Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Habaqûq 1 - Kurmanji Încîl

1 Peyama ku bi riya dîtiniyê ji Habaqûqê Pêxember re hat.


Habaqûqê Pêxember gazinan ji Xwedê dike

2 Ya Xudan, heta kengê ezê li te bikim hewar Û tê min nebihîzî? Ez ji te re diqîrim û dibêjim: “Zordarî heye!” Lê tu rizgar nakî!

3 Tu çima ewqas xerabiyê nîşanî min didî? Tu çima li ber ewqas neheqiyê xemsar î? Ez li ku dinêrim, xerakirin û zordarî heye. Pevçûn û berberî zêde dibe.

4 Loma hêza Şerîetê nemaye, Edalet qet pêk nayê. Xerab rastan dorpêç dikin, Jixwe edalet jî tuneye.


Bersiva Xwedê

5 “Li miletan binêrin! Şaş û metel bimînin! Çimkî ezê di rojên we de tiştekî wisa bikim, Gava bê gotin, hûnê bawer nekin.

6 Ez Kildaniyan xurt dikim, Ew miletekî bêrehm û êrîşkar in. Dibezin tevahiya dinyayê, Warên ne yê wan e bi dest dixin.

7 Erjeng û tirsdar in, Rê û rêbazên xwe ew çêdikin, Li pey navê xwe ne.

8 Hespên wan ji pilingan leztir in, Ji gurên êvarê çalaktir in. Siwarên wan ji dûrî ve bi çargavî tên, Wekî teyr difirin, xwe davêjin ser nêçîrê.

9 Hemû ji bo zordariyê tên. Wekî bayê beriyê pêş ve diçin, Wek sêlakê êsîran kom dikin.

10 Tinazan bi padîşahan dikin, Henekan bi mîran dikin. Bi her kelehê dikenin, Axê li ber kom dikin û desteser dikin.

11 Paşê wek bayê tên û diçin. Ew sûcdar in, Hêza wan îlahê wan e.”


Habaqûqê Pêxember gazinên xwe didomîne

12 Ma yê ji herheyiyê ne tu yî, Ya Xudan, Xwedayê min ê pîroz? Tê nemirî. Ya Xudan, ji bo dîwana me te Kildanî hilbijartin? Ya zinarê me, ji bo cezayê me te ew diyar kirin?

13 Çavên te ewqas paqij in Ku li xerabiyê nanêrin. Tu nikarî neheqiyê ragirî. Tu çima li xayînan dinêrî? Gava xerab kesên ji xwe rastir dadiqurtînin, Tu çima bêdeng dimînî?

14 Te mirov kirine wek masiyên deryayan, Wekî afirîdên dişêlin bêserwer in.

15 Kildanî wan hemûyan bi şewkê derdixin. Bi torebenên xwe wan digirin, Bi torên xwe yên mezin berhev dikin. Ew şa û kêfxweş dibin.

16 Loma ji bo torên xwe qurbanan serjê dikin, Ji torên xwe yên mezin bixûrê pêdixin. Çimkî bi wan para wan gelek e, Xwarina wan zêde ye.

17 Ma wê bi berdewamî torên xwe vala bikin? Ma wê bi bêrehmî hemû miletan tune bikin?

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan