Ezra 10 - Kurmanji ÎncîlGelê Îsraêl li gunehên xwe mikur tê 1 Gava Ezra li ber Mala Xwedê bi girîn xwe diavêt erdê, dua dikir û li gunehên xwe mikur dihat, komeke mezin ji jin, mêr û zarokên gelê Îsraêl li dor wî civiyan. Gel jî gelekî giriya. 2 Şexanyayê kurê Yehiyêlê Elamî ji Ezra re got: “Me nedilsoziyê bi Xwedayê xwe kir û ji gelên welêt jinên xerîb ji xwe re anîn. Lê dîsa jî, ji bo Îsraêl hêviyek heye. 3 Niha li gorî şîreta te û kesên ji ber emrên Xwedayê me dilerizin, em bi Xwedayê xwe re peymanekê çêkin ku tevahiya van jin û zarokên ji wan dûr bixin. Bila ev peyman li gorî Şerîetê be. 4 De rabe! Çimkî berpirsiyarê vê yekê tu yî. Em bi te re ne. Hêzdar be û pêk bîne.” 5 Ezra rabû û serekên kahinan ên Lêwiyî û tevahiya Îsraêl da sondê ku li gorî vê yekê bikin. Wan jî sond xwar. 6 Paşê Ezra ji Mala Xwedê rabû ket odeya Yehohananê kurê Êlyaşîv. Gava li wir ma ne nan xwar, ne jî av vexwar. Çimkî ji bo nedilsoziya sirgûniyan şînê dikir. 7 Wan li sirgûniyan li seranserê Cihûda û Orşelîmê ragihandinek belav kir ku herkes li Orşelîmê bicive. 8 Herwiha heke kesek di nav sê rojan de nehata, li ser biryara serek û rîspiyan, wê tevahiya malê xwe bida û ji koma sirgûniyan veqetiya. 9 Paşê tevahiya mêrên li Cihûda û Binyamînê, di nav sê rojan de li Orşelîmê civiyan. Di roja bîstê meha nehan de tevahiya gel li meydana li ber Mala Xwedê rûnişt. Hem ji ber girîngiya kar, hem jî, ji ber baranê herkes dilerizî. 10 Ezrayê Kahin rabû û ji wan re got: “We ji xwe re jinên xerîb anîn. Loma we li dijî Xwedê nedilsozî kir û sûcên gelê Îsraêl jî zêde kirin. 11 Niha li sûcên xwe li ber Xwedayê bavkalên xwe Xudan mikur werin. Daxwaza wî pêk bînin û ji gelên welêt û jinên xerîb veqetin.” 12 Tevahiya komê bi dengekî bilind bersiv da û got: “Emê hemû gotinên te pêk bînin. 13 Lê gel zêde ye û dinya şilî ye. Em nikarin li derve bimînin. Ev yek jî ne karê rojek an du rojan e, çimkî di vî warî de gunehên me gelek in. 14 Bila niha ji bo tevahiya civînê, serekên me tevahiya civînê temsîl bikin û ji bo ku hêrsa Xwedayê me ya dijwar ji ser me rabe, bila her kesê li bajarên me yên ku jinên xerîb anîne, di demên diyarkirî de tevî rîspî û hakimên bajarê wî were.” 15 Bi tenê Yonatanê kurê Esahêl û Yahzeyayê kurê Tîqwa li dijî vê yekê derketin. Meşûllam û Şabbetayê Lêwiyî piştevaniya wan kirin. 16 Kesên ji sirgûnê vegeriyan wiha kirin. Ezrayê Kahin li gorî binemalên wan bi navê wan serekên binemalan veqetandin. Di roja pêşî ya meha dehan de ji bo lêkolîna vî karî li hev rûniştin. 17 Heta roja pêşî ya meha pêşî, lêkolîna li ser hemû mêrên ku bi jinên xerîb re zewicîne qedandin. Kesên bi jinên xerîb re zewicî ne 18 Kesên ziriyeta kahinan ên ku bi jinên xerîb re zewicîbûn ev bûn: Ji ziriyeta Yêşûyê kurê Yosadaq û birayên wî, Maesêya, Êliyezer, Yarîv û Gedalya. 19 Wan destê xwe da ku jinên xwe berdin. Ji bo sûcdariyê wan wekî pêşkêşiya berdêlê, her yekî ji wan ji keriyê beranek pêşkêş kir. 20 Ji Îmmêriyan, Hananî û Zevadya bûn. 21 Ji Harîmiyan, Maesêya, Êlyas, Şemaya, Yehiyêl û Ûzziya bûn. 22 Ji Paşxûriyan, Êlyoênay, Maesêya, Îsmaîl, Natanêl, Yozavad û Êlesa bûn. 23 Ji Lêwiyiyan, Yozavad, Şîmî, Qêlaya –Qelîta– Petahya, Cihûda û Êliyezer bûn. 24 Ji stranbêjan, Êlyaşîv bû. Ji dergevanan, Şallûm, Telem û Ûrî bûn. 25 Ji Îsraêliyên din jî ev bûn: Ramiya, Yîzziya, Malkiya, Miyamîn, Êlezar, Malkiya û Benaya yên ji Paroşiyan, 26 Mattanya, Zekeriya, Yehiyêl, Evdî, Yerêmot û Êlyas ên ji Elamiyan, 27 Êlyoênay, Êlyaşîv, Mattanya, Yerêmot, Zavad û Ezîza yên ji Zattûyiyan, 28 Yehohanan, Hananya, Zabbay û Etlay ên ji Bêvayiyan, 29 Meşûllam, Mallûk, Edaya, Yaşûv, Şeal û Yerêmot ên ji Baniyan, 30 Edna, Kelal, Benaya, Maesêya, Mattanya, Besalêl, Binnûy û Minaşşe yên ji Pahat-Moaviyan, 31 Êliyezer, Yîşşiya, Malkiya, Şemaya, Şimûn, 32 Binyamîn, Mallûk û Şemarya yên ji Harîmiyan. 33 Mattenay, Mattatta, Zavad, Êlîfelet, Yerêmay, Minaşşe û Şîmî yên ji Haşûmiyan 34 û Maeday, Emram, Ûyêl, 35 Benaya, Bedeya, Kelûhû, 36 Wanya, Merêmot, Êlyaşîv, 37 Mattanya, Mattenay, Yaesay, 38 Banî, Binnûy, Şîmî, 39 Şelemya, Natan, Edaya, 40 Maxnadbay, Şaşay, Şaray, 41 Ezarêl, Şelemya, Şemarya, 42 Şallûm, Amarya û Ûsiv ên ji Baniyan. 43 Yeiyêl, Mattîtya, Zavad, Zevîna, Yadday, Yoêl û Benaya yên ji Neboyiyan. 44 Tevahiya wan bi jinên xerîb re zewicî bûn. Hinek jî bi wan jinan re bûn xweyî zarok. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey