Ezra 7 - Kurmanji ÎncîlEzrayê Pêxember tê Orşelîmê 1 Piştî van tiştan, di padîşahiya Artahşastayê Padîşahê Parsê de Ezrayê kurê Serayayê kurê Ezaryayê kurê Hîlqiyayê 2 kurê Şallûmê kurê Sadoqê kurê Ahîtûvê 3 kurê Amaryayê kurê Ezaryayê kurê Merayotê 4 kurê Zerahyayê kurê Ûzziyê kurê Bûqiyê 5 kurê Avîşûayê kurê Pînehasê kurê Êlezarê kurê Harûnê Serkahin rabû. 6 Ev Ezra ji Babîlê çû. Ezra, nivîsendeyekî ku Şerîeta Mûsa ya Xwedayê Îsraêl Xudan dabû, baş zanibû. Ji ber ku destê Xwedayê wî Xudan li ser wî bû, padîşah her tiştê ku wî xwest da wî. 7 Di heft saliya padîşahiya Artahşastayê Padîşah de ji gelê Îsraêl, ji kahin, Lêwiyî, stranbêj, dergevan û peywirdarên Perestgehê hin kes jî çûn Orşelîmê. 8 Ezra di meha pêncan a heft saliya Artahşastayê Padîşah de hat Orşelîmê. 9 Ew roja pêşî ya meha pêşî ji Babîlê derket û ji bo ku destê Xwedayê wî yê qenc li ser wî bû, di roja pêşî ya meha pêncan de gihîşt Orşelîmê. 10 Çimkî Ezra dilê xwe dabû ser hînbûn û pêkanîna Şerîeta Xudan û li welatê Îsraêl hînkirina qanûn û rêbazan. Nameya Artahşastayê Padîşah da Ezrayê Pêxember 11 Nûsxeyeke nameya ku Artahşastayê Padîşah da Ezrayê Kahin û Nivîsende yê ku gotinên emir û qanûnên Xudan ên ji bo Îsraêl baş dizane, ev e: 12 “Ji Artahşastayê Padîşahê Padîşahan, ji Ezrayê Kahin û Nivîsendeyê Şerîeta Xwedayê Ezmanan re silav û rêz. 13 “Ez ferman didim ku her kesek ji gelê Îsraêl an kahin û Lêwiyiyên wan ên li welatê min ku dixwaze here Orşelîmê, bila bi te re were. 14 Min û heft şêwirmendên xwe tu şandî ku li gorî Şerîeta Xwedayê xwe ya di destê te de ye lêkolîna Cihûda û Orşelîmê bikî. 15 Divê tu zêr û zîvê ku min û şêwirmendên min bi dil û can da Xwedayê Îsraêl ku Meskenê wî li Orşelîmê ye, bi xwe re bibî. 16 Divê tu tevahiya zêr û zîvê ku tê li Herêma Babîlê bi dest bixî û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên gel û kahinan ji Mala Xwedayê wan a li Orşelîmê anîbûn jî bi xwe re bibî. 17 “Tê niha bi vî pereyî conega, beran, berx û pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê bikirî û ew li ser gorîgeha Mala Xwedayê xwe ya li Orşelîmê bi awayekî bêqisûr pêşkêş bikî. 18 Tu û birayên te bi zêr û zîvên mayî dikarin li gorî daxwaza Xwedayê xwe bikin. 19 Tevahiya taximên ku ji bo xizmeta Mala Xwedayê te dane te, li ber Xwedayê Orşelîmê teslîm bike. 20 Heke ji bo Mala Xwedayê te tiştekî din ku divê tu bidî hebe, tu dikarî ji xezîneya padîşah bidî. 21 “Ez, Artahşastayê Padîşah, ferman didim tevahiya peywirdarên xezîneya li herêma rojavayê Feratê ku Ezrayê Kahin, Nivîsendeyê Şerîeta Xwedayê Ezmanan çi ji we bixwaze bêqisûr pêk bînin. 22 Ji zîv heta sed telantan, ji genim heta sed kewaran, ji şerabê heta sed batan, ji rûn heta sed batan û ji xwê jî heta bixwaze bidin. 23 Xwedayê Ezmanan ji bo Mala xwe çi ferman daye, bila bi awayekî bêqisûr bê kirin. Çima xezeba wî li ser welatê min û kurên min bibare?! 24 Herwiha baş bizanin ku hûn ji tu kahin, Lêwiyî, stranbêj, dergevan, peywirdarên Perestgehê û xulamên din ên Mala Xwedê ne bac û ne jî xeracê bistînin. 25 “Lê tu Ezrayo! Li gorî şehrezabûna Xwedayê te ya bi te re, serek û dadgeran kifş bike. Bila ew edaletê li ser tevahiya gelê herêma rojavayê Feratê ku Şerîeta Xwedayê te dizanin pêk bînin. Tu jî Şerîetê hînî kesên ku nizanin bike. 26 Divê her kesê Şerîeta Xwedayê te û fermanên padîşah bêqisûr pêk neyîne, çi mirin be, çi sirgûnkirin be, çi standina mal be, çi jî girtin be, bê kirin.” Ezrayê Pêxember pesnê Xwedê dide 27 Bila Xwedayê bavkalên me Xudan pîroz be! Wî dilê padîşah kir ku Mala Xudan a li Orşelîmê birûmet dike. 28 Wî kir ku padîşah, şêwirmendên wî, fermandarên wî yên mêrxas ji min re dilovan bin. Bi saya destê Xwedayê min Xudan ku li ser min bû, ez hêzdar bûm. Min hinek serekên Îsraêlî da hev ku em bi hev re vegerin Orşelîmê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey