Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hejmartin 10 - Kurmanji Încîl


Boriyên Zîvîn

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Ji bo xwe du boriyên ji zîvê kutayî çêke. Tê wan ji bo gazîkirina civakê û barkirina artêşgehê bixebitînî.

3 Gava tu li wan bixî, wê tevahiya civakê li ba te, li ber deriyê Konê Hevdîtinê bicive.

4 Heke yek bê lêxistin, wê serekên eşîrên Îsraêl li ba te bicivin.

5 Gava borî carekê lêxe, wê artêşgehên ku li aliyê rojhilat rûniştî ne bi rê bikevin.

6 Gava borî du caran lêxe, wê artêşgehên ku li aliyê başûr rûniştî ne bi rê bikevin. Ji bo ku ew bi rê bikevin, wê bi dengê bilind bê lêxistin.

7 Ji bo civandina civakê jî wê borî bên lêxistin, lê ne bi dengê bilind.

8 Divê kurên Harûnê Kahin li boriyê bixin. Wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.

9 Gava hûn li welatê xwe li dijî dijminê zordar herin şer, hûnê bi dengê bilind li boriyê bixin. Wê gavê wê Xwedayê we Xudan we bi bîr bîne û hûnê ji dijminên xwe rizgar bibin.

10 Hûnê di rojên şahiyan de, di cejnên heyva nû de û di cejnên din de li ser qurbanên aştiyê û şewitandinê li boriyê bixin. Bi vî awayî hûnê li ber Xwedayê xwe bên bibîranîn. Ez Xwedayê we Xudan im.”


Gelê Îsraêl ji Sînayê bi rê dikevin

11 Di bîstê meha diduyan a sala diduyan de, ewr ji ser meskên rabû ku Şahidî tê de bû.

12 Îcar gelê Îsraêl ji Beriya Sînayê koç kir. Ewr li Beriya Paranê sekinî.

13 Ev cara pêşî bû ku wan li ser fermana devê Xudan ku bi riya Mûsa hat dayîn, koç dikir.

14 Pêşî eşîra Cihûda di bin ala xwe de li gorî yekîneyên xwe bi rê ket. Nahşonê kurê Emmînadav serwerê yekîneya wan bû.

15 Natanêlê kurê Sûar li ser yekîneya eşîra Îssexar bû.

16 Êliyavê kurê Hêlon ji yekîneya eşîra Zevûlon re serwerî dikir.

17 Piştre wan mesken da hev. Gêrşonî û Mêrariyiyên ku mesken hildida, bi rê ketin.

18 Paşê eşîra Rûbên di bin ala xwe de li gorî yekîneyên xwe bi rê ket. Şedêûrê kurê Êlîsûr serwerê yekîneya wan bû.

19 Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday li ser yekîneya eşîra Şimûn bû.

20 Êlyasafê kurê Deûêl li ser yekîneya eşîra Gad bû.

21 Qohatiyên ku taximên pîroz hildigirtin bi rê ketin.

22 Paşê eşîra Efrayîm di bin ala xwe de li gorî yekîneyên xwe bi rê ket. Êlîşamayê kurê Emmîhûd li ser yekîneya wan bû.

23 Gamliyêlê kurê Pedahsûr li ser yekîneya eşîra Minaşşe bû.

24 Avîdanê kurê Gîdonî li ser yekîneya eşîra Binyamîn bû.

25 Piştî hemûyan eşîra Dan di bin ala xwe de li gorî yekîneyên xwe bi rê ket. Ahiyezerê kurê Emmîşadday li ser yekîneya wan bû.

26 Pagiyêlê kurê Oxran li ser yekîneya eşîra Aşêr bû.

27 Ahîrayê kurê Eynan li ser yekîneya eşîra Nefteliyiyan bû.

28 Li gorî yekîneyên xwe birêketina gelê Îsraêl wiha bû. Îcar wan koç kir.

29 Mûsa ji Hovavê kurê Reûêlê Mîdyanî yê xezûrê xwe re got: “Em diçin warê ku Xudan got: ‘Ezê bidim we.’ Bi me re were, emê qenciyê bi te bikin. Çimkî Xudan soz da ku wê qenciyê bi gelê Îsraêl bike.”

30 Hovav jê re got: “Ez nayêm, ezê vegerim welatê xwe ba merivên xwe.”

31 Mûsa got: “Hêvî dikim dev ji me bernede, çimkî wan cihên ku emê li beriyê kon vedin tu dizanî. Tê bibî çavê me.

32 Heke tu bi me re werî, Xudan çi qenciyê bi me bike, emê jî bi te bikin.”

33 Bi vî awayî ew ji Çiyayê Xudan bi rê ketin û qonaxa sê rojan çûn. Ji bo ku ji wan re dera bêhnvedanê bibîne, Sindoqa Peymana Xudan sê rojan li pêş wan çû.

34 Gava ji artêşgehê derketin, ewrê Xudan bi rojan li ser wan bû.

35 Gava Sindoq bi rê diket, Mûsa digot: “Ya Xudan rabe! Bila dijminên te belav bibin. Kesên ji te nefret dikin, Bila ji ber te birevin!”

36 Gava sindoq disekinî, wî digot: “Ya Xudan tu li hezar Û li deh hezarên gelê Îsraêl vegere!”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan