Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 13 - Kurmanji Încîl


Lêkolîna welatê Kenanê
( Dubarekirina Şerîetê 1:19-33 )

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Hinek kesan bişîne, bila lêkolîna welatê Kenanê bikin ku ez didim gelê Îsraêl. Ji her eşîreke bav û kalên xwe serekekî bişîne.”

3 Li ser fermana devê Xudan, Mûsa ji Beriya Paranê ew şandin. Hemû ji serekên gelê Îsraêl bûn.

4 Navên wan ev bûn: Ji eşîra Rûbên Şammûayê kurê Zakkûr,

5 ji eşîra Şimûn Şafatê kurê Horî,

6 ji eşîra Cihûda Kalêvê kurê Yefûnne,

7 ji eşîra Îssexar Yîgalê kurê Ûsiv,

8 ji eşîra Efrayîm Hoşêyayê kurê Nûn,

9 ji eşîra Binyamîn Paltiyê kurê Rafû,

10 ji eşîra Zevûlon Gaddiyêlê kurê Sodî,

11 ji eşîra Ûsiv –ji eşîra Minaşşe– Gaddiyê kurê Sûsî,

12 ji eşîra Dan Emmiyêlê kurê Gemallî,

13 ji eşîra Aşêr Setûrê kurê Mîxayîl,

14 ji eşîra Neftelî Nahbiyê kurê Wofsî

15 û ji eşîra Gad Geûêlê kurê Maxî.

16 Kesên ku Mûsa ji bo lêkolîna welêt şandibûn ev bûn. Mûsa navê Hoşêyayê kurê Nûn guhert û kir Yêşû.

17 Gava Mûsa ew şandin ku lêkolîna welatê Kenanê bikin, wî ji wan re got: “Herin Negevê. Herin herêma çiyayî

18 û hîn bibin ka welat çawa ye. Mirovên wir qels in an hêzdar in, gelek in an hindik in?

19 Binêrin, welatê wan çawa ye. Ew qenc e yan xerab e? Bajarên wan vekirî ne yan sûrkirî ne?

20 Binêrin ax berdar e yan bêber e? Tê de dar hene yan tunene? Hûn hêzdar bin û ji fêkiyên welêt bînin.” Wî çaxî wextê tiriyê pêşî bû.

21 Zilam rabûn bi rê ketin, ji Beriya Zînê ber bi Levo-Hamatê, heta Rehovê lêkolîna welêt kir.

22 Herwiha wan Negevê derbas kir û hatin Hevrona ku ji binemalên Enaqiyan; Ahîman, Şêşay û Talmay li wir diman. –Hevron heft sal beriya Bajarê Soanê hatibû avakirin ku ew bajar li Misrê bû.–

23 Gava ew gihîştin Newala Eşkolê, wan guliyekî dêliyê ku gûşiyek tirî pê ve bû jêkir. Du zilaman gulî li ser darekî hilgirt. Wan ji hinar û hejîran jî anîn.

24 Ji ber ku gelê Îsraêl gûşiyê tirî jêkir, wan navê wê derê Newala Eşkolê danî.

25 Piştî çil rojan ew ji lêkolîna welêt vegeriyan.

26 Li Qadêşa li Beriya Paranê hatin ba Mûsa, Harûn û tevahiya civaka Îsraêl. Wan ya ku dîtine ji wan re û ji tevahiya civaka Îsraêl re got û fêkiyên welêt nîşanî wan da.

27 Wan ji Mûsa re got: “Em gihîştin wî welatê ku te em şandinê. Bi rastî şîr û hingiv jê diherike û ev jî fêkiyê wî ye.

28 Lê miletê li wir dijî hêzdar e, bajar bisûr û gelekî mezin in. Me li wir kesên ji ziriyeta Enaqî jî dîtin.

29 Li Negevê Emalêqî dimînin. Li herêma çiyayî Hîtîtî, Yevûsî û Amorî dimînin. Li kêleka deryayê û keviyên Çemê Şerîayê Kenanî dimînin.”

30 Kalêv li pêş Mûsa gel bêdeng kir û got: “Rabin em herin û desteser bikin. Çimkî hêza me têra vê yekê dike.”

31 Lê kesên pê re çûbûn wir got: “Hêza me tuneye ku em li dijî vî gelî rabin. Ew ji me hêzdartir in.”

32 Wan li ser welêt xebera nebaş li nav gelê Îsraêl belav kir ku li wir lêkolîn kiribûn. Wan digot: “Welatê ku me li ser sixûrî kir, welatekî wisa ye ku şêniyên wî hev dixwin! Hemû kesên me li wir dîtin, bejinbilind bûn.

33 Me li wir Nefîlî dîtin ku ji ziriyeta Enaqiyan in. Em li ber wan wekî kuliyan bûn. Di çavê wan de jî em wisa bûn.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan