Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 14 - Kurmanji Încîl


Gelê Îsraêl serî hildide
( Dubarekirina Şerîetê 1:26-46 )

1 Tevahiya civakê dengê xwe bilind kir û qîriya. Gel wê şevê giriya.

2 Hemû gelê Îsraêl li ba Mûsa û Harûn gilî û gazinên xwe kirin. Tevahiya civakê ji wan re got: “Xwezî em li welatê Misrê yan jî li vê beriyê bimirana!

3 Çima Xudan me dibe vî welatî? Ji bo me bidin ber şûran? Wê jin û zarokên me talan bibin. Ma vegera Misrê ji bo me ne çêtir e?”

4 Piştre ji hev re got: “Em ji bo xwe yekî bikin serek û vegerin Misrê.”

5 Mûsa û Harûn li ber çavê civaka Îsraêl deverû çûn erdê.

6 Ji nav kesên ku lêkolîna welêt kiribû Yêşûyê kurê Nûn û Kalêvê kurê Yefûnne cilên xwe çirandin.

7 Piştre wan ji tevahiya civaka Îsraêl re got: “Welatê ku me lêkolîna wî kir, welatekî gelekî qenc e.

8 Heke Xudan ji me razî be, wê me bibe wê derê û wê bide me. Ew der welatekî wisa ye ku şîr û hingiv jê diherike.

9 Tenê li dijî Xudan ranebin û ji gelê welêt netirsin. Çimkî emê wan wekî pariyek nan bixwin û biqedînin. Siya ku wan xwe spartiye rabûye û Xudan bi me re ye. Ji wan netirsin.”

10 Tevahiya civakê xwest wan bide ber keviran, lê jinişkave rûmeta Xudan li Konê Hevdîtinê li hemû gelê Îsraêl xuya bû.

11 Xudan ji Mûsa re got: “Wê heta kengê ev gel min kêm bibîne? Bi ser wan nîşanên ku ez di nav wan de raber dikim, wê heta kengê ji min bawer nekin?

12 Ezê bi kulê li wan bixim û wan ji mîrasa bêpar bihêlim. Lê ezê te bikim miletekî ji wan mezintir û hêzdartir.”

13 Mûsa got: “Wê Misrî vê yekê bibihîzin, çimkî te bi hêza xwe ev gel ji nav wan deranî.

14 Wê vê yekê ji şêniyên welêt re eşkere bikin. “Ya Xudan, wan bihîst ku tu di nav vî gelî de yî. Çimkî tu rû bi rû xuya dibî, ewrê te li ser wan disekine û tu bi roj di nav stûna ewran de û bi şev di nav stûna êgir de rêve diçî.

15 Heke tu vî gelî wekî mirovekî bikujî, wê miletên nav û dengê te bihîstine bibêjin:

16 ‘Ji ber ku Xudan nikaribû wan bibe welatê ku sond xwaribû û dabû wan, ew li beriyê serjê kirin.’

17 “Niha ez lava dikim, ya Reb, bila hêza te mezin be, çawa ku te gotibû:

18 “‘Xudan zû hêrs nabe Û dilovaniya wî zêde ye. Ew guneh û xerabiyê dibexişîne Lê sûcdaran bêceza nahêle. Hesabê xerabiya bavan ji kuran, Ji nifşê sisêyan û çaran dipirse.’

19 Ez ji te lava dikim, te ji Misrê heta vir Çawa ev gel bexişandibe, Li gorî mezinahiya dilsozî û dilovaniya xwe, Neheqiya vî gelî bibexişîne.”

20 Xudan got: “Min li ser gotina te ew bexişandin.

21 Lê bi serê xwe û rûmeta xwe ya ku tevahiya dinyayê tije dike, ez wiha dibêjim:

22 Ev kesên ku rûmeta min û nîşanên min li Misrê û li beriyê min raber kirin dîtin û dîsa jî deh caran ez ceribandim û guhdariya dengê min nekir,

23 wê tu kes ji wan wî welatî nebîne ku min bi sondxwarin da bav û kalên wan. Her kesê ku ez kêm dîtim wê welêt nebîne.

24 Lê ji ber ku dilekî cuda pê re ye û wî bi tevahî da ser riya min, ezê xulamê xwe Kalêv bibim welatê ku ew ketê. Wê ziriyeta wî wê derê bi milkî bistîne.

25 Emalêqî û Kenanî li deştê dijîn. Hûn sibê bizivirin û di riya Derya Sor re bi rê bikevin û herin beriyê.”

26 Xudan ji Mûsa û Harûn re got:

27 “Ezê heta kengê li dijî vê civaka xerab a ku li dijî min gilî û gazinên xwe dike li ber xwe bidim? Min gazinên gelê Îsraêl ên li dijî min dikin bihîstin.

28 Ji wan re bêje: ‘Gotina Xudan ev e: Ez bi serê xwe kim, ezê ya ku we bixwe gotiye bînim serê we.

29 Wê cendekên we li vê beriyê bikevin. Her kesê li dijî min gilî û gazinên xwe dike û di hejmartinê de emrê wî bîst û mezintir be, wê li vê beriyê bimire.

30 Li welatê ku min sond xwaribû hûnê lê rûnin, ji bilî Kalêvê kurê Yefûnne û Yêşûyê kurê Nûn, wê tu kes nekevê.

31 Lê zarokên we yên ku we digot wê bibin talan, ezê wan bibim wir. Wê zarokên we welêt nas bikin ku we red kir.

32 Lê wê cendekên we li vê beriyê bikevin.

33 Wê zarokên we çil salan li beriyê wekî şivanan aware bigerin û heta hemû cendekên we li beriyê nemînin, wê berdêla nedilsoziya we bikişînin.

34 Li gorî hejmara rojên ku we lêkolîna welêt kir ango çil rojan, ji bo her rojekê salek ango hûnê çil salan cezayê sûcê xwe bikişînin. Hûnê bizanibin ku min rûyê xwe ji we vegerandiye.’

35 Ez Xudan, min gotiye û bi rastî jî ezê vê yekê bînim serê tevahiya vê civaka xerab ku li dijî min rabû. Wê li vê beriyê telef bibin û li vir bimirin.”

36 Zilamên ku Mûsa ji bo lêkolîna welêt şandibûn, vegeriyabûn û xeberên nebaş li ser welêt gotibûn û kiribûn ku tevahiya civakê li dijî wî gazinan bike,

37 ew zilamên ku li ser welêt xeberên nebaş anîbûn, li hizûra Xudan bi kulê mirin.

38 Lê ji zilamên ku lêkolîna welêt kirin, Yêşûyê kurê Nûn û Kalêvê kurê Yefûnne sax man.

39 Gava Mûsa ev gotin ji tevahiya civaka Îsraêl re got, gel ket nava şîneke giran.

40 Lê serê sibê zû rabûn û çûn serê çiyê. Wan got: “Me guneh kir, lê niha em amade ne ku herin cihê ku Xudan behsa wî kir.”

41 Mûsa got: “Çima hûn li dijî fermana devê Xudan derdikevin? Hûn bi ser nakevin.

42 Neçin şer, çimkî Xudan ne di nav we de ye. Hûnê li ber dijminên xwe têk biçin.

43 Emalêqî û Kenanî wê li wir werin pêşiya we û we bidin ber şûran. Ji ber ku we dev ji riya Xudan berda, wê Xudan bi we re nebe.”

44 Lê wan quretî kir û hilkişiyan bilindciyên herêma çiyayî. Sindoqa Peymana Xudan û Mûsa ji nav artêşgehê derneketin.

45 Emalêqî û Kenaniyên li herêma çiyayî diman, hatin êrîşê wan kirin. Heta bajarê Hormayê wan da pey wan û ew têk birin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan