Ezra 5 - Kurmanji ÎncîlJinûveavakirina Perestgehê berdewam dike 1 Di wê navberê de Hagayê Pêxember û Zekeriyayê Pêxember ê kurê Îddo bi navê Xwedayê Îsraêl, ji Cihûyên li Cihûda û Orşelîmê re pêxemberî kir. 2 Li ser vê yekê Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl û Yêşûyê kurê Yosadaq ji nû ve dest bi avakirina Mala Xwedê ya li Orşelîmê kir. Pêxemberên Xwedê bi wan re bûn û alîkariya wan dikirin. 3 Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay û hevalbendên wan hatin ba wan û ji wan re wiha gotin: “Kê fermana avakirina vê Malê û qedandina avahiyê da we?” 4 Wan berdewam kir û ev jî pirsîn: “Navê kesên avahî çêdikin çi ne?” 5 Lê çavê Xwedayê wan li ser rîspiyên Cihûyan bû. Heta ku ji Daryûs re xeber şandin û jê bersiva nivîskî hat jî, kesek neda sekinandin. 6 Nûsxeya nameya Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay, hevalbendên wan û peywirdarên li wir ku ji Daryûsê Padîşah re şand ev e. 7 Di nameyê de wiha hatibû nivîsandin: “Ji Daryûsê Padîşah re, silav û rêz. 8 “Bila padîşah bizanibe ku em çûn Herêma Cihûdayê, Mala Xwedayê Mezin. Ew ji kevirên mezin dihat avakirin. Kêran xistine dîwarên wê. Ev karê bi dil û can dihat kirin û di destê wan de baş pêşve diçû. 9 “Me ji rîspiyan pirsî û got: ‘Kê fermana avakirina vê Malê û qedandina avahiyê da we?’ 10 Me navê serekên wan jî pirsî ku em ji te re binivîsin û bişînin. 11 “Wan ev bersiv da û got: “‘Em xulamên Xwedayê erd û ezmanan in. Em Mala ku ji gelek salên berê ve hatiye avakirin, ji nû ve ava dikin. Padîşahekî mezin ê Îsraêlê ew ava kir û qedand. 12 Lê bav û kalên me Xwedayê Ezmanan hêrs kir û wî ew da destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîla Kildaniyan. Wî ev mal wêran kir û gel ber bi Babîlê ve ajot. 13 Lê belê di yeksaliya padîşahiya xwe de Koreşê Padîşahê Babîlê ferman da ku ev Mala Xwedê bê avakirin. 14 Herwiha wî taximên zêr û zîv ên ku Nebûxadnessar ji Mala Xwedê ya li Orşelîmê derxistibû û bi xwe re xistibû perestgeha Babîlê ji wir derxist û da Şêşbassarê ku wî bi xwe ew kiribû walî. 15 Koreş jê re got: Van taximan hilde û bixe Perestgeha Orşelîmê. Bila Mala Xwedê jî li cihê wê ji nû ve ava bike. 16 Paşê Şêşbassar hat û hîmê Mala Xwedê ya li Orşelîmê danî. Ji wê rojê ve avakirin berdewam e û hê neqediyaye.’ 17 “Heke bi dilê padîşah be, bila di qeydên qesra Babîlê de lêkolînek bê kirin ku diyar bibe gelo Koreşê Padîşah ji bo jinûveavakirina Mala Xwedê ya li Orşelîmê ferman daye yan na. Paşê bila padîşah biryara xwe ya li ser vê yekê ji me re bêje.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey