Hejmartin 1 - Kurmanji ÎncîlHejmartina pêşî ya gelê Îsraêl 1 Di sala diduyan a derketina ji welatê Misrê de, di roja pêşî ya meha diduyan de, Xudan li Beriya Sînayê, li Konê Hevdîtinê ji Mûsa re got: 2 “Tevahiya civaka Îsraêl li gorî malbat û binemalên wan, her mêrî yek bi yek li gorî navê wan bijmêrin. 3 Tu û Harûn, hûnê her Îsraêliyê bîst salî û mezintir ê ku diçe şer, li gorî yekîneyên wan bijmêrin. 4 Wê ji her eşîrekê kesek bi we re be û wê ew kes serekê malbata xwe be. 5 “Navê kesên ku wê alîkariya we bikin ev in: Ji Rûbêniyan, Êlîsûrê kurê Şedêûr, 6 ji Şimûniyan, Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday, 7 ji Cihûdayiyan, Nahşonê kurê Emmînadav, 8 ji Îssexariyan, Natanêlê kurê Sûar, 9 ji Zevûloniyan, Êliyavê kurê Hêlon, 10 ji herdu kurên Ûsiv, ji Efrayîmiyan, Êlîşamayê kurê Emmîhûd û ji Minaşşeyiyan, Gamliyêlê kurê Pedahsûr, 11 ji Binyamîniyan, Avîdanê kurê Gîdonî, 12 ji Daniyan, Ahiyezerê kurê Emmîşadday, 13 ji Aşêriyan, Pagiyêlê kurê Oxran, 14 ji Gadiyan, Êlyasafê kurê Deûêl 15 û ji Nefteliyiyan, Ahîrayê kurê Eynan.” 16 Ew ji civaka Îsraêl hatin hilbijartin. Ew mîrên eşîrên bav û kalên xwe û serekên eşîrên Îsraêl bûn. 17 Mûsa û Harûn kesên ku navê wan hatine diyarkirin anîn 18 û di yekê meha diduyan de tevahiya civakê kom kir. Wan kesên bîst salî û mezintir li gorî malbat û binemalên wan, li gorî navê wan yek bi yek nivîsandin û hejmartin, 19 çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû. Bi vî awayî Mûsa li Beriya Sînayê ew hejmartin. 20 Ji kurên Rûbênê kurê pêşî yê Îsraêl, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê wan yek bi yek hatin hejmartin. 21 Hejmara kesên ji eşîra Rûbên 46.500 bû. 22 Ji Şimûniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe yek bi yek hatin hejmartin. 23 Hejmara kesên ji eşîra Şimûn 59.300 bû. 24 Ji Gadiyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 25 Hejmara kesên ji eşîra Gad 45.650 bû. 26 Ji Cihûdayiyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 27 Hejmara kesên ji eşîra Cihûda 74.600 bû. 28 Ji Îssexariyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 29 Hejmara kesên ji eşîra Îssexar 54.400 bû. 30 Ji Zevûloniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 31 Hejmara kesên ji eşîra Zevûlon 57.400 bû. 32 Ji herdu kurên Ûsiv, ji Efrayîmiyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 33 Hejmara kesên ji eşîra Efrayîm 40.500 bû. 34 Ji Minaşşeyiyan jî mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 35 Hejmara kesên ji eşîra Minaşşe 32.200 bû. 36 Ji Binyamîniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 37 Hejmara kesên ji eşîra Binyamîn 35.400 bû. 38 Ji Daniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 39 Hejmara kesên ji eşîra Dan 62.700 bû. 40 Ji Aşêriyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 41 Hejmara kesên ji eşîra Aşêr 41.500 bû. 42 Ji Nefteliyiyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin. 43 Hejmara kesên ji eşîra Neftelî 53.400 bû. 44 Kesên ku ji hêla Mûsa, Harûn û duwanzdeh serekên gelê Îsraêl ve hatin hejmartin ev bûn. Her yekî ji duwanzdehan malbata xwe temsîl dikir. 45 Li gorî malbatên xwe, mêrên ji gelê Îsraêl ên ku ji bîst salî û mezintir in û dikarin herin şer, hatin hejmartin. 46 Hejmara hemûyan 603.550 bû. 47 Lê Lêwiyî di nav wan de nehatin hejmartin. 48 Çimkî Xudan ji Mûsa re gotibû: 49 “Eşîra Lêwî nejmêre û wan tevî hejmartina gelê Îsraêl neke. 50 Tê Lêwiyiyan li ser meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye, hemû taximên wî û her tiştê girêdayî meskên bikî berpirsiyar. Wê meskên û hemû taximên wî hilgirin, jê re xizmetê bikin û li dora meskên kon vedin. 51 Gava mesken tê veguhestin, wê Lêwiyî bidin hev, gava bê danîn wê Lêwiyî dîsa vedin. Gava kesekî ne Lêwiyî nêzîkî wê bibe, divê bê kuştin. 52 Wê Îsraêlî konên xwe bi awayê yekîneyan deynin. Wê herkes li artêşgeha xwe, di bin ala xwe de kon vede. 53 Wê Lêwiyî li dora meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye kon vedin ku xezeb bi ser civaka Îsraêl de neyê. Wê nobedariya meskên bikin.” 54 Gelê Îsraêl her tiştî bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiriye pêk anî. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey