Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 16 - Kurmanji Încîl


Serhildana Qorax, Datan û Avîramê Serek

1 Qoraxê kurê Yîsharê kurê Qohatê kurê Lêwî, Datan û Avîramê kurên Êliyav, ji ziriyeta Rûbên û Onê kurê Pelet,

2 bi du sed û pêncî serekên Îsraêlî yên navdar û ji aliyê civakê ve hatine hilbijartin re li dijî Mûsa serî hilda.

3 Hemû bi hev re çûn ba Mûsa û Harûn û got: “Êdî bes e, tevahiya civakê û her kesê wê pîroz e û Xudan di nav wan de ye. Êdî çima hûn xwe di ser civaka Xudan re dibînin?”

4 Gava Mûsa ev yek bihîst deverû çû erdê.

5 Wî ji Qorax û hemû alîgirên wî re got: “Wê serê sibê Xudan kifş bike ka kî yê wî ye û kî pîroz e û wê wî nêzîkî xwe bike. Wê Xudan kesê hilbijartiye derxe hizûra xwe.

6 Ya Qorax û hemû alîgirên wî! Vê yekê jî bikin! Ji bo xwe bixûrdankan hildin.

7 Sibê êgir bixin wan û bixûrê deynin ser. Ew kesê wê Xudan hilbijêre, wê pîroz be. Lêwiyîno! We ji xwe zêde kir!”

8 Îcar Mûsa ji Qorax re got: “Lêwiyîno, guhdar bin!

9 Xwedayê Îsraêl, ji nav civaka Îsraêl ji bo ku we nêzîkî xwe bike, xizmeta Meskenê Xudan bi we bide kirin, ji bo xizmeta civakê û sekna li ber hizûra wan, hûn veqetandin. Ma ev têra we nake?

10 Wî tu û hemû birayên te yên Lêwiyî nêzîkî xwe kirin. Hûn daxwaza kahintiyê jî dikin?!

11 Ya Qorax! Hûn gilî û gazinên xwe li Harûn dikin. Lê civîn û kombûna we li dijî Xudan e!”

12 Mûsa şand pey Datan û Avîramê kurên Êliyav. Lê wan got: “Em nayên!

13 Ji bo ku tu me li beriyê bikujî, te em ji welatê ku şîr û hingiv jê diherikî deranîn. Ev kêm bû tu niha dixwazî xwe li ser serê me bikî serek jî!

14 Tevî ku te em nebirin welatê ku şîr û hingiv jê diherike, te rez û zevî jî wekî mîras nedan me. Ma ji te kirî ev zilam kor in? Na, em nayên.”

15 Mûsayê ku pir hêrs bû ji Xudan re got: “Pêşkêşiyên wan qebûl neke! Min ji wan kerekî jî nestand û neheqiyê li yekî ji wan jî nekir.”

16 Piştre Mûsa ji Qorax re got: “Tu û hemû alîgirên xwe, tu jî ew jî sibê werin hizûra Xudan. Bila Harûn jî were.

17 Bila herkes ji we bixûrdanka xwe hilde û bixûrê deyne ser. Bila her yekî ji we bixûrdanka xwe hilde û du sed û pêncî bixûrdankan bînin hizûra Xudan. Tu û Harûn jî bixûrdankên xwe bînin.”

18 Îcar her yekî bixûrdanka xwe rakir, agir danî ser û bixûr danî ser êgir. Mûsa û Harûn bi hev re li ber deriyê Konê Hevdîtinê sekinîn.

19 Qorax tevahiya civakê li dijî Mûsa û Harûn, li ber deriyê Konê Hevdîtinê civand. Rûmeta Xudan li tevahiya civakê xuya bû.

20 Xudan ji Mûsa û Harûn re got:

21 “Ji vê civakê dûr bin ku ez hemûyan yekser tune bikim.”

22 Mûsa û Harûn deverû çûn erdê û wan got: “Ya Xwedê, Xwedayê ruhên hemû beşerê, gava kesek guneh dike, tu li tevahiya civakê hêrs dibî?”

23 Xudan ji Mûsa re got:

24 “Ji civakê re bibêje, bila xwe ji konên Qorax, Datan û Avîram dûr bixe.”

25 Mûsa rabû, çû ba Datan û Avîram. Rîspiyên gelê Îsraêl pê re çûn.

26 Wî ji civakê re got: “Ez lavayî we dikim, ji bo ku hûn bi hemû gunehên wan re tune nebin, xwe ji dora konên van zilamên xerab dûr bixin. Destê xwe nedin tiştekî wan.”

27 Wan xwe ji konên Qorax, Datan û Avîram dûr kir. Datan û Avîram rabûn bi hemû jin û zarokên xwe yên hûr û gir re li ber konan sekinîn.

28 Mûsa got: “Hûnê ji vê yekê fêm bikin ku ji bo van karan bikim, Xudan ez şandime û ez tu tiştî ji ber xwe ve nakim:

29 Heke ev zilam wekî her kesî bimirin û rastî bûyerekê werin ku tê serê her kesî, wî çaxî bizanibin ku Xudan ez neşandime.

30 Lê heke Xudan tiştekî nû çêke ku erd devê xwe veke, wan û her tiştê wan daqurtîne û bi saxî bikevin diyarê miriyan, wî çaxî hûnê fêm bikin ku wan Xudan kêm dît.”

31 Çawa ku Mûsa gotina xwe temam kir, axa bin wan qelişî.

32 Erd qelişî, ew û maliyên xwe, hemû zilamên Qorax û tevahiya mal û milkê wan daqurtandin.

33 Ew û hemû tiştên wan bi saxî ketin diyarê miriyan. Erdê, ew nixamtin û di nav civakê de tune bûn.

34 Tevahiya gelê Îsraêl ê li derdorê ji ber qîrîna wan reviya û got: “Bila erd me jî danequrtîne.”

35 Agir ji ber Xudan derket û du sed û pêncî kesên ku bixûr pêşkêş dikirin daqurtandin.

36 Xudan ji Mûsa re got:

37 “Ji Êlezarê kurê Harûnê Kahin re bêje, bila bixûrdankan ji nav êgir derxe û tu jî pizotên êgir belav bike. Çimkî tepsik pîroz in.

38 Ji bo wan kesên ku guneh kirine, ev bixûrdank êdî pîroz in. Wan bikutin û ji bo gorîgehê bikin lewheyên nixamtinê. Ji ber ku tepsik li ber Xudan hatine pêşkêşkirin, pîroz in. Bila ev ji bo gelê Îsraêl bibin nîşan.”

39 Êlezarê Kahin bixûrdankên tûnc ên ku mirovên şewitandî pêşkêş kiribûn hildan û ji bo gorîgehê wekî lewheyên nixamtinê kutan.

40 Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotiye, ev yek ji bo gelê Îsraêl bû bîranîneke ku kesekî ne ji ziriyeta Harûn e nêzîk nebe û li ber Xudan bixûrê pênexe û ya ku hatiye serê Qorax û alîgirên wî neyê serê wî jî.

41 Dotira rojê tevahiya civaka Îsraêl li dijî Mûsa û Harûn gilî û gazinên xwe kir. Wan got: “We gelê Xudan kuşt.”

42 Gava civak li dijî Mûsa û Harûn civiya, wan berê xwe da Konê Hevdîtinê. Ewr kon nixamt û rûmeta Xudan xuya bû.

43 Mûsa û Harûn hatin ber Konê Hevdîtinê.

44 Xudan ji Mûsa re got:

45 “Ji nav vê civakê xwe dûr bixin. Ezê wan yekser tune bikim.” Ew deverû çûn erdê.

46 Mûsa ji Harûn re got: “Bixûrdanka xwe rake û ji ser gorîgehê agir deyne ser û bixûrê jî deyne ser wî. Zûka bibe ba civakê û ji bo wan kefaretê bide. Çimkî xezeb ji ber Xudan derket û kulê destpê kir.”

47 Bi awayê ku Mûsa got, Harûn tepsik rakir û danî nav civakê. Kul êdî ketibû nav gel. Harûn bixûr wekî kefareta gel pêşkêş kir.

48 Gava Harûn di navbera mirî û zindiyan de sekinî kul nema.

49 Ji bilî kesên di mesela Qorax de mirin, hejmara kesên ji ber kulê mirin 14.700 kes bû.

50 Piştre gava kul nema, Harûn vegeriya ber deriyê Konê Hevdîtinê ba Mûsa.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan