Hejmartin 20 - Kurmanji ÎncîlAva ji zinêr 1 Tevahiya civaka Îsraêl di meha pêşî de hat Beriya Zînê û li Qadêşê ma. Miryem li wê derê mir û hat veşartin. 2 Di wê navberê de ji bo civakê av tunebû. Loma gel li dijî Mûsa û Harûn civiya. 3 Gel bi Mûsa re devjenî kir û got: “Xwezî çaxê birayên me li hizûra Xudan mirin, em jî bimirana. 4 We çima civaka Xudan anî vê beriyê? Ji bo ku em bi heywanên xwe re bimirin?! 5 Ma we em ji Misrê deranîn ku me bînin vê dera xerab?! Li vir ne dexil, ne hejîr, ne tirî ne jî hinar heye! Ava vexwarinê jî tuneye!” 6 Mûsa û Harûn ji nav civakê rabûn û çûn ber deriyê Konê Hevdîtinê. Ew deverû çûn erdê û rûmeta Xudan li wan xuya bû. 7 Xudan ji Mûsa re got: 8 “Gopêl hilde, paşê bi Harûnê birayê xwe re civakê bidin hev û li ber çavê wan emir bidin zinêr ku av jê bizê. Tê ji zinêr ji bo wan avê derxî ku ew û heywanên wan vexwin.” 9 Çawa ku Xudan lê emir kir, Mûsa gopal ji hizûra wî hilda. 10 Mûsa û Harûn civak li pêş zinêr civand. Mûsa ji wan re got: “Serhildêrno, guhdar bin! Gelo em ji vî zinarî ji we re avê derxin?” 11 Mûsa destê xwe bilind kir û du caran bi gopalê xwe li zinêr xist. Ji zinêr aveke zêde herikî. Civak û heywanên wê jê vexwar. 12 Lê Xudan ji Mûsa û Harûn re got: “Ji ber ku hûn bi min ewle nebûn û we li ber çavê gelê Îsraêl pîroziya min nehesiband, hûnê vê civakê nebin welatê ku min da we.” 13 Ev ava Merîvayê bû. Çimkî gelê Îsraêl li wê derê bi Xudan re devjenî kir û Xudan pîroziya xwe nîşan da. Padîşahê Edomê rê nade gelê Îsraêl 14 Mûsa ji Qadêşê qasid şandin ba Padîşahê Edomê û got: “Birayê te Îsraêl dibêje: ‘Haya te ji hemû tengasiya ku me kişand heye: 15 Bav û kalên me çûbûn Misrê, em demeke dirêj li wê derê man û Misriyan xerabî bi me û bav û kalên me kir. 16 Lê gava me lavayî Xudan kir, wî dengê me bihîst, milyaketek şand û em ji Misrê deranîn. “‘Niha em li Qadêşê ne ku nêzîkî sînorê te ye. 17 Lava dikim destûra me bide ku em di welatê te re derbas bin. Emê di nav zevî û rezên te re derbas nebin û ji ava bîran venexwin. Emê di Riya Padîşah re derbas bin. Heta em ji sînorê te derbas bûn, emê bi milê çep û rastê ve averê nebin.’” 18 Lê Padîşahê Edomê got: “Hûnê di welatê min re derbas nebin! Yan na ezê bi şûran li pêş we bikevim.” 19 Gelê Îsraêl jê re got: “Emê di riya mezin re herin. Heke em û heywanên xwe ji ava we vexwin, emê heqê wê bidin. Em tiştekî zêde naxwazin, tenê emê bi piyan derbas bibin.” 20 Lê Padîşahê Edomê careke din got: “Hûnê derbas nebin!” Edomî bi artêşa mezin û çekdarên xwe re derketin pêşberî wan. 21 Edomiyan nexwest ku gelê Îsraêl di sînorê wan re derbas be. Loma jî ew zivirîn û ji wan dûr ketin. Mirina Harûnê Kahin 22 Gelê Îsraêl ji Qadêşê koç kir û tevahiya civakê hat Çiyayê Horê. 23 Wê gavê Xudan li Çiyayê Horê yê ku nêzîkî sînorê welatê Edomê ye, ji Mûsa û Harûn re got: 24 “Wê Harûn bimire û bigihîje pêşiyên xwe. Wê nekeve welatê ku min da gelê Îsraêl. Çimkî hûn li ser ava Merîvayê li dijî fermana devê min derketin. 25 Harûn û Êlezarê kurê wî hilde û bîne Çiyayê Horê. 26 Cilên Harûn ên kahintiyê jê bike û wan li Êlezarê kurê wî bike. Wê Harûn li wê derê bimire û bigihîje pêşiyên xwe.” 27 Çawa ku Xudan lê emir kir, Mûsa wiha kir. Li ber çavê tevahiya civakê ew hilkişiyan Çiyayê Horê. 28 Mûsa cilên Harûn ên kahintiyê deranîn û li Êlezarê kurê wî kirin. Harûn li wir, li serê çiyê mir. Piştre Mûsa û Êlezar ji serê çiyê berjêr bûn. 29 Gava tevahiya Mala Îsraêl mirina Harûn dît, wan sî rojan şîna wî kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey