Habaqûq 3 - Kurmanji ÎncîlDuaya Habaqûqê Pêxember 1 Duaya Habaqûqê Pêxember, bi Şîgyonotê: 2 Ya Xudan, min nav û dengê te bihîst. Ya Xudan, li ber kirinên te ez şaş û metel mam. Di dema me de jî wan tiştan bike, Di dema me de jî wan bide zanîn. Lê çaxê tu hêrs dibî, dilovaniya xwe jî bi bîr bîne. 3 Xwedê ji Têmanê, Xwedayê Pîroz ji Çiyayê Paranê hat. Sela Rewnaqiya wî ezmanan rapêçaye, Erd bi pesindana wî tije bû. 4 Biriqîna wî wek ronahiya rojê ye. Tîrêj ji destê wî dertên, Destê ku hêza wî tê de veşartî ye. 5 Kul li pêş wî diçe, Êşa mirinê li pey wî ye. 6 Ew sekinî û erd hejand, Bi awirê xwe milet lerizandin. Çiyayên qedîm tarûmar bûn, Girên herheyî tewiyan, Riyên Xwedê qet naguherin. 7 Min konên Kûşanê di tengasiyê de dîtin, Perdeyên çadirên Mîdyanê dilerizîn. 8 Ya Xudan, ma tu ji çeman hêrs bûyî? Xezeba te ji bo rûbaran e? Çaxê tu li hespên xwe, Li erebeyên xwe yên rizgariyê siwar bûyî, Ma xezeba te li dijî deryayan bû? 9 Te rahişt kevanê xwe, Tîrdanka xwe hilda. Sela Te rûyê erdê bi çeman ji hev veqetand. 10 Bi dîtina te çiya hejiyan, Lehî rabûn û her tişt dan ber xwe. Kûrahiya deryayê kir xuşîn, Pêl bilind bûn. 11 Ji ber biriqîna tîrên te yên hildifirin, Ji ber şewqa rima te ya dibiriqe, Roj û heyv li cihên xwe sekinîn. 12 Tu bi hêrs li ser rûyê erdê meşiyayî, Te miletan bi xezeba xwe perçiqand û şikandin. 13 Tu rabûyî ku gelê xwe Û kesê kifşkirî rizgar bikî. Te serê mala kesê xerab pelişand, Ji serî heta binî hilweşand. Sela 14 Leşkerên wî wekî bahozê hatin ku me tarûmar bikin, Bi hewes hatin ku bindestên veşartî daqurtînin, Lê te serên leşkerên kesê xerab bi rimên wan qul kirin. 15 Te bi hespên xwe li deryayê xist, Te ava rabûyî bilindtir kir. 16 Min bihîst û dilê min lê da, Ji gurmînê lêvên min ricifîn, Rizîbûn ket hestiyên min. Çokên min lerizîn. Lê ezê bi sebir li benda wê rojê bim Ku bibe felaketa gelê êrîşî me kir. 17 Heke darhejîr kulîlk nedin, Bi mêwan ve tirî tunebe, Darzeytûn berê xwe nedin, Zevî dexil nedin, Hevşî ji pez vala bibin Û di axuran de dewar nemînin, 18 Ezê dîsa jî bi Xudan şa bibim, Ezê bi Xwedayê rizgariya xwe bicoşim. 19 Reb Xudan hêza min e. Ew lingên min dike wekî lingên xezalan, Min li bilindciyan digerîne. Ji bo serkarê sazbend û stranbêjan, bi sazan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey