Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Habaqûq 2 - Kurmanji Încîl

1 Ez li cihê nobetê, li birca çavdêriyê bisekinim. Ez binêrim wê Xudan ji min re çi bêje, Binêrim bersiveke çawa dide gazinên min.


Bersiva Xwedê ya duyemîn

2 Xudan bersiva min da û got: “Tiştên tu bibînî, li ser lewheyan zelal binivîse, Qasidê ku bixwîne, bila hilde bibeze.

3 Tiştên dîtiniyê li benda dema xwe ya diyarkirî ne, Ew li ser rojên dawî dibêjin û derewan nakin. Bi derengî jî bikevin, li bendê bin, Bêguman wê bibin, wê dereng nemînin.

4 Li vî mirovê pesnê xwe dide binêrin, Niyeta wî ne pak e. Lê wê kesê rast bi baweriya xwe bijî.

5 Serwet xapînok e, Zilamê qure tu caran rihet nabe. Hergav wekî diyarê miriyan çavbirçî ye, Wek mirinê qet têr nabe. Hemû miletan bi dest dixe, Hemû gelan bindest dike.

6 “Ma wê hemû miletên bindest wî biçûk nebînin, Tinazên xwe pê nekin û nebêjin: ‘Wey li wî, tiştê ne yê wî ye desteser dike! Heta kengê tê xwe bi standina xeracê dewlemend bikî?’

7 Ma gelên tu xeracê ji wan distînî, Wê jinişkave serî li ber te ranekin? Wê hişyar nebin û te nebizdînin? Wî çaxî wê te talan bikin.

8 Ji ber ku te gelek milet talan kirin, Her kesê ji wan sax mane jî, Wê te talan bikin. Çimkî te xwîn rijand. Te zordarî li welat, bajar û şêniyên wan kir.

9 Wey li wî ku xaniyê xwe Bi qezenca neheq dadigire, Ji bo ku ji felaketê bireve, Mala xwe li bilindciyan ava dike!

10 Bi qirkirina gelek miletan Te mala xwe xera kir, Xwe şermezar kir.

11 Wê kevirên dîwaran biqîrin, Girşên darîn jî bersivê bidin.

12 Wey li wî ku bi xwînrijandinê bajaran ava dike, Bi zordarî gundan çêdike!

13 Şewitandina tevahiya keda gelan, Valabûna hewldanên neteweyan, Ma ne karê Xudanê Karîndar e?

14 Çawa av deryayan tije dike, Dinya jî wê bi zanîna rûmeta Xudan tije bibe.

15 Wey li wî ku bi cîranên xwe dide vexwarin, Şerabê dide heta ku serxweş dibin, Ku li tazîbûna wan binêre.

16 Ji dêla rûmetê hûnê rezîl û riswa bibin, Niha dora we ye, vexwin ku tazîbûna we xuya bibe. Tasa xezebê ya destê Xudan ê rastê wê bigihîje we, Wê rûmeta we bibe rezîlî.

17 Zordariya we li daristanên Lubnanê kir, wê bê serê we. Telefkirina heywanan wê we bibizdîne. Çimkî te xwîn rijand, Te zordarî li welat, bajar û hemû şêniyên wan kir.

18 Gelo pût ji çi re ne? Mirov şikil dide pûtan û peykerên rijandî, Ma ji bilî xapandinê bi kêrî çi tê? Çima kesek baweriya xwe bi berhema xwe tîne Ku tenê pûtekî bêziman e?

19 Wey li wî ku ji pûtê darîn re dibêje: ‘Hişyar bibe!’ Ji kevirê lal re dibêje: ‘Rabe ser xwe!’ Ma pût rê nîşan dide? Va ye, bi zêr û zîv hatiye pêçan, Lê di navê de hilma jiyanê tuneye.

20 “Xudan di Perestgeha xwe ya pîroz de ye. Bila tevahiya dinyayê li ber wî bêdeng be!”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan