Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 18 - Kurmanji Încîl


Berpirsiyariya Kahin û Lêwiyiyan

1 Xudan ji Harûn re got: “Tu, kurên te û hemû eşîra te, hûnê derbarê hemû sûcên li Pîrozgehê bên kirin de berpirsiyar bin. Tu û kurên te hûnê derbarê karên kahintiyê de jî berpirsiyar bin.

2 Gava tu û kurên xwe li pêş Konê Şahidiyê ne, tê bi xwe re birayên xwe ango eşîra Lêwiyê bavkalê xwe bînî ku ew jî tevli te bibin û di xizmetê de alîkariya te bikin.

3 Wê ji bo te û ji bo kon xizmetê bikin. Lê wê nêzîkî gorîgeh û taximên Pîrozgehê nebin ku hem ew û hem hûn nemirin.

4 Wê tevli te bin û hemû xizmeta Konê Hevdîtinê bikin. Kesekî ne Lêwiyî wê nêzîkî we nebe.”

5 “Hûnê nobedariya Pîrozgeh û gorîgehê bikin ku êdî xezeba min li dijî gelê Îsraêl ranebe.

6 Îcar min ji nav gelê Îsraêl, birayên we Lêwiyiyan wekî diyarî hilbijartin. Ji bo ku ew xizmeta Konê Hevdîtinê bikin, ew ji min re hatin veqetandin.

7 Lê tu û kurên xwe, hûnê ji bo her karê gorîgehê û karê aliyê hundir ê perdeyê xizmeta kahintiyê bikin. Ez karê kahintiyê wekî diyarî didim we. Ji bilî we her kesekî din ê ku nêzîkî vê derê bibe wê bê kuştin.”


Para Kahin û Lêwiyiyan

8 Xudan axaftina xwe ya bi Harûn re wiha domand: “Ez berpirsiyariya hemû pêşkêşiyan didim te ku ji min re tên kirin. Hemû pêşkêşiyên pîroz ên ku gelê Îsraêl didin min, ez wekî para herheyî didim te û kurên te.

9 Wê ji tiştên herî pîroz ên ji êgir tên parastin ku diyarî min hatine kirin, ev ji bo te bin. Her pêşkêşiya ku ew wekî tiştê herî pîroz ji bo min tînin, ango her pêşkêşiya wan a dexlê, ya berdêlê û ya paqijiyê. Wê ev pêşkêşî ji bo te û kurên te bin.

10 Hûnê wan wekî tiştên bi zêdebarî pîroz bixwin. Wê her mêr jê bixwe û ji bo we pîroz be.

11 “Herwiha wê ev jî, ji bo te bin: Her para ku ji pêşkêşiyên raberkirinê yên gelê Îsraêl tê veqetandin, ez her û her didim te, kurên te û keçên te. Her kesê mala te yê ku paqij e, dikare wan bixwe.

12 “Berê pêşî ku didin Xudan, tevahiya zeyt, şeraba nû û dexlê herî baş ez didim we.

13 Tevahiya berê pêşî yê ku li welatê wan gihaye û ji Xudan re tînin ez didim we. Her kesê mala te yê ku paqij e, dikare wan bixwe.

14 “Wê her tiştê li welatê Îsraêl ji Xudan re hatiye veqetandin ya we be.

15 Dixwazî mirov, dixwazî heywan, her berê pêşî yê ku ji Xudan re tê pêşkêşkirin wê ya te be. Lê tê ji bo her kurê pêşî esse berdêlê bistînî. Tê ji bo nixuriyê heywanên qirêj jî berdêlê bistînî.

16 Ji yên ku berdêla wan tê standin, ji yekmehî pê ve, li gorî qîmeta ku te kifş kiriye û li gorî şekelê Pîrozgehê ku bîst gera ye, tê berdêla pênc şekelan fîdye bistînî.

17 “Lê tê ji nixuriyê dewêr, mî yan jî bizinê berdêlê nestînî. Ew pîroz in. Tê xwîna wan bi ser gorîgehê ve bireşînî û wekî pêşkêşiya şewitandinê, tê bezê wan bişewitînî ku bêhna wê bi Xudan xweş be.

18 Lê çawa ku sing û hêta rastê ya pêşkêşiya raberkirinê ji te re ne, wê goştê wan jî, ji te re be.

19 Her para ku ji pêşkêşiyên raberkirinê yên gelê Îsraêl tê veqetandin, ez her û her didim te, kurên te û keçên te. Ev ji bo te û ziriyeta te, li hizûra Xudan peymaneke herheyî ye û xera nabe.”

20 Xudan ji Harûn re got: “Wê li welatê wan mîrasa te tunebe û di nav wan de para te tunebe. Di nav gelê Îsraêl de par û mîrasa te, ez im.

21 “Ez xizmeta ku li Konê Hevdîtinê dikin û hemû dehyekên ji gelê Îsraêl tên berhevkirin, wekî par didim Lêwiyiyan.

22 Ji niha û pê ve wê Îsraêliyên din nêzîkî Konê Hevdîtinê nebin. An na wê berdêla gunehên xwe bi canê xwe bidin.

23 Wê Lêwiyî xizmeta Konê Hevdîtinê bikin û ji sûcên li dijî kon tên kirin berpirsiyar bin. Wê ev di nav nifşên we de bibe qanûneke herheyî. Lê di nav gelê Îsraêl de wê mîrasa wan tunebe.

24 Çimkî min dehyeka ku gelê Îsraêl wekî diyarî dide Xudan bi mîrasî da Lêwiyiyan. Loma min ji bo Lêwiyiyan got: ‘Wê di nav gelê Îsraêl de ji wan re mîras tunebe.’”

25 Xudan ji Mûsa re got:

26 “Tê bi Lêwiyiyan re bipeyivî û ji wan re bibêjî: ‘Gava we dehyeka min wekî par ji gelê Îsraêl stand, hûnê dehyeka dehyekê wekî diyarî pêşkêşî Xudan bikin.

27 Wê ev pêşkêşiya we wekî dexlê ser bênderê û wekî tijebûna mehsereyê para we bê hesibandin.

28 Bi vî awayî hûnê ji her dehyeka ku hûn ji gelê Îsraêl distînin, wekî diyarî pêşkêşî Xudan bikin. Hûnê diyariya Xudan bidin Harûnê Kahin.

29 Ji her diyariya ku hûn distînin, hûnê diyariyekê ji bo Xudan veqetînin. Hûnê ya herî baş û ya herî pîroz veqetînin.’

30 “Loma tê ji Lêwiyiyan re bibêjî: ‘Gava we ya herî baş pêşkêş kir, wê ya mayî ji bo we wekî berê bênderê û berê mehsereyê bê hesibandin.

31 Hûn û maliyên xwe, hûnê li her derê jê bixwin. Çimkî ev destmiza we, berdêlê xizmeta we ya li Konê Hevdîtinê ye.

32 Gava hûn ya herî baş pêşkêş bikin, hûnê di vê yekê de sûcdar nebin. Ji bo hûn nemirin, hûnê tiştên pîroz ên gelê Îsraêl mirdar nekin.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan