Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hagay 1 - Kurmanji Încîl


Jinûvelêkirina Perestgeha li Orşelîmê

1 Di dusaliya padîşahiya Daryûs de, di roja pêşî ya meha şeşan de, gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember, ji Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê û Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq re hat û got:

2 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li gorî gel dibêje, dema jinûveavakirina Mala Xudan hê nehatiye.’”

3 Li ser vê yekê gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember hat û got:

4 “Ev mal hê jî xerabe ye, lê hûn çawa di malên darkiraskirî de rûdinin?”

5 Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Baş li riyên xwe bifikirin!

6 We gelek tov reşand, lê we kêm da hev. Xwarina we heye, lê têrxwarina we tuneye! Hûn dinoşin, lê nacoşin. Hûn li xwe dikin, lê germ nabin. Hûn heqdestê xwe distînin, lê dixin kîsikê qul.”

7 Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Baş li riyên xwe bifikirin!

8 Rabin derkevin serê giran, daran bînin û Malê ji nû ve ava bikin. Wisa çêkin ku Mal bi dilê min be û pê rûmetdar bibim” dibêje Xudan.

9 “Hûn li hêviya dexlan zêde bûn, lê hindik pêk hat. We çi anî mala xwe, min da ber bayê.” Ev e gotina Xudanê Karîndar. “Gelo çima? Çimkî Mala min hê xerabe ye, lê xema we tenê mala we ye.

10 Ji ber vê yekê ezman xunava xwe, erd berê xwe nade we.

11 Min hişkesalî şand ser welat û çiyayên wî; ser dexil, şeraba nû, zeyt, berên axê, mirov û heywanên wî û ser tevahiya keda destên we.”


Gel guh dide Xudan

12 Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl, Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û tevahiya gelê ji sirgûnê vegeriya guh da dengê Xwedayê xwe Xudan û gotinên Hagayê Pêxemberê ku Xwedayê wan Xudan şandibû. Gel ji Xudan tirsiya.

13 Paşê Hagayê qasidê Xudan ev gotina Xudan ji gel re got: “Gotina Xudan ev e: ‘Ez bi we re me.’”

14 Bi vî awayî Xudan ruhê Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê, ruhê Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û ruhê tevahiya gelê ji sirgûnê vegeriya hişyar kirin. Piştre ew hatin û di Mala Xwedayê xwe Xudanê Karîndar de dest bi xebatê kirin.

15 Ev bûyer di roja bîst û çarê meha şeşan a dusaliya padîşahiya Daryûs de pêk hat.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan