Ezra 6 - Kurmanji ÎncîlFermana Daryûsê Padîşah 1 Daryûsê Padîşah ferman da û li Babîlê di odeya nivîsan de lêkolîn hat kirin. 2 Di qesra li Birca Ekbatanaya Herêma Medyayê de tomarek hat dîtin û di nav de wiha hatibû nivîsandin: 3 “Di yeksaliya padîşahiya xwe de Koreşê Padîşah li ser Mala Xwedê ya li Orşelîmê fermaneke wiha da: ‘Bila Mala Xwedê ya li Orşelîmê ji nû ve bê avakirin û qurban bên serjêkirin. Bila hîmê wê bê danîn. Bila bilindahiya Malê şêst gaz û berfirehiya wê şêst gaz be. 4 Bila sê rêz kevirên mezin û rêzek textikên nû bên rêzkirin. Bila heqê wan ji aliyê qesra padîşah ve bê dayîn. 5 Herwiha bila taximên zêr û zîv ên Mala Xwedê ku Nebûxadnessar ji Perestgeha li Orşelîmê derxistibû û anîbû Babîlê bê vegerandin. Bila ew li Perestgeha li Orşelîmê, li cihên xwe bên bicihkirin. Tê wan deynî Mala Xwedê.’ 6 “Loma Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay û hevalbendên wan, peywirdarên wê derê, hûn ji wir dûr bikevin! 7 Dest nedin karê Mala Xwedê. Bila waliyê Cihûyan û rîspiyên wan, Mala Xwedê li cihê kevin ji nû ve ava bikin. 8 Herwiha ji bo avakirina vê Mala Xwedê, ez ferman didim ku hûnê çi ji bo rîspiyên Cihûyan bikin: Tevahiya heqê van zilaman wê ji xezîneya padîşah bê dayîn ku ji bacên li herêma rojavayê Feratê hatine standin. Bi vî awayî wê karên avakirinê nesekine. 9 Hûnê tevahiya hewcedariyên kahinên li Orşelîmê –conega, beran û berxên ji bo qurbanên şewitandinê yên Xwedayê Ezmanan, genim, xwê, şerab û rûn, her çi kahin bixwazin– bêyî ku navberê bixinê, her roj bidin wan 10 ku ji Xwedayê Ezmanan re qurbanên bêhnxweş pêşkêş bikin û ji bo siheta padîşah û kurên wî dua bikin. 11 Min ferman da ku heke kesek ev ferman biguhere, bila ji mala wî kêranek bê derxistin û bi wî kêranî ve bê mîxkirin. Mala wî jî bila bibe kavil. 12 Bila Xwedayê ku ev der hilbijart ku navê wî tê de be, her gel û padîşahê ku dixwaze vê fermanê biguhere û vê Mala Xwedê ya li Orşelîmê xera bike, tune bike. Ez Daryûs im, ez vê fermanê didim. Bila ev fermana min bêqisûr pêk were!” Pîrozkirina Perestgehê 13 Wê gavê Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay û hevalbendên wan, fermana Daryûs bi awayekî bêqisûr pêk anî. 14 Rîspiyên Cihûyan bi pêxemberiyên Hagayê Pêxember û Zekeriyayê kurê Îddo avakirin berdewam kir û karê wan baş meşiya. Li gorî fermanên Xwedayê Îsraêl, Koreş, Daryûs û Artahşastayê Padîşahê Parsê avakirin qedandin. 15 Mal di roja sisêyê meha Adarê ya şeş saliya padîşahiya Daryûsê Padîşah de hat qedandin. 16 Îsraêlî, kahin, Lêwiyî û hemû kesên din ên ji sirgûnê hatin, bi kêf û şahî Mala Xwedê pîroz kirin. 17 Di pîrozkirina vê Mala Xwedê de, wan sed conega, du sed beran, çar sed berx pêşkêş kirin. Li gorî hejmartina eşîrên Îsraêl, ji bo pêşkêşiya paqijiyê duwanzdeh nêrî pêşkêş kirin. 18 Wekî di Nivîsa Mûsa de hatiye nivîsandin, ji bo xizmeta Xwedê ya li Orşelîmê kahin û Lêwiyî li gorî komên wan kifş kirin. Cejna Derbasbûnê tê pîrozkirin 19 Di roja çardehê meha pêşî de, kesên ji sirgûnê vegeriyan Cejna Derbasbûnê pîroz kir. 20 Kahin û Lêwiyiyan bi hev re xwe paqij kirin. Hemû paqij bûn. Wan ji bo tevahiya sirgûniyan, ji bo birayên xwe yên kahin û ji bo xwe qurbana Cejna Derbasbûnê serjê kir. 21 Herkes ji goştê qurbanê xwar. Îsraêliyên sirgûnê tevî tevahiya kesên din ên tevli wan bûn û xwe ji tiştên mirdar ên miletên derdorê veqetandibûn ku li Xwedayê Îsraêl Xudan vegerin, xwarin. 22 Wan bi şahî heft rojan Cejna Nanê Şikeva pîroz kir. Çimkî Xudan şahiya wan anîbû. Xwedayê Îsraêl dilê Padîşahê Aşûrê zivirand ku di karê Mala Xwedayê Îsraêl de destê wan zexim bike. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey