Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hagay 2 - Kurmanji Încîl


Berziya Perestgeha ku ji nû ve tê avakirin

1 Di roja bîst û yekê meha heftan de, gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember hat û got:

2 “Ji Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê, Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û ji gelê ji sirgûnê vegeriya re bêje:

3 ‘Gelo di nav we de kesek maye ku rûmeta berê ya vê Malê dîtiye? Niha ji we re çawa dike? Çawa ku tiştek nemabe xuya dike, ne wisa?

4 Ya Zerûbbabîl tu niha wêrek be!’” Ev e gotina Xudan. “‘Ya Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq, wêrek be! Ya gelê welêt, wêrek be!’” Ev e gotina Xudan. “‘Vî karî bidomînin. Ji ber ku ez bi we re me.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.

5 “‘Gava hûn ji Misrê derketin, min li ser vê yekê soz da we. Ruhê min di nav we de ye. Netirsin!’

6 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ezê di demeke nêzîk de careke din erd û ezman, derya û bejahiyê bihejînim.

7 Ezê hemû miletan bihejînim û wê tiştên hêja yên hemû miletan bên vir. Ezê vê Malê bi rûmetê dagirim’” dibêje Xudanê Karîndar.

8 “‘Zêr jî, zîv jî yê min e.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.

9 “‘Rûmeta Mala nû wê ji ya berê zêdetir be’” dibêje Xudanê Karîndar. “‘Ezê aştiyê bidim vê derê.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.


Gelê ku qirêj tê hesibandin

10 Di roja bîst û çarê meha nehan a dusaliya padîşahiya Daryûs de gotina Xudan ji Hagayê Pêxember re hat û got:

11 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Derbarê Şerîetê de ji kahinan bipirse û bêje:

12 Heke kesek di dawa xwe de goştê hatiye pîrozkirin hilde û ew daw li nan û xwarin, şerab û rûnê zeytê yan jî li xwarineke din bikeve, ew xwarin jî pîroz dibin an na?’” Kahinan got: “Nabin!”

13 Hagay axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kesekî ku ji ber laşê mirî qirêj bûbe, heke derekî wî li yek ji van tiştan bikeve, gelo ew jî qirêj dibe yan na?” Kahinan wiha bersiv da: “Belê, qirêj dibe.”

14 Li ser vê yekê Hagay got: “Ev gel, ev milet di çavê min de wiha ye.” Ev e gotina Xudan. “Her kirinên wan û her tiştên li gorîgehê pêşkêş dikin qirêj e.


Wê Xwedê bereketê bibarîne

15 “Niha ji îro û pê ve baş li ser vê yekê bifikirin. Bifikirin beriya kevir li ser kevir were danîn rewşa Perestgeha Xudan çawa bû.

16 Di wan deman de, gava zilamek digihîşt ber loda bîst elbî, rastî deh elban dihat. Gava dihat mehserê ku pêncî cer şerabê derxe, didît ku bîst cer şerab heye.

17 Min tevahiya keda destê we bi germeba, bi kifik û zîpikê tune kir. Lê hûn li min vegeriyan.” Ev e gotina Xudan.

18 “Ji kerema xwe baş bifikirin! Îro roja bîst û çarê meha nehan e. Hîmê Perestgeha Xudan hat avêtin. Ji îro û pêve li van tiştan baş bifikirin:

19 ‘Ma di embarên we de tov hebû? Mêw, hejîr, hinar, darzeytûn heta îro jî qet ber dabûn? Lê ezê ji niha û pê ve bereketê bi ser we de bibarînim.’”


Xwedê soz dide Zerûbbabîlê Walî

20 Di roja bîst û çarê mehê de, gotina Xudan careke din ji Hagay re hat û got:

21 “Ji Zerûbbabîlê Waliyê Cihûdayê re bêje: ‘Ezê erd û ezmanan bihejînim.

22 Ezê textên padîşahiyan birûxînim û hêza padîşahiyên miletên din tune bikim. Ezê erebeyên şer û siwarên wan serobino bikim. Hesp û siwarên wan jî wê bikevin. Wê tevahiya wan bi şûrê birayên wan bên kuştin.’”

23 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “‘Wê rojê ezê te hildim, ya xulamê min Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê te bikim mîna mora serweriyê. Çimkî min tu hilbijartî.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan