Ezra 2 - Kurmanji ÎncîlKesên ji sirgûnê vegeriyan ( Nehemya 7:6-73 ) 1 Kesên herêma ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ew sirgûna Babîlê kiribûn, vegeriyan Orşelîm û Cihûdaya bajarên xwe, ev in. 2 Ew bi Zerûbbabîl, Yêşû, Nehemya, Seraya, Reyêlaya, Mordexay, Bîlşan, Mîspar, Bîgway, Rehûm û Baena re hatin. Hejmara wan Îsraêliyan wiha bû: 3 2.172 Paroşî, 4 372 Şefatyayî, 5 775 Arahî, 6 2.812 Pahat-Moaviyên ji ziriyeta Yêşû û Yoav, 7 1.254 Elamî, 8 945 Zattûyî, 9 760 Zakkayî, 10 642 Baniyî, 11 623 Bêvayî, 12 1.222 Ezgadî, 13 666 Adonîqamî, 14 2.056 Bîgwayî 15 454 Edînî, 16 98 Atêriyên ji ziriyeta Hîzqiya, 17 323 Bêsayî, 18 112 Yorayî, 19 223 Haşûmî, 20 95 Gîbbarî, 21 123 Bêtlehemî, 22 56 Netofayî, 23 128 Enatotî, 24 42 Ezmawetî, 25 743 Qîryat-Yearîmî, Kefîrayî û Beêrotî, 26 621 Ramayî û Gevayî, 27 122 Mîkmasî, 28 223 Bêt-Êlî û Eyî, 29 52 Neboyî, 30 156 Magbîşî, 31 1.254 mirovên bajarê Elamê yê din, 32 320 Harîmî, 33 725 Lodî, Hadîdî û Onoyî, 34 345 Erîhayî, 35 û 3.630 Senaayî. 36 Kahin: 973 Yedayayiyên ji Mala Yêşû, 37 1.052 Îmmêrî, 38 1.247 Paşxûrî, 39 û 1.017 Harîmî. 40 Lêwiyî: 74 Yêşûyî û Qadmiyêliyên ji ziriyeta Hodawya. 41 Stranbêj: 128 Asafî. 42 Dergevan: 139 Şallûmî, Atêrî, Talmonî, Eqqûvî, Hatîtayî û Şovayî. 43 Peywirdarên Perestgehê: Sîhayî, Hasûfayî, Tabbaotî, 44 Qêrosî, Sîahayî, Padonî, 45 Levanayî, Hagavayî, Eqqûvî, 46 Hagavî, Şalmayî, Hananî, 47 Gîddelî, Gaharî, Reayayî, 48 Resînî, Neqodayî, Gazzamî, 49 Ûzzayî, Pasêahî, Bêsayî, 50 Asnayî, Meûnîmî, Nefûsîmî, 51 Baqbûqî, Haqûfayî, Harhûrî, 52 Baslûtî, Mehîdayî, Harşayî, 53 Barqosî, Sîserayî, Temahî, 54 Nesîahî û Hatîfayî. 55 Ziriyetên xulamên Silêman: Sotayî, Hassoferetî, Perûdayî, 56 Yaelayî, Darqonî, Gîddelî, 57 Şefatyayî, Hattîlî, Poxeret-Hassevayîmî û Amiyî. 58 Hemû peywirdarên Perestgehê tevî kesên ji ziriyetên xulamên Silêman: 392. 59 Kesên ji bajarên Tel-Melah, Tel-Harşa, Kerûv, Addan û Îmmêrê hatin lê nekarîn bidin kifşkirin ku ji kîjan ziriyet an malbatê ne û bi rastî Îsraêlî ne, ev in: 60 652 Delayayî, Toviyayî û Neqodayî. 61 Ji ziriyetên kahinan jî ev bûn: Hovayayî, Haqqosî û kurên Barzîllayê ku bi keçeke Barzîllayê Gîladî re zewicî û navê xezûrê xwe stand. 62 Ew li ziriyeta xwe geriyan lê qeydeke nivîskî nedîtin. Loma jî ne paqij hatin hesibandin û kahintî ji wan hat standin. 63 Walî ji wan re gotiye ku heta kahinekî ku Ûrîm û Tûmmîmê bi kar tîne derkeve, ji xwarina herî pîroz nexwin. 64 Hejmara tevahiya civakê 42.360 kes bû. 65 Herwiha 7.337 xulam û xadim, 200 stranbêjên jin û mêr, 66 736 hesp, 245 hêstir, 67 435 deve û 6.720 ker hebûn. 68 Gava hatin Mala Xudan a li Orşelîmê, hinek serekên binemalan pêşkêşiyên dilxwaziyê pêşkêş kirin ku Mala Xwedê careke din li cihê xwe bê avakirin. 69 Her yekî ji wan li gorî hêz û qeweta xwe ji bo vê yekê 61.000 darîk zêr, 5.000 mina zîv û 100 mîntanên kahinan wekî diyarî dan xezîneyê. 70 Bi vî awayî kahin, Lêwiyî, hinek kesên ji gel –stranbêj, peywirdar û dergevanan– li bajarên xwe bi cih bûn. Bi vî awayî tevahiya Îsraêl li bajarên xwe rûniştin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey