Hejmartin 12 - Kurmanji ÎncîlGazinên Harûnê Kahin û Miryema xwişka wî 1 Miryem û Harûn ji ber jinika Kûşî rexne li Mûsa girtin. Çimkî wî jineke Kûşî ji xwe re anîbû. 2 Wan got: “Ma Xudan tenê bi riya Mûsa peyivî? Ma bi riya me jî nepeyivî?” Xudan ev yek bihîst. 3 Mûsa ji her kesê li ser rûyê erdê nefsbiçûktir bû. 4 Xudan jinişkave ji Mûsa, Harûn û Miryemê re got: “Hûn her sê jî herin Konê Hevdîtinê.” Her sê çûn. 5 Xudan di nav stûna ewran de daket. Li ber deriyê kon sekinî û gazî Harûn û Miryemê kir. Gava herdu diçûn, 6 Xudan got: “Guh bidin gotina min: “Heke di nav we de pêxemberek hebe, Ez Xudan, ezê di dîtiniyekê de xwe pê bidim zanîn. Ezê di xewnê de pê re bipeyivim. 7 Lê xulamê min Mûsa ne wisa ye, Di tevahiya mala min de dilsoz e. 8 Ezê ne bi remzan, pê re vekirî, Rû bi rû pê re bipeyivim. Ew sûretê Xudan dibîne. Nexwe hûn çawa ji rexnekirina xulamê min Mûsa netirsiyan?” 9 Hêrsa Xudan li dijî wan rabû û ji wir çû. 10 Ewr ji ser kon rabû. Nexweşiya çerman li Miryemê peyda bûbû û laşê wê wekî berfê spî bû. Harûn li Miryemê zivirî dît ku kotî ye. 11 Harûn ji Mûsa re got: “Ezbenî lava dikim ji ber gunehê me yê ku me bi ehmeqî kir, me ceza neke. 12 Lava dikim, bila dirûvê Miryemê neşibe dirûvê bebikeke mirî û nîvbeden ku ji diya xwe bûye.” 13 Mûsa hêvî û lava ji Xudan kir û got: “Ya Xwedê, ez lava dikim şifayê bide Miryamê.” 14 Xudan ji Mûsa re got: “Heke bavê wê tif bikira ser çavê wê, wê heft rojan şerm nekira? Wê heft rojan ji artêşgehê dûr bixin û paşê dîsa bînin.” 15 Wan Miryem heft rojan ji artêşgehê dûr kir. Heta ew venegeriya, gel bi rê neket. 16 Piştre gel ji Hasêrotê koç kir û li Beriya Paranê kon veda. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey