Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ezra 4 - Kurmanji Încîl


Astengiyên li dijî avakirina Perestgehê

1 Gava dijminên Cihûdayî û Binyamîniyan bihîst ku kesên ji sirgûnê vegeriyan Perestgeha Xwedayê Îsraêl Xudan çêdikin,

2 rabûn çûn ba Zerûbbabîl û serekên binemalan û ji wan re gotin: “Em bi we re ava bikin. Em jî diperizin Xwedayê we û ji roja Êsar-Haddonê Padîşahê Aşûrê em anîne vir ve, em qurbanan pêşkêşî Xwedayê we dikin.”

3 Lê Zerûbbabîl, Yêşû û serekên binemalan ên din ji wan re got: “Avakirina Mala Xwedayê me ne karê we ye. Çawa ku Koreşê Padîşahê Parsê li me emir kiriye, tenê emê ji Xwedayê Îsraêl Xudan re wê ava bikin.”

4 Wê gavê gelê welêt Cihûdayî tirsandin û hêviyên wan şikandin ku dev ji avakirinê berdin.

5 Ji rojên padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê heta padîşahiya Daryûs wan bi bertîl şêwirmend girtin ku pîlana wan xera bikin.


Lidijderketina jinûveavakirina Orşelîmê

6 Di destpêka padîşahiya Ahaşwêroş de dijminan li dijî şêniyên Orşelîmê û Cihûdayê nameyeke sûcdarkirinê nivîsand.

7 Di rojên Artahşastayê Padîşahê Parsê de, Bîşlam, Mîtredat, Tavêl û hemû hevalbendên wan ên din, nameyek ji Artahşasta re nivîsandin. Name bi zimanê aramî hat nivîsandin û wergerandin.

8 Rehûmê Walî û Şîmşayê Nivîsende ji Artahşastayê Padîşah re li dijî Orşelîmê nameyeke sûcdarkirinê nivîsand. Name bi vî awayî bû:

9 “Rehûmê Walî, Şîmşayê Nivîsende û hevalbendên wan ên din, dadger, serek, peywirdar, Parsî, Erexî, Babîlî, Sûsayî –ku Elamî ne–

10 tevî gelên din ên ku Asurbanîpalê mezin û birûmet ajot û li bajarên Sameryayê û li herêma rojavayê Feratê bi cih kir.”

11 Nûsxeyeke nameya ku wan ji Artahşastayê Padîşah re şand ev e. “Ji Artahşastayê Padîşah re, ji xulamên wî yên ku li herêma rojavayê Feratê dijîn:

12 “Bila padîşah bizanibe ku Cihûyên ji ba te derketin, hatin Orşelîmê ba me, vî bajarê serhildêr û xerab ji nû ve çêdikin. Ew dîwarên wê diqedînin û hîmê wê zexim dikin.

13 Bila padîşah bizanibe ku heke ev bajar ji nû ve bê avakirin û dîwar bên lêkirin, wê esse bac û xeracê nedin. Ev yek wê ji padîşahiyê re bi zirar be.

14 Niha ji bo ku em nanê qesrê dixwin, li me nayê ku em bibînin şermezariya padîşah. Ji ber vê yekê me xeber ji te re şand

15 ku ev yek di nivîsên qewimînên bav û kalên te de bê lêkolandin. Tê di nivîsên qewimînan de bibînî ku ev bajar serhildêr e û ji bo padîşahan û waliyan bi zirar e. Wan ji berê ve li vî bajarî bêbextî kir. Ji ber vê sedemê ev bajar hat helakirin.

16 Gotina me ji padîşah re ev e: Heke ev bajar ji nû ve bê avakirin û dîwarên wê bên qedandin, li herêma rojavayê Feratê tu para te wê nemîne.”

17 Padîşah wiha bersiv da û got: “Ji Rehûmê Walî, Şîmşayê Nivîsende û ji hevalbendên xwe yên din ên li Sameryayê û li cihên din ên herêma rojavayê Feratê re, silav û rêz.

18 “Nameya we ji min re şand, hat wergerandin û li ber min hat xwendin.

19 Min ferman da, lêkolîn hat kirin û hat dîtin ku ev bajar ji berê ve li dijî padîşahan rabûye û tê de serhildan û bêbextî hatine kirin.

20 Li ser Orşelîmê padîşahên hêzdar hebûn ku serweriyê li ser tevahiya herêma rojavayê Feratê kirin. Ji wan re bac û xerac jî dihat dayîn.

21 Niha fermanê bidin ku ev mirov bisekinin. Heta ez fermanê nedim bila ew bajar ji nû ve neyê avakirin.

22 Xwe di vî warî de sist nekin. Bila padîşahî zêdetir zirarê nebîne.”

23 Gava nûsxeya nameya Artahşastayê Padîşah, li ber Rehûm, Şîmşayê Nivîsende û hevalbendên wan hat xwendin, bi lez çûn Orşelîmê ba Cihûyan û bi zorê ew dan sekinandin.

24 Karê avakirina Mala Xudan a li Orşelîmê wê gavê sekinî. Heta dusaliya padîşahiya Daryûsê Padîşahê Parsê avakirina perestgehê sekinî.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan