Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ezra 8 - Kurmanji Încîl


Kesên bi Ezrayê Pêxember re vegeriyan Orşelîmê

1 Qeyda serekên binemalan û kesên di padîşahiya Artahşasta de bi min re ji Babîlê vegeriyan wiha ye:

2 Ji Pînehasiyan, Gêrşom bû. Ji Îtamariyan, Daniyêl bû. Ji Dawidiyan, Hattûş bû.

3 Ji Şexanyayiyan û Paroşiyan, Zekeriya bû. Tevî wî 150 mêr hatin qeydkirin.

4 Ji Pahat-Moaviyan, Êlyehoênayê kurê Zerahya û 200 mêr bûn.

5 Ji kurên Şexanyayê kurê Yahaziyêl, 300 mêr bûn.

6 Ji Edîniyan Evedê kurê Yonatan û 50 mêr bûn.

7 Ji Elamiyan, Îşayayê kurê Etalya û 70 mêr bûn.

8 Ji Şefatyayiyan, Zevadyayê kurê Mîxayîl û pê re 80 mêr bûn.

9 Ji Yoaviyan, Ovadyayê kurê Yehiyêl û pê re 218 mêr bûn.

10 Ji kurên Şelomîtê kurê Yosîfya, 160 mêr bûn.

11 Ji Bêvayiyan, Zekeriyayê kurê Bêvay û pê re 28 mêr bûn.

12 Ji Ezgadiyan, Yohananê kurê Haqqatan û pê re 110 mêr bûn.

13 Ji kurên biçûk ên Adonîqam ku navên wan Êlîfelet, Yeiyêl, Şemaya û bi wan re 60 mêr bûn.

14 Ji Bîgwayiyan Ûtay, Zakkûr û 70 mêrên bi wan re bûn.


Vegera Orşelîmê

15 Min ew li kêleka coya ku diherike bajarê Ahawayê civandin. Me sê rojan li wir kon veda. Min di nav gel û kahinan de çavên xwe gerandin, lê min kesekî Lêwiyî li wir nedît.

16 Loma min gazî Êliyezer, Ariyêl, Şemaya, Êlnatan, Yarîv, Êlnatanê din, Natan, Zekeriya, Meşûllamê ku serek in û Yoyarîv û Êlnatan kir ku herdu jî mamoste bûn

17 û ew şandin ba Îddoyê ku serweriya devera Kasîfyayê dikir. Min ji wan re got bila ew ji Îddo û birayên wî yên ku peywirdarên Perestgehê û li Kasîfyayê ne re bêjin ku xizmetkaran bişîne Mala Xwedayê me.

18 Bi destê Xwedayê me yê qenc, wan mirovekî fêmdar ji me re şand. Şêrêvyayê ji ziriyeta Mahliyê kurê Lêwiyê kurê Îsraêl, tevî kur û birayên wî, bi giştî hijdeh kes hatin.

19 Bi wan re Haşavya û Îşayayê ji Mêrariyiyan, kur û birayên wî, bi giştî bîst kes,

20 tevî 220 kesên peywirdarên Perestgehê yên Dawid û serekên wî kifş kiribûn ku alîkariya Lêwiyiyan bikin jî hatin. Navên hemûyan hatibûn qeydkirin.

21 Li wir, li kêleka Coya Ahawayê, rojî îlan kir ku em xwe li ber Xwedayê xwe dev ji nefsa xwe berdin û jê bixwazin ku ew ji bo xwe, zarokên xwe û tevahiya mal û milkê xwe riyekê ji me re veke.

22 Çimkî min şerm kir û ji padîşah nexwest ku ew leşker û hespan bişîne ku di rê de me ji dijminên me biparêze. Me êdî jê re gotibû: “Destê Xwedayê me, ji bo qenciyê li ser hemû kesan e ku lê digerin. Lê hêz û hêrsa wî li dijî hemû kesan e ku wî berdidin.”

23 Me rojî girt û ji bo vê yekê me lavayî Xwedayê xwe kir. Wî bersiv da lavakirina me.

24 Min duwanzdeh serekên kahinan veqetandin; Şêrêvya, Haşavya û deh birayên wan.

25 Min zêr, zîv û taximên ku padîşah, şêwirmend, fermandar û Îsraêliyên li wir ku pêşkêşî Mala Xwedayê me kirine kişand û da wan.

26 Tiştên ku min kişand û da wan ev bûn: 650 telant zîv, sed telant taximên zîvîn, sed telant zêr,

27 bîst tasên zêrîn ên hezar darîkan û du taximên ji tûncê biriqandî yên bi qasî zêr hêja ne.

28 Min ji wan re got: “Hûn ji Xudan re pîroz in. Ev taxim jî pîroz in. Ev zêr û zîv pêşkêşiyên dilxwaziyê yên Xwedayê bavkalên we Xudan ne.

29 Hay jê hebin û heta ku we ew li ber Lêwiyî û serekên kahinan û serekên binemalên Îsraêliyên li Orşelîmê bên kişandin, di odeyên Mala Xudan de biparêzin.”

30 Li ser vê yekê kahin û Lêwiyî zêr, zîv û taximên kişandî hildan ku bibin Orşelîmê, Mala Xwedayê me.

31 Di roja duwanzdehê meha pêşî de, em ji Coya Ahawayê rabûn ku herin Orşelîmê. Destê Xwedayê me li ser me bû. Wî em ji destên dijminan û kesên di rê de kemîn danîne rizgar kirin.

32 Em gihîştin Orşelîmê û li wir sê roj man.

33 Di roja çaran de, li Mala Xwedayê me, ev zêr, zîv û taxim hatin kişandin û dan destê Merêmotê Kahinê kurê Ûriya. Bi wî re Yozavadê kurê Yêşû û Noedyayê kurê Binnûy ên Lêwiyî û Êlezarê kurê Pînehas jî hebûn.

34 Her tişt hatin hejmartin û kişandin. Giraniya wan jî hat qeydkirin.

35 Wê gavê kesên ji sirgûnê hatin, ji Xwedayê Îsraêl re qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin. Wan duwanzdeh gayên ku ji bo tevahiya Îsraêlê, nod û şeş beran, heftê û heft berx û ji bo pêşkêşiya paqijiyê jî duwanzdeh nêrî pêşkêş kirin. Tevahiya wan wekî qurbanên şewitandinê ji Xudan re hatin pêşkêşkirin.

36 Wan nivîsên fermanên padîşah da setrabên padîşah û waliyên li herêma rojavayê Feratê. Wan alîkariya gel û Mala Xwedê kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan