Hejmartin 11 - Kurmanji ÎncîlGelê Îsraêl gazinan dike 1 Gel ji ber tengasiya xwe dest bi gazinan kir. Xudan bihîst û hêrs bû. Agirê Xudan li dijî wan pêket û kesên li keviyên artêşgehê ne daqurtandin. 2 Gel lavayî Mûsa kir û gava Mûsa ji Xudan re dua kir, agir tefiya. 3 Navê wê derê, Tavêra danî, çimkî agirê Xudan di nav wan de pêketibû. 4 Îcar dilê xelkê xerîb ê di nav wan de gelekî diçû xwarinên din. Gelê Îsraêl bi girî û gazin digot: “Xwezî hinek goşt hebûya me bixwara! 5 Masî, xiyar, zebeş, pirase, pîvaz û sîrên ku me li Misrê belaş dixwarin hatin bîra me. 6 Lê niha em ji birçiyê helak bûn. Ji xeynî manê em tiştekî nabînin.” 7 Man wekî tovê kişnişê bû û wekî benîştê xuya dikir. 8 Gel digeriya, dida hev, bi destaran dihêra yan jî di coniyan de dikuta. Ew di quşxaneyê de dikeland û jê kilor çêdikir. Tehma wê wekî tehma wê xwarinê bû ku bi zeytê hatibû çêkirin. 9 Gava bi şev xunav diket ser artêşgehê, man jî pê re dihat. 10 Mûsa bihîst ku her malbat li ber konê xwe digirî. Xudan bi vê yekê gelekî hêrs bû. Ev yek ne bi dilê Mûsa bû. 11 Mûsa ji Xudan re got: “Te çima xerabî bi xulamê xwe kir? Min çi kir ku dilê te bi min ne xweş e û te barê vî gelî da pişta min? 12 Ma ez ji tevahiya vî gelî re bi zaro mam? Qey min ew anîn dinyayê? Tu dibêjî: ‘Wekî dadikeke ku zarokê berşîr hildigire, wan di hembêza xwe de bibe wê axa ku min ji bav û kalên wan re sond xwariye.’ 13 Ew li ber min digerin û bi girî û gazin dibêjin: ‘Goşt bide me em bixwin!’ Ji bo tevahiya vî gelî ez ewqas goşt ji ku bînim?! 14 Ez nikarim bi tena serê xwe. Tevahiya vî gelî ragirim. Nikarim vî barê giran rakim. 15 Heke tê bi vî awayî bi min re bidî û bistînî –heke dilê te bi min xweş e– Lava dikim hema vêga min bikuje ku ez tehlî-tengiya xwe nebînim.” 16 Xudan ji Mûsa re got: “Ji nav rîspiyên gelê Îsraêl heftê kesên ku tu wekî rêber û peywirdar dizanî, bicivîne û wan bîne Konê Hevdîtinê. Bila li wir, li ba te bisekinin. 17 Ezê werim xwarê û li wir bi te re bipeyivim. Ezê ji ruhanîtiya li ser te hilînim û bidim wan. Ji bo ku tu tenê hilnegirî, wê gel vî barî bi te re hilgire. 18 “Îcar ji gel re bibêje, ji bo sibê xwe pak bikin, hûnê goşt bixwin. Çimkî we got: ‘Wê kî goşt bide me? Li welatê Misrê rewşa me baş bû’ û Xudan ev girî bihîst. Wê Xudan goşt bide we û hûnê bixwin. 19 Ne rojek, du roj, pênc roj, deh roj, bîst rojan, 20 meheke sax, heta ji pozê we bê û hûn jê bikerixin hûnê bixwin! Çimkî we Xudanê di nav xwe de red kir, hûn li ber wî giriyan û we got: ‘Em çima ji Misrê derketin?’” 21 Mûsa got: “Gelê ku ez di nav wan de me, 600.000 peya ne û tu dibêjî: ‘Ezê goşt bidim wan û wê tevahiya mehê bixwin.’ 22 Ma bi qasî wan têr bike pez û dewar hene ku em serjê bikin? An jî tevahiya masiyên deryayê bên girtin, gelo wê têra wan bike?” 23 Xudan ji Mûsa re got: “Qey ji destê Xudan nayê? Tê niha bibînî ka tiştê min ji te re got pêk tê yan na.” 24 Mûsa derket derve û gotinên Xudan ji gel re got. Wî ji rîspiyên gel heftê kes civandin û li dora kon bi cih kirin. 25 Xudan ji nav ewran berjêr bû û pê re peyivî. Ji ruhanîtiya ku li ser Mûsa ye hilda û da heftê rîspiyên li wir. Gava Ruh hat ser wan, wan pêxemberî kir. Lê piştre careke din nekir. 26 Li artêşgehê du zilam mabûn, navê yekî Êldad û yê din Mêdad bû. Ew di nav heftê kesên bijartî de bûn, lê neçûbûn ber kon. Gava Ruh hat ser wan, wan jî li artêşgehê pêxemberî kir. 27 Xortekî baz da û ji Mûsa re got: “Êldad û Mêdad li artêşgehê pêxemberiyê dikin.” 28 Xizmetkarê Mûsa, Yêşûyê kurê Nûnê ku ji xortaniya xwe ve pê re bû, got: “Xweyê min Mûsa, rê li ber wan bigire!” 29 Mûsa li ser vê yekê got: “Ma tu li ber min dikevî? Xwezî tevahiya gelê Xudan pêxember bûya û Xudan Ruhê xwe daniya ser wan.” 30 Piştre Mûsa û rîspiyên gelê Îsraêl vegeriyan artêşgehê. Xwedê sûsikan dişîne 31 Xudan bayekî rakir û ji deryayê sûsik anîn. Bayê sûsik ji her aliyê artêşgehê ve bi qasî rêveçûna rojekê dûr û ji erdê du gaz bilind daxist ser artêşgehê. 32 Gel tevahiya rojê, tevahiya şevê û dotira rojê sûsik dan hev. Her kesek herî kêm bi qasî barê deh homeran da hev. Wan ew li derdora artêşgehê raxistin. 33 Hê goşt di nav diranê wan de bû û necûtibûn, hêrsa Xudan li dijî gel rabû û wî bi dijwarî li wan xist. 34 Navê wê derê Qîvrot-Hattaawa danî. Çimkî gelê ku dilê wan diçû xwarinên din li wê derê veşartin. 35 Gel ji Qîvrot-Hattaawayê koçî Hasêrotê kir û li wir ma. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey