Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 2 - Kurmanji Încîl


Pergala konên eşîran

1 Xudan ji Mûsa û Harûn re got:

2 “Bila gelê Îsraêl li gorî malbatên xwe, di bin alên xwe de li pêşberî Konê Hevdîtinê, bi çermedorî kon vede.”

3 Ji aliyê rojhilat ve, wê Cihûdayî li gorî yekîneyên xwe girêdayî ala artêşgeha xwe kon vedin. Wê Nahşonê kurê Emmînadav bibe serekê Cihûdayiyan.

4 Hejmara kom û yekîneyên wî, 74.600 kes bû.

5 Wê eşîra Îssexar li kêleka wî kon vede. Wê Sûarê kurê Natanêl serekê Îssexariyan be.

6 Hejmara kom û yekîneyên wî 54.400 kes bû.

7 Piştre wê eşîra Zevûlon konê xwe vede. Wê Êliyavê kurê Hêlon serekê Zevûloniyan be.

8 Hejmara kom û yekîneyên wî 57.400 kes bû.

9 Hejmara zilamên yekîneyên ku ji artêşgeha Cihûdayê re hatibû veqetandin 186.400 kes bû. Wê pêşî wan koç bikira.

10 Wê li aliyê başûr, li gorî yekîneyên xwe girêdayî ala artêşgeha Rûbên bin. Wê Êlîsûrê kurê Şedêûr bibe serekê Rûbêniyan.

11 Hejmara kom û yekîneyên wî 46.500 kes bû.

12 Wê eşîra Şimûn li kêleka wan kon vede. Wê Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday bibe serekê Şimûniyan.

13 Hejmara kom û yekîneyên wî 59.300 kes bû.

14 Piştre eşîra Gad tê. Wê Êlyasafê kurê Deûêl bibe serekê Gadiyan.

15 Hejmara kom û yekîneyên wî 45.650 kes bû.

16 Hejmara zilamên yekîneyên ku ji artêşgeha Rûbên re hatibû veqetandin 151.450 kes bû. Wê wan di dora diduyan de koç bikira.

17 Wê Konê Hevdîtinê û artêşgeha Lêwiyiyan di navenda artêşgehan de bi rê bikin. Wê her kes di bin ala xwe de, li gorî pergala konvedana yekîneyên xwe koç bike.

18 Li aliyê rojava, wê li gorî yekîneyên xwe girêdayî ala artêşgeha Efrayîm bin. Wê Êlîşamayê kurê Emmîhûd bibe serekê Efrayîmiyan.

19 Hejmara kom û yekîneyên wî 40.500 kes bû.

20 Wê eşîra Minaşşe li kêleka wî be. Gamliyêlê kurê Pedahsûr wê bibe serekê Minaşşeyiyan.

21 Hejmara kom û yekîneyên wî 32.200 kes bû.

22 Piştre eşîra Binyamîn tê. Wê Avîdanê kurê Gîdonî bibe serekê Binyamîniyan.

23 Hejmara kom û yekîneyên wî 35.400 kes bû.

24 Hejmara zilamên yekîneyên ku ji artêşgeha Efrayîm re hatibû veqetandin 108.100 kes bû. Wê wan di dora sisêyan de koç bikira.

25 Li aliyê bakur, wê li gorî yekîneyên xwe girêdayî ala artêşgeha Dan bin. Ahiyezerê kurê Emmîşadday wê bibe serekê Daniyan.

26 Hejmara kom û yekîneyên wî 62.700 kes bû.

27 Wê eşîra Aşêr li kêleka wan kon vede. Pagiyêlê kurê Oxran wê bibe serekê Aşêriyan.

28 Hejmara kom û yekîneyên wî 41.500 kes bû.

29 Piştre eşîra Neftelî tê. Wê Ahîrayê kurê Eynan bibe serekê Nefteliyiyan.

30 Hejmara kom û yekîneyên wî 53.400 kes bû.

31 Hejmara zilamên yekîneyên ku ji artêşgeha Daniyan re hatibû veqetandin 157.600 kes bû. Di bin ala xwe de, wê piştî hemûyan koç bikira.

32 Hejmartina gelê Îsraêl ev bû ku li gorî malbatên wan hat kirin. Hejmara hemû yekîneyên artêşgehan 603.550 kes bû.

33 Lê çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, Lêwiyî di nav gelê Îsraêl de nehatin hejmartin.

34 Gelê Îsraêl her tiştî bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiriye pêk anî. Di bin alên xwe de kon vedan. Bi vî awayî her kesî bi binemal û malbata xwe re koç kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan