Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ezra 3 - Kurmanji Încîl


Gorîgeh ji nû ve tê çêkirin

1 Gava bû meha heftan, gelê Îsraêl êdî li bajarên xwe bû. Wî çaxî ew li Orşelîmê li hev kom bûn.

2 Yêşûyê kurê Yosadaq û birayên wî yên kahin, Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl û birayên wî rabûn gorîgeha Xwedayê Îsraêl çêkir. Wan wekî ku di Şerîeta Mûsayê zilamê Xwedê de hatiye nivîsandin, ji bo ku qurbanên şewitandinê li ser pêşkêş bikin, ev gorîgeh çêkir.

3 Tevî ku li ser wan tirsa gelên welatên derdorê jî hebû, wan gorîgeh li ser hîmê wê çêkir. Wan li ser wê, serê sibê û êvarê ji Xudan re qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin.

4 Çawa ku hatiye nivîsandin, wan Cejna Holikan pîroz kir. Li gorî rojan ku di rê û rêbazan de hatiye kifşkirin, wan qurbanên şewitandinê yên rojane pêşkêş kirin.

5 Herwiha wan qurbanên şewitandinê yên hergavî, qurbanên Heyva Nû, tevahiya qurbanên cejnên Xudan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên Xudan, pêşkêş kirin.

6 Wan ji roja pêşî ya meha heftan dest bi pêşkêşkirina qurbanên şewitandinê kir, lê hîmê Mala Xudan hê jî nehatibû danîn.

7 Gelê Îsraêl pere da kevirbir û necaran û zeyt, xwarin û vexwarin da Saydayî û Sûriyên ku ji Lubnanê bi riya deryayê darên sedrê bînin Yafayê. Tevahiya van karan li gorî destûra Koreşê Padîşahê Parsê bûn.


Hîmê Perestgehê tê danîn

8 Piştî vegera Mala Xwedê ya li Orşelîmê bi du salan, di meha diduyan de, Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl, Yêşûyê kurê Yosadaq, tevahiya birayên wan, kahin, Lêwî û tevahiya kesên ji Orşelîmê ji sirgûnê vegeriyan, dest bi avakirina Mala Xudan kir. Wan Lêwiyiyên ji bîst salî û mezintir kirin serkar.

9 Yêşû tevî kur û birayên xwe, Qadmiyêl tevî kurên wî yên ku ji ziriyeta Cihûda ne, Hênadad tevî kur û neviyên xwe ku Lêwiyî ne, serkarên karkerên Mala Xwedê bûn.

10 Gava avakaran hîmê Mala Xudan danî, li gorî emrê Dawidê Padîşahê Îsraêlê, kahinan bi kincên xwe, di destan de borî û Asafiyên Lêwiyî jî bi zîlên destên xwe sekinîn ku pesnê Xudan bidin.

11 Paşê wan bi dorê ev strana pesin û şikirdariyê ji bo Xudan got: “Çimkî ew qenc e, Dilovaniya wî her û her e.” Gava wan pesnê Xudan da, herkes qîriya. Çimkî hîmê Mala Xudan dihat avêtin.

12 Lê gelek kesên ji kahinan, Lêwiyiyan, serekên binemalan û rîspiyên ku Mala berê di hîmê wê de dîtibûn, bi dengekî bilind giriyan. Gelek kes jî, ji kêfê qîriyan û şa bûn.

13 Dengê qîrînên şahiyê û dengê girînê tevlihev bûbû û gel ev deng ji hev cuda nedikir. Gel ewqas zêde diqîriya û şa dibû ku dengên wan ji cihên dûr jî dihat bihîstin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan