wan jî êsîr kir. 2 Li ser vê yekê gelê Îsraêl soz da Xudan û got: “Heke tu vî gelî bixî bin destê me, emê bajarên wan bi tevahî tune bikin.” 3 Xudan dengê wan bihîst û Kenanî dan destê wan. Gelê Îsraêl, ew û bajarên wan bi tevahî tune kirin. Loma navê wê derê danî Horma. Marê Tûncîn 4 Ji bo ku ji dorhêla welatê Edomê derbas bin, gelê Îsraêl ji Çiyayê Horê bi riya Derya Sor bi rê ket. Lê di rê de sebra wan nema. 5 Wan gazin ji Xwedê û Mûsa kir û got: “Ma we em ji Misrê deranîn ku em li beriyê bimirin? Li vir ne nan heye, ne jî av. Herwiha dilê me ji vê xwarina xerab dixele.” 6 Li ser vê yekê Xudan marên bijehr şandin nav gel. Wan bi gelê Îsraêl veda û ji wan gelek kes mirin. 7 Gel hat ba Mûsa û jê re got: “Me guneh kir. Me gazinên xwe li te û li Xudan kirin. Lavayî Xudan bike ku maran ji nav me rake.” Li ser vê yekê Mûsa ji bo gel lavayî Xudan kir. 8 Xudan ji Mûsa re got: “Tu ji xwe re marekî çêke û deyne ser darikekî. Her kesê ku mar pê vedaye, gava lê binêre wê sax be.” 9 Mûsa marekî tûncîn çêkir û danî ser darikekî. Gava kesên ku mar bi wan vedane li marê tûncîn nihêrîn, sax man. Rêwîtiya Moavê 10 Gelê Îsraêl bi rê ket û li Ovotê kon veda. 11 Ew ji Ovotê jî bi rê ket û li Îyê-Evarîmê kon veda ku li rojhilat, li beriya pêşberî Moavê ye. 12 Ji wir wan koç kir û li Geliyê Zeredê kon veda. 13 Ji wir bi rê ket û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon veda ku li beriyê digihîje sînorê Amoriyan. Arnon sînorê Moavê ye ku di navbera Moavî û Amoriyan de ye. 14 Di Nivîsa Şerên Xudan de wiha behsa wê derê tê kirin: “...Bajarê Wahêva li axa Sûfayê, Gelî û Geliyê Arnonê, 15 palên geliyên ku xwe dispêrin bajarê Erê û sînorê Moavê…” 16 Wan ji wir koçî Beêrê kir ku Xudan li ser wê ji Mûsa re got: “Gel bicivîne, ezê avê bidim wan.” 17 Li ser vê yekê gelê Îsraêl ev stran got: “Ya bîr! Bila ava te bipijiqe! Jê re stranan bêje! 18 Ew bîra ku serekan veda Û mîran bi dar û gopalan kola.” Paşê ew ji beriyê çûn Mattanayê, 19 ji Mattanayê çûn Nahaliyêlê, ji Nahaliyêlê çûn Bamotê 20 û ji Bamotê çûn deşta li herêma Moavê ya ku li ba palên Çiyayê Pîsgaya pêşberî beriyê ye. Têkçûna Sîhonê Padîşah û Ogê Padîşah ( Dubarekirina Şerîetê 2:26–3:11 ) 21 Gelê Îsraêl ji Sîhonê Padîşahê Amoriyan re qasid şandin. Wan got: 22 “Destûrê bide em di welatê te re derbas bibin. Emê nekevin nav zevî û rezên te û ji ava bîran jî venexwin. Heta em sînorên te derbas bikin, emê di Riya Padîşah re herin.” 23 Lê Sîhon destûra gelê Îsraêl neda ku sînorê welatê wî derbas bike. Sîhon tevahiya gelê xwe da hev û ew hatin beriyê ku şerê gelê Îsraêl bikin. Gava gihîştin Yahesayê, wan li dijî wan şer kir. 24 Gelê Îsraêl ew da ber şûran û ji Arnonê heta Yabboqê, axa ku digihîje sînorê Emmoniyan desteser kir. Çimkî sînorê Emmoniyan asê bû. 25 Gelê Îsraêl tevî gundên derdora bajarê Heşbonê, hemû bajarên Amoriyan standin û li wan deran bi cih bû. 26 Heşbon bajarê Sîhonê Padîşahê Amoriyan bû. Wî li dijî Padîşahê Moavê yê berê şer kiribû û tevahiya welatê wî yê ku digihîşt heta Arnonê, standibû. 27 Loma stranbêj li ser vê yekê dibêjin: “Werin Heşbonê, bila ava be. Bila bajarê Sîhonê xurt be. 28 Çimkî ji Heşbonê agir, Ji bajarê Sîhonê pêt rabû. Wî bajarê Erê yê Moavê Û xweyên bilindciyên Arnonê daqurtandin. 29 Ya Moav, wey li te! Ya gelê Kemoşê îlah, tu tune bûyî! Wî kurên te kirin firar Û keçên te kirin dîlên Sîhonê Padîşahê Amoriyan. 30 Ji Heşbonê heta Dîvonê me ew têk birin, Me heta Nofaha digihîje Mêdevayê wêran kir.” 31 Bi vî awayî gelê Îsraêl li welatê Amoriyan bi cih bû. 32 Mûsa zilam şandin ku sixûriya Yazêrê bikin. Wan gundên wê standin û Amoriyên wê derê qewitandin. 33 Piştre vegeriyan û di riya Başanê re çûn. Ogê Padîşahê Başanê bi artêşa xwe re hat pêşiya wan ku li Edreiyê şerê wan bike. 34 Xudan ji Mûsa re got: “Jê netirse, çimkî min ew, tevahiya artêşa wî û welatê wî da destê te. Tişta ku te anî serê Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê li Heşbonê dima, tê bînî serê wî jî.” 35 Wan li Og, kurên wî û tevahiya artêşa wî xistin û tu kes ji wan sax nehiştin. Wan welatê wan jî desteser kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey