Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ezra 9 - Kurmanji Încîl


Duaya Ezrayê Pêxember

1 Gava ev tişt qediyan, serek hatin ba min. Wan got: “Gelê Îsraêl, tevî kahin û Lêwiyiyan jî, xwe ji kirêtiyên gelên welatên derdorê veneqetandin ku Kenanî, Hîtîtî, Perîzzî, Yevûsî, Emmonî, Moavî, Misrî û Amorî dikin.

2 Wan ji bo xwe û kurên xwe, keçên wan anîn. Ziriyeta pîroz bi gelên welatên derdorê re tevlihev bû. Di vê nedilsoziyê de destê serek û peywirdaran hebû.”

3 Gava min ev bihîst, min kinc û xiftanê xwe çirandin û porê ser û rihê xwe anî xwarê. Ez şaş û metel mam û rûniştim.

4 Ji ber nedilsoziya sirgûniyan, tevahiya kesên ku ji ber gotinên Xwedayê Îsraêl dilerizin, li ba min kom bûn. Ez heta pêşkêşiya êvarê, şaş û metel di cihê xwe de rûniştim.

5 Di dema pêşkêşiya êvarê de ji xemgîniya xwe rabûm. Min bi kinc û xiftanê xwe yên çirandî çok da erdê û destên xwe ji Xwedayê xwe Xudan re vekirin.

6 Min got: “Ya Xwedayê min, ez rezîl û şermezar dibim. Ez nikarim, rûyê min tuneye berê xwe bidim te. Çimkî neheqiyên me ji qirikê borîn û sûcên me gihîştin ezmanan.

7 Em ji rojên bav û kalên xwe û vir ve di nav sûcên mezin de ne. Ji ber neheqiyên me, hatin em, padîşahên me, kahinên me dan destê padîşahên welatên din. Em hatin şûrkirin, sirgûnkirin, talankirin û şermezarkirin, her wekî îro.

8 “Lê niha, ji bo demeke kurt, Xwedayê me Xudan li ber me ket û wî ji me hinek kesên filitî û saxmayî berda û singekî cihê xwe yê pîroz bide me ku çavên me ronî bike û bi koletiya me debara me bike.

9 Çimkî em kole ne, lê Xwedayê me em di koletiya me de nehiştin. Li ber padîşahên Parsê wî dilovaniya xwe bi me kir. Wî debara me kir ku em Mala Xwedayê me ava bikin. Wî wêraneyên wê ji nû ve çêkirin û li Cihûda û Orşelîmê dîwarekî da me.

10 “Lê niha ya Xwedayê me, ji niha û pê ve em çi bêjin? Ji ber ku me dev ji emrên te berda.

11 Te bi riya xulamên xwe yên pêxember emir kir û got: ‘Welatê hûn diçin ku ji xwe re bikin milk, welatê ku bi kirêtiyên gelên welatên derdorê kirêt bûye. Wan seranserê wî bi qirêjî û kirêtiyên xwe tije kirin.

12 Loma keçên xwe nedin kurên wan û keçên wan ji kurên xwe re neyînin. Li aştî û qenciya wan qet negerin ku hûn hêzdar bibin û tiştên baş ên welêt bixwin û wî ji kurên xwe re mîrasa herheyî bistînin.’

13 “Hemû tiştên hatî serê me, ji ber karên me yên xerab û sûcên me yên mezin bûn. Ya Xwedayê me! Li gorî neheqiyên me, te em kêmtir ceza kirin û kesên saxmayî hişt û dan me.

14 “Ma em dîsa emrên te bişikênin û bi gelên ku tiştên kirêt dikin re bibin merivên hev? Ma heta ku tu me biqedînî û kesên saxmayî nemîne, tê li me hêrs nebî?

15 Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Tu adil î. Îro, hinek ji me ji sirgûnê filitîne û sax mane. Tevî ku heqê kesî tuneye li ber te bisekine, va ye em bi sûcên xwe li ber te disekinin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan